جديد الموقع

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (141):
Niştecîkirin û desteserkirina mal û milkan li Gundê “Dêrsiwanê”, gundin niştecîbûnê yen nimûneyî, tevgereke olî ye çalak

Daxuyanên Erdoxan û tîma destlatdariya wî yên li ser binevahiya şêniyê Herêma Efrînê (ku tenê 35% jê Kurd in û yên din jî Ereb û Turkman in) berî ku li çarêka yekê ji sala 2018an êrişê bike ne ji nezaniya bû, belê ew xuyakirin bû ji sedemên êrişkeriyê re, û ji guhertina demografî ya di dermafê herêmê û xelkê wê yê Kurd de (yên ku dora 95% ji şêniyê wê bûn û bêtirî /200/ hezar jê zorane hatin koçberkirin) rêdûzkirin bû.

Evên jêrin jî hin ji guhertinên demografî û binpêkirin û tewanên cûrbecûr ên bûne ne:

= Gundê “Dêrsiwanê”:

Gundê “Dêrsiwanê” di dema dagîrkeriyê de.

Dêrsiwan li rex Çemê Efrînê dikeve, kevneşopên dîrokî yên navdar gund derdor dikin, gundekî sînorî ye û /14/ KM ji navenda Navça Şera dûr e, ji /450/malî  pêk tê, jê dora /50/mal Ereb û /400/mal jî Kurd bûn, yên Kurd tev hatin koçberkirin û tenê /80/malbat jê vegerîn, û li şûna yên koçberkirî /400/malbat bi ser de jî /50/malbat di konan de li Ro’avayê gund û hezar malbatên din di çadiran de li (nêzîk Kaniya Germikê û cîgeha Kela Nebî Horî) ji anîndeyên “Xota û Humis û Hemê û derên din”, hatin niştecïkirin. Piştî dagîrkirina herêmê li Avdara 2018an û desteserkirina Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” ji gund re gelek gendelî tê de kirin, kelûpelên hindir piraniya malan ji alav û raxistok û amûrên elektirîkê û cerên gazê û firaxên baqirî û xwarin û vexwarinê ve bigir ta tirektor û makîne û alavên din ên çandiniyê dizîn, û herweha dizîna herdu guheztokên elektirîkê yên gund û tevahiya keblên ( kêbil,s) û stûnên toreya elektirîkê ya giştî û telefona zemînî û giropa kêşoka ava vexwarinê ya taybet bi bîra gund  bermayên acetên  guvêşgeha zeytûna ya hemwelatî “Ebdîn Mihemed Osê” ya tarûmarkirî, û bi ser de jî hemî acetên guvêşgeha hemwelatî “Menan Fayêq Axa” ya nêzîk “Pira Romanî”, hatin dizîn, û milîseyên “Feyleq Elşam” dest danîn ser tîmargeha masiyan (ya heman hemwelatî û li kêlek guvêşgehê û çêm) û mala wî ya li gund.

Cîgeheke wêrankirî û yeke din bi navê (Ebû Elmewt – Sultan Mûrad) bendkirî, li Gundê Dêrsiwanê.

Û avahiya dermankiringehê bi tevahî û /50/ malên gund bi piçekî, di dema êrişkeriyê de hatin roxandin.

Weha jî Milîseyên “Elsultan Mûrad” malên “Elî Mistefa Cimo, Ehmed Feyad Hecî” û avahiya guvêşgeha “Mistefa Menan Cimo” û beşek ji mala “Mistefa Elî Cumo” ji xwe re kirin biryargehên leşkerî, û avahiya Yekîneya Şîretkariya Çandiniyê “Elwehdê Elirşadiyê Elzîra’iyê” ji  Berevaniya Sivîl “Eldîfa’i Elmedenî” re kire biryargeh.

Lê, rewşa hînkirinê li gund pir li şûn e, tenê dibistaneke seretayî heye û ew jî her heftê rojekê yan du rojan şagirtan pêşewaz dike, û asta amedeyî ya berê heye jî ji holê hate rakirin.

Bi ser de jî dora /270/ mal tevlî tiştên tê de hatin desteserkirin, û milîseyên bi ser Turkiyê û Kiwalisyona “Itîlaf” Sûrî – Ixwanî ve, dest danîn ser tevahiya malmewalên hemwelatiyên gund ên koçber û yên bi zorê hatine koçberkirin, jê zeviyên çandiniyê û dora /65/hezar darên zeytûnê, nimûne: (/7/hezar dar ên hersê lawên dilovanber “Ukaş Axa”, /15/ hezar ên “Menanê Fayiq Axa”, /500/ dar ên lawên dilovanber “Ehmed Menan Ebdela”, û /5/hezar jî yên herdu bira “Mistefa û Wehîd Edûlê Hec Şerîf”) in, û rêdanên ku wan dane kes û nasên xwe ji bo birêvebirina malmewalan, nehatin pejirandin. Weha jî hemwelatî “Mihemed Edûlê Hec Reşîd” neçar kirin ku nanpêjxana xwe ya otometîk bi kirê bide çekdaran.

Û berî demekê “Komîta redkirina Zordariyan” seredana gund kir û ji bilî vegerandina hin alavan (makîne, tirektor…) û piştî dandina vêrgî û baceyên diravî ji aliyê xwediyan ve, tu milk û mewalên hatine dizîn û dest danîne ser venegerand.

Herweha çekdaran û nişteciyan dora /10/hezar darên zeytûnê yên xelkê gund bi şêwakî hovane ji bo êzingkirinê qut kirin, jê (/300/dar ê “Mistefa Reşîd Reşo”, /200/ ê “Ehmed Nûrî Reşo”, /3/hezar ê “Ebdîn Mistefa Egêla”, /300/ ê “Mistefa Menan Cimo”, /200/ ê “Reşîd Menan Cimo”, /150/ ê “Edhem Ehmed Mistefa”, /500/ yê “Ehmed Feyad Hecî” û /500/ jî yê “Ridwan Nûrî Reşo”) ne; Û herweha jî 90% ji darên ihracê yên li dor gund qut kirin, jê (hirşê di navêna herdu gundên “Ereb Wêran û Dêrsiwanê” de, hirşê li ser riya “Îkidamê” – Rohilatê Dêrsiwanê, û hirşê Çiyayê Mûrad Axa û Çiyayê Devemixarê) yên ku li sala 1983an hatine çandin. Bi ser wê de jî çêrandina keriyên pêz bi rengekî hovane di nav zeviyên çandiniyê û zeytûna de.

Û girên (Dêrsiwanê – Ro’avayê gund, û Bekriyê – Bakurê gund) û cîgeha Kela “Nebî Horî” û rûberên derdorê, bi alavên giran ji aliyê milîseyan ve û bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê, hatin kolandin û rêşkirin û kinzên wan ên binerd hatin dizîn.

Weha şêniyên Kurd ên li gund mane jî rastî cûrbecûr tengasî û binpêkirinan hatin, mîna: Kêmrûmetkirin û vêrgî û baceyên diravî û girtin…û HWD, û girtiyên mîna (Mihemed Xelîl Qere Mihemed/50/sal, Horîk Cemîl Îbo/21/sal) ji Reşmeha 2018an ve dora sê salan girtî û veşrtî man, û niha jî di Hepsa Maratê de – Efrîn, bendkirî ne. Û hemwelatî “Ebdo Cemîl Qertê /30/sal” jî ji deh rojan ve, li derbasgeha Bajarê Efrînê hate girtin û bo Hepsa Maratê hate rêkirin.

= Gundin niştecîbûnê yen nimûneyî:

Weke cîbicîkirin ji siyasetên Tirkiya Erdoxan – Dewlet Bahçelî re ji bo kûrkirin û ferekirina guhertina demografî ya rêkûpêkirî li Herêma Efrînê, bi riya destikên Turkiyê ji Milîseyên Sûrî yên terorîst û toreyên  Ixwan Elmislimîn (ên peredan û cîbicîkirinê) û di riya “Rêvebiriya xişimûbêtar û awerteyan a Turkî – AFAD” re, kar li ser avakirina gundin nimûneyî ji bo niştekirina anîndeyan tê kirin. Ji wan gundan:

– Li ser perçak erd li Başûrê Gundê “Şadêrê” – Navça Şêrewa (ye ku xwediyê wê hatiye neçarkirin ku bifroşe).

– Li Çiyayê “Şêx Mihemed” yê li Bakurê Bajaroka Kefrirsefrê – Navça Cindirêsê.

– Li cîgeha “Lêçe” ya di navbera herdu gundên “Qermîliq û Çeqelê Jêrin” de – Navça Şiyê, û li nêzîk sînorê Turkiyê. Ta niha riyek nû – ji çateriya Gundê “Mistika” de – jê re hatiye vekirin û bi bermayên perçekeviran û nihatê hatiye raxistin, bi ser de jî kar li ser binevahiyê tê kirin.

– Li Çiyayê “Şewitî” li ser riya Qazliqlî Bakurê Bajaroka Kefirsefrê – Navça Cindirêsê.

– Li perçerdekî li rex dermankirinxaneya bajaroka Şiyê ya li ser riya Gundê “Qermîliq”, û milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah – Elemşat” hejmarek ji xwediyên wê perçerdî neçar kirin ku li ser girêbestên bexşandinê ji “Encûmena Xwecihî” re (ya ku destlatên dagîrkeriyê çêkiriye) îmze bikin. Û jêdereke xwecihî liyan dike ku “Mihemed Casim Ebû Emşe” – serkêşê “Firqê” mafê perçezeviyê ji yê ku peran dide biriye, bêyî ku bide xwediyan.

– Li cîgeheke çiyayî ye nêzîk Gundê “Hechesna” – Navça Cindirêsê, ji aliyê “Saziya Çêyîtiyê ya Xêrxaziyê û Geşpêdanê ve – Turkiyê”. Û piroje li 2.4.2021an hate ragîhandin ku armanca wê avakirina /247/ yekîneyên niştekirinê ye, û rûbera her avahiyekê /40/M çarkoşe û gulîsatana her malekê jî /60/M çarkoşe ye.

Gundê “Xalta” – Çiyayê Lêlûn yê wêrankirî.
Cîgeha “Gundê Kiwêt Elrehme” yê niştebûnê – Çiyayê Lêlûn.

– Li cîgeheke nêzîk Gundê “Xalta” – Çiyayê Lêlûn (ya ku li aliyê Rohilat bi /10/KM dûrî navenda Efrînê ye), ji aliyê Komela “Şam Elxeyr ve – Turkiyê” gundek tê avakirin, û piroje di bin navê “Gundê Kiwêt Elrehme” de li 17.Nîsana 2021an ji aliyê “Encûmena Xwecihî ya Efrînê” ve – dema ku cîgirê serokê wê “Mihemed Şêx Reşîd” seredana cîgehê kirî- hate ragîhandin ku armanc ji pirojê avakirina /300/mal û mizegeftekê û dermankirinxaneyekê û dibistanekê û amojgeheke lezberkirina Quranê ye.

Lê divê were bibîranîn ku Gundê “Xalta” yê biçûk, ji aliyê Artêşa Turkiyê ve, li 31.1.2018an, bi bombebaranê, bi rengekî weke tevahî hate roxandin, û xelkê wê bi zorê hatin koçberkirin û qedexe kirin ku vegerinê.

Herdu mizgeftên “Dar Elxelîl” û “Bedir Hemed Bo Rehme” li Navça Cindirêsê.

Û ji aliyekî din ve, di çarçewa tevgereke olî ye çalak li Efrînê û giştîkirina çanda olî – Osmaniya nû ya hişk û tundrew de, Komela “Şam Elxeyr – Turkiyê” (ya ku bi rengekî sereke diravên xwe ji Kiwêtiyan werdigire) ragîhand ku wê  avakirina du mizgeftan li Navça Cindirêsê bi dawî kiriye, û herdu jî (ya yekê bi navê “Dar Elxelîl” li Gundê “Bircikê” li 27.3.2021an, û ya dudiyê jî bi navê “Bedir Hemed Bo Rehme” li Bajaroka “Celemê” li 16.4.2021an) bi beşdariya “Ebid Elqadêr Bekir Oxlo – hevrêzkarê giştî ji bo rewşên olî” yê Turkî, hatin vekirin.

Ji erk û stubariya Civaka Navdewletî û welatparêzên Sûrî tevan e, guhertina demografî ya ku dagîrkeriya Tirkiyê li Herêma Efrînê cîbecî dike û ya ku dighêje asata qirkirina nijadî di dermafê Kurdan de şermezar bikin, û herweha kar bikin da ku wê guhertinê biseknînin û dagîrkeriyê û hebûna milîseyên terorîst li herêmê tune bikin.

25.04.2021an                                                     

 Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Gundê “Dêrsiwanê” di dema dagîrkeriyê de.

Cîgeheke wêrankirî û yeke din bi navê (Ebû Elmewt – Sultan Mûrad) bendkirî, li Gundê Dêrsiwanê.

Gundê “Xalta” – Çiyayê Lêlûn yê wêrankirî.

Cîgeha “Gundê Kiwêt Elrehme” yê niştebûnê – Çiyayê Lêlûn.

Herdu mizgeftên “Dar Elxelîl” û “Bedir Hemed Bo Rehme” li Navça Cindirêsê.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: