جديد الموقع

Dr.Nûrî Dêrsimî Li Qamişlê hate bibîranîn

nuri-dersimi

   Îro, roja Duşembê, li ser xwesteka Desteya sernivîser a rojnameya “الوحــدة” , demjimêr 7ê êvarê, li navenda PYDKS, bi bûneya 43 saliya koçkirina xebatkarê Kurd ê navdar Dr.Nûrî Dêrsimî, ahengek hate li darxistin.

Vexwendin

“Di 43 yemîn salvegera koçkirina xebatkar û welatparêzê Kurd ê navdar birêz Dr.Nûrî Dêrsimî, Desteya rojnameya (YEKÎTÎ)- (الوحــدة) , roja Duşembê 22/08/2016an, demjimêr 7ê êvarê, dê ahengekê bi vê bûneyê li darxîne û ewê bi beşdarbûna we dilxweş bibe.

Cih:Qamişlê-Navenda Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê-Taxa xerbî-Rêya Hesîçe.

Mamosteyan (Derwêşê Derwêş – Konê Reş – Newafê Bişar) bi gotarên xwe dê beşdarî vê ahengê dibin.”.

 Bi kêlîkeke bê deng li ser giyanê parewanên Kurd û Kurdisanê ahengê destpê kir. Paşê , nivîskaran (Konê Reş, Derwêşê Derwêş û Newafê Bişar)  gotarên xwe ji beşdaran re xwendin. Hêjayî gotinê ye ku romanivîs û helbestvanê Kurd Riza Çolpanê Dêrsimî ji Kişwera Australya bi peyamekê beşdarî ahengê bû.

Li jêr, em gotarên nivîskaran digel peyama Birêz R.Çolapanê Dêrsimî jî pêşkêşî xwendevanên zimanê Kurdî dikin:

Biranina Nuri Dersimai-43

*******************************

Dr. Nûrî Dersimî

 Konê Reş

Pêwiste ku mirov di govenda mêran de dîlanê bigerine, li gor bejin û bala wan, bejin û bala xwe bihejîne, û pîş û sazên wan ji gelê xwe re derîne.. Erê, êş û azarên wan şanî gelê xwe bide, berxwedan û pêdariya wan, mêranî, dilsozî û wefadariya wan ji xwendevanên zimanê xwe re raxîne.. Di rojên 10-11-12/02/2009an de, bi serdaneke taybet çûme bajarê Helebê, Efrînê û Çiyayê Kurmênc bi tevayî (Deşta Cûmê, Şikakan, Ciyayê Lêlûnê û Navçeya Şêrewiyê), da ku pêzanînan li dor kurdên resen Êzidîyan, kom bikim. Di vê geşt û gerê de, çav bi gelek kesan ketim, bi gelek kesan re axifîm û min pirsa gelek kesan û tiştan ji wan kir. Di nav re jî, min pirsa hin navdarên kurdan mina Dr. Nûrî Dersmî kir.. Ewên ku xebat û bizav di ber kêşeya gelê me de kirine û malê xwe û canê xwe di rêka welatê birîndar de winda kirine.. Wiha ez li Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî sekinîm û serboriya wî gelekî bala min kişand. Dr. Nûrî Dersimî; Yê ku yekî bingehîn bû ji lehengên serhildana Dersimê a 1937an. Piştî têkçûna serhildanê di dawiya sala1937an de û bidarvekirina bihiştî Seid Riza serokê serhildanê û her deh hevalên wî, Dr. Nûrî Dersimî ji neçarî û bi halekî xerab xwe gihand Sûriyê, bajarê Helebê. Û wiha her 35 salên xwe yên dawî li Helebê, di nav kurdên çiyayê Kurmênc de derbas kirin. Belê tevî xwînherikandina wek cobaran di serhildana Dersim de, ew ji desthilanîn neket û xwe ji ber neyartiya Tirko neda alî.. Tirko yê ku heval, dost û xizmên wî kuştin, sirgûn kirin û di zîvariyan de belavkirin.. Û her wiha li Sûriyê jî wek lebatekî aktiv ket nav refên welatparêzên Kurdan de, li kêleka Bedirxaniyan û hevalên wan sekinî û bi wan re kar û xebat di ber kurdewariyê de kir.. Û di sala 1952an de pirtûka xwe a navdar bi navê: (KURDISTAN TARIHINDE DERSIM), li Helebê çap kir, lê mixabin ku ji rex rijîme ve hat qedexekirin.. Belê, ta di mirinê de jî, Dr. Nûrî Dersimî nexwest neyar zanibe ku têkçûye.. Û razî nebû, ku serê wî li ser ti axê bê danîn ji bil axa çiyayê Dersimê pêve.. Û her dem û gav bi axîn û hesreta axa çiyayê Dersimê bû.. Ji min re gotin; Berî ku Dr. Nûrî Dersemî here ber dilovaniya Xwedê, wî di sala 1964an de, ew mizgeftika biçûk ku wek xanîkî bû di goristana şêx Henan de, li Kefercenê, ser riya Efrînê, ji nû ve nûjen kir (restore kir), hem jî hewşek ji wê mizgeftê re ava kir û di hundirê hewşê de, gora xwe û a kebaniya xwe Ferîde xanim kola û amade kir. û her wiha qewîtiyên xwe (wesyet), li dost û hevalên xwe yên nêzik wek: Dr. Mihemed Cafer, Şêx Mihemed Şêx Îsmail Zade û hin din kirin, ku roja bemire qewîtiyên wî bi cî bînin; yek ji wan qewîtiyan, ku wî li çiyayê Kurdaxê, di goristana şêx Henan de veşêrin, da ku her sibeh bayê çiyayê Dersimê bi ser de bibare.. A din ku darbesta wî di ber qunsilxaneya tirkan re derbas kin.. û ya din ku, ew kîsê AXA çiyayê Dersimê, yê ku her dem di bin palgeha wî de bû, di gorê de jî, têxin bin serê wî de.. Belê, û ji min re gotin; dema ku Rehmetî Dr. Nûrî Dersimî di sala 1973an de koça dawî kir, me ew qewîtiyên wî, wek ku wî dixwest, bi cî anîn.. Lê mixabin gelek kes bi me re beşdar nebûn, newêrîbûn, ditirsiyan.. Di vê gera xwe a çiyayê kurmênc de, min du rojan ser hev gora wî û kebaniya wî ziyaret kir û her car min çend kulîlkên Nêrgizan datanîn ser gora wan. Li ser gora wî wiha hatiye nivîsandin: Dilbirînê Bi Nalîna Welat Mihemed Nûrî Kurê Mella Îbrahîm Colik Oglo Li ser vê riya dijwar Min jî kire pir hawar Da ji bo we rojekê Dinya bibe gulbihar Li Kurdistana tirkiyê meha azara 1892an çêbûye Li Helebê di roja 22ê meha abê 1973an de miriye. Li ser gora kebaniya wî Ferîde xanim, a ku di rex gora wî de ye, bi tenê ev nivîs hatiye nivîsandin: Dilgirtî Ferîde Dersimî Elî (Xiz)Oglî Sê zarok ji wan mane, du keç û kurek, keçek li Elmaniya ye, yek li Dûbey ye û kur li Bolgarisanê dimîne. Yezdanê gewre Dr. Nûrî Dersimî û tev têkoşerên Kurdan bi dilovaniya xwe şad bike.

*******************************

Peyama Nivîskar û Romanivîsê Kurd

Riza Colpanê Dêrsimî

Dr. Nûrî Dersimî jibo min şewq e, ronahîya rojê ye. Bi taybetî hosîya wî ya jibo zarok, xort û keçên Kurd gelek-gelek girîng e û pirr jî bi nerx û hêja ye. Jibo hest û pejnên Kurdperwerîyê, ew mamosteyê mine yekem e. Ez bi pirtûka wî ya nav “Di dîroka Kurdistan da Dersim” li xwe hesîyame. Qet ji bîrnakim    Li vir ez ji ew kesên ku ji bo salvegera mirina Dr. Nûrî Dersimî dixwazin li cîyekî kom bibin û wî nemirê Kurdistanî jî bîrbînin, ji hemûyan ra silavên biratî rêdikim, li ber gîyana Dr. Nûrî Dersimî serê xwe ditewînin “Axa wî zêde, rama xweza li ser axa wî kêm nebe” dibêjim.

Australya – Sydney.

19.08.2016

*******************************

 Hîna Jî Dengê Hewara Nûrî Dêrsimî Bilind e.

Derwêşê Xalib 

Seydayê konê reş, bi berfirehî li ser jiyana têkoşer Nûrî Dêrsimî rawestiya , pêwist nake ez lê vegerim , lê ezê li ser mijarek din rawestim , ezê li amadekariyên nemir  ji bo  koça xwe ya dawî û çi dixwest û niyaza wî çi bû, û kirinên wî hêmaya çi bûn.

Heger em vê pirsê ji xwe bikin: Çima Nûrî Dêrsimî xwest cenazeya wî di ber konsuliya tirkî re bibuhure ?. Bêgoman nexwest bibêje “Bela xwe vekin ,va ez mirim ” , lê nameyeke din xwest bigihîne konsulxaneyê û dewleta wê, diyare, şêweyê Nûrî Dêrsimî bikar anî bi jîr û jêhatî bû, “jîriya rojhilat ” bû,

jîriya rojhilat mîna mamikên kurdî ye, hin kirin yan gotin hêmaya têgeheke din in, jîrî pêwiste ku mirov têbigihê. Wek mînak li ser jîriya rojhilat , nameya stalîn ji Çerçel re şandibû : di cenga cihanî diwem de serpêhatiyek tê gotin û di fillman de jî derbas bûye, serpêhatî wilo ye: (Carekê stalîn nameyek ji Çerçel re şand, di nameyê de tiştek nivîsandî tunebû , tenê wêneyê Stalîn tê de bû , dema ji Çerçel pirsîn “Çima Stalîn ev nameya vala şand.”. Çerçel bersiv da û got : “Stalîn dibêje ez nuha li Oropa navdar im, ango leşkerê sovyetî ket oropa û sînorê polonya derbas kir “):

Nûrî Dêrsimî  jibo nameya xwe ya dawî ji deh salan berê amadekarî kirin, yek jê destnîşankirina aramgeha xwe ya dawîn, cihê wê jî Ziyareta Henan bijart

Ziyareta Henan , diyare ku mezargeheke kevnar e, kes nizane kengî peydabûye, nêzî wê çend mezargehên êzîdiyan hene ya herî nêzîk mezargeha Pîr Cafer e, nêzî wê mezargeha Menan jî heye – tê gotin ku Henan  û Menan birayê hev bûn- ev mezargeheke navdare bitaybetî li navçeyê çiyayê kurmênc û helebê.

Nav û dengê wê gihiştiye kurdên Cezîrê jî. min Gotinek bihîstiye dibêje : ” ez mam di navbera Henan  û Menan de”

Ev amaje bi wê dike ku fitwê du şêxan ne wek hev in , û tê gotin ku yekî sûnd ser berdana jina xwe xwaribû, Henan digot (fidtû heye, jina xwe vegerîne ), Menan digot ( Na fitû tune, jina te berdayî ye,):

Mezargeh li ser riya Efrînê – Helebê di navbera Efrîn û Ezaz de ye, goristanek jî li wir heye, di encam de pir kes serdana vê mezargehê dikin bi taybetî rojên cejnan û pencşem û înan.

Ev cihekî baş e, ku pir kes serdana gora Nûrî Dêrsimî bikin, komkujiyên kurdan bê bîra wan ku tirkan û neyarên din çi anîne serê gelê kurd. Agahiyên wan li ser berxwedana gelê kurd û fîdakariya têkoşerên vî gelî çê bibin, û asta berxwedaniyê li nik wan bilintir bibe.

Di Avaya mezargehê de gorek hebû , Nûrî dêrsimî avahî sûr kir û minareyek ava kir, jibo geştiyar û rêbiwar lê rawestin û gora wî bibînin, dîroka wî bê bîra wan ku dîroka berxwedana gelê kurdî bindest e.

Di mezargeha Henan  de, Du kor amade kirin yek ji xwe re ya din ji hevjîna xwe re û li ser kêla kora xwe nivîsî

li ser vê rêya dijwar

Min jî kire pir hawar

Da ji bo we jî rojekê

Dûnya bibe gulbuhar

Nûrî Dêrsimî di wesyeta xwe de gotibû ku pirtûka wî ya bi navê (Dêrsim Di Dîroka Kurdistanê De) û mistek axa dêrsimê pê re veşêrin. Ev jî pendeke ji xortên kurdan re , ku welatparêzî û zanîn bingehên serkeftinê ne.

Nûrî Dêrsimî hemû amadekariyên xwe kiribûn, ku xebata wî piştî mirinê jî wê berdewam be  û bibandor be.

Ev sedem bû ku Nûrî Dêrsimî xwest cenzê wî di ber konsulxaneya tirkî re derbas be mîna ku bibêje (Ez rikberê we me û li cihekî din, li mezargeha Henan , xebata xwe berdewam bikim.).

Belê şehîd û têkoşerên bi bandor in û xebata wan berdewam e.

Hîna jî şêx Seîd û Qadî me handidin

Hîna jî Berzanî mîna pilingekî dijminan dibezîna

Hîna jî bi hezaran ciwanên me şagirtê Mezlûm Doxan in, û

   Fêrî waneya (Berxwedan jiyane) dibin

Hîna jî Dimdim û Kobanê riya azadî û rizgariya gelê kurd xweş dikin.

Qamişlo 22 Tebax 2016

*******************************

Bîranîna Koçkirina xebatkar û rewşenbîrê Kurd Dr.Nûrî Dêrsimî

Newafê Bişar

   Di vê bîranînê de, bi kurtî be jî, pêwiste em krtejiyan birêz Nûrî Dêrsimî, vî xweşmêrê payebilind di ber çavan re derbas bikin, da em ked û xebata mezinên xwe- ku ew yek ji wan e- ji bîr nekin, rola wan di pêdarî û berxwedana gelê me de bidin zanîn.

   Avdara sala 1892an, li gundê Axzonîkê –parêzgeha Dêrsimê, Nûrî Dêrsimî ji bavê xwe Îbrahîm û diya xwe Zelîxe re çêdibe, li dinê çavan vedike. Xwendina xwe ya seretayî li gundê Xûzatê û ya navîn li Xarpîtê diqedîne, paşê, sala1911an, ew diçe Stenbolê, zanista bijişkiya ajalan dixwîne. Hê ji ciwaniya xwe ve, bi temenê xwe yê piçûk, ew tevî refên kar û xebatê dibe. Sala 1918an, ew di Komela Bilind a Kurd de, ya ku bi pêşengiya siyasetmedar û zaniyarê Kurd ê gewre Seyid Ebdilqadir Kurê Şêx Ubeydellahê Nehrî bi rê ve diçû, dibe endam, û da ku gelê xwe ji bindestî û koletiya reş rizgar bike, zend û bendên xwe badide û bi dilsozî xebatê dike, û ji ber çalakiyên xwe, ew tê binçavkirin. Radibe ji Stenbolê derdikeve, diçe welatê bav û kalan, û li Dêrsimê cîwar dibe.

  Ew û hevalê xwe Elî Şêr, bi hev re, kar û barê serhildana Qoçgêriyê dikin, ewa ku 6ê Avdadra 1921ê destpê bûye, û bi tundî û hovîtiya dewleta Tirk di nav xwînê de maye. Li wir, ew ji bal polîsên Tirk ve tê girtin, lê bi alîkariya Seyid Riza serbest tê berdan. Girtin û zindankirina wî, hêvî û moralên wî naşikîne, û her ew têkoşîna xwe ya netewî berdewam dike. Dema serhildana Dêrsimê sala 1937an destpê dike, ew dibe yek ji rêberên wê yên sereke.

  Mixabin, dema serhildana Dêrsimê têk diçe, ew neçar dimîne, berê xwe dide binxetê, ji wir diçe Urdinê, û sala 1940î, li tataxa “Miheta Bexdad”, bajarê Helebê cîwar dibe, kar û xebata rewşenbîrî û ramyarî didomîne.

   Piştî dardakirina Seyid Riza, dewleta Tirk 4000 zêrên Osmanî ji wî kesê ku serê Nûrî Dêrsimî jê re bîne dike xelat. Dema dewleta Tirk dibihîze ku ew  li Urdinê cîwar bûye, ji hikûmeta wê dixwaze ku ew Nûrî Dêrsimî radest bike, lê Urdin xwesteka wê napejirîne, red dike. Li Sûriyê, û li gora biryara dewletê ku dana nasnameya Sûrî bo hemwelatiyên Iskenderonê dabû, Nûrî Dêrsimî nasnameya Sûrî werdigre û ji welatiyên vê dewletê tê jimartin.

   Sala 1952an, bi sernava”Dîroka Kurdistanê-Dêrsim”, li Helebê, ew pirtûkekê çap û belav dike, têde, tewan û kiryarên hovane yên dewleta Romê ya  ku 222 gundên Kurdan wêran kirine û bêtir ji 15000 Kurd, zarok, jin, pîr û kal kuştine belge kirine.

  Gelek Kurdên Kurdax, Heleb û Cizîrê li mala wî civînên Kurdewariyê girêdane, li ser destên wî fêrî zimanê Kurdî bûne, ji kaniya zanîn û ezmûna wî ya Kûr sûd wergirtine. Berî ku ew koça dawîn bike, wî sala 1963an gora xwe û ya hevjîna xwe li rex hev, li goristana “Henan”, ya nêzîkî bajarê Efrînê kolane,  û ev rista jêrîn li ser kêla xwe nivîsandiye:

Li ser vê riya dijwar, min jî kire pir hawar

Da ji bo we rojekê, dinya bibe gulbihar!.

   Roja 22ê Tebaxa 1973an, li Helebê, dilê vî lehengê Kurd radiweste, çavên xwe digre, û ew li Şêx Seîd, Seyid Riza, Barzaniyê nemir, pêşewa Qazî Mihemed û hemû navdarên Kurdan dibe mêvan.

Xwişk û birayên bi rûmet:

   Li dawiyê, bi navê Kovara PIRS û Weşana NEWROZ, ez spasiya beşdarbûna we dikim, û bi navê we hemiyan, destek gul û kulîlkên rengîn, li ber serê têkoşer  Nûrî Dêrsimî datînim û bi rêzgirtin jê re dibêjim: Belê ez benî, bi saya xebata we mezinên me, bi saya hevgirtina gelê me, Bêgomane ku ji bo me dê rojek were “dinya bibe gulbihar!”.

    Qamişlê, 22ê Teabaxa 2016Z

*******************************

Û li herêma Efrînê – goristana Elhenan, giropek rewşenbîr serdana gora Dr. Nûrî Dêrsimî kirin.

Li Efrine-22-8-2016