جديد الموقع

Gotina Desteya Sernivîser a Rojnama Newroz û Kovara Pirsê Bi Boneya Roja Jidayîkbûna Rojnamegeriya Kurdî

Gotina Desteya Sernivîser a Rojnama Newroz û Kovara Pirsê
Bi Boneya Roja Jidayîkbûna Rojnamegeriya Kurdî

Di rojimêra Kurdî de, roja bîst û dudiyê Avrêlê, rojeke watedar û çîkdayî ye. Ew roja jidayîkbûna rojnamegeriya Kurdî ye. Di vê rojê de, li sala 1898an, li bajarê Qahîrayê paytexta Misrê rojnama KURDISTAN ronahî dît, û firkeke zor hêja û girîng xiste jiyana rewşebîriya gelê Kurd. Xwediyê ev firka pîroz, rewşenbîrê Kurd Miqdad Midehet Bedirxan bû.
Ji ber ku ji berê de û ta niha jî, dewlet û rêjîmên ku welatê Kurdan dagir kirine, wan bi hemû pirojeyên xwe yên nijadperest û şofen, li pêş hemû tiştên ku dikevin xizmeta rizgarkirina kurdistanê û azadiya gelê Kurd derdikevin, û bi hemû kanebûna xwe şerê hebûna me dikin. Di wê demê de jî, dewleta Osmanî, li serê wê sultan Ebdilhemît li dij weşana rojnama Kurdistan liviyan, û ji bo rawestandina wê hewildan kirin. Ji ber wê jî, wekî ku çawa xebatkar û ronakbîrên Kurd ji welêt dihatin dûrxistin û li seranserî cihanê rastî astengî û dijwariyan dihatin, herweha rojnama KURDISTAN û XWEDANê Wê Miqdad û Ebdilrehman Bedirxan jî, piştî Qahîra ji neçarî li hin bajarên Ewropî wek Cinêv, London, Filkoston dihat weşandi, û ew rastî gelek dijwariyan dihatin.
Piştî rawestandina rojnameya Kurdistan li sala 1902an, ronakbîr û rewşenbîrên Kurd li tevgera rojnamegeriya kurdî xwedî derketin, li hindur û derveyî Kurdistanê bi dehan rojname û kovarên bi zimanê Kurdî derketin, û wan rola xwe ya ronakbîriyê di jiyana gelê Kurd de listin. Wek kovara Roja Kurd 1913an li Stenbolê, Jîn 1919an li Stenbolê, Pêşkewtin 1919an li Silêmaniyê, Ronjnama Rojî Kurdistan1922an li Silêmaniyê, kovara Zarê Kurmancî 1926an li Erbîlê, kovara Hawar 1932an li Şamê, kovara Ronahî 1943an li Şamê… û H.W.D. Û ew ji xwendevan, nivîskar, rewşenbîr û ta siyasetmedarên Kurd re jî, bûn çavkaniyên helwestdayîn û ronakbîriyê. Ne tenê weha, lêbelê rola wan rojname û kovaran di parastin, pêşxistin û nûjenkirina zimanê kurdî de jî, baş hebû.
Bêguman, jiyana rojnamegeriya her miletekî bi rewş, pêşketin û şaristaniya wî miletî ve girêdayî ye. Çendî ku milet serdest, azad, pêşketî û rewşa wî û ya welatê wî aram be, ewqas rojnamegerî û hemû alavên wî miletî yên ragahandinê li pêş in.
Lê ji ber ku şerekî mezin ji aliyê xêrnexwaz û neyaran ve, li hember azadî û pêşketina gelê Kurd tê kirin, tiştekî normal e, ku rojnamegerî û alavên ragihandina kurdî ne di asta xwe ya wek tê xwestin de bin.
Piştî damezirandina yekem partiya siyasî li Sûryê di sala 1957an de, rewşenbîr û nivskarên Kurd, nemaze yên ku bi zimanê kurdî bendewar û mijûl bûn, wan cihê xwe di nav refê partiyê de girtin, û tiştekî normal e, ku ew guhdanekê bidin rojnamegeriya Kurdî. Yekem rojname- bi zimanê dê (Dengê kurd) a Partiya Demokrat a Kurd bû, piştre gelek kovar û rojname hatin derxistin wek kovara Gulistan, Gelawêj, Xunav, Hêvî, Zevî, Pirs, Bihar, û rojnama Newroz û Deng. Ji bilî rojnama NEWROZ û kovara PIRSÊ tev rawestîn û nema tên weşandin.
Piştî ku salek di ser şoreşa Sûrî re derbaz bû, hin rojnameyên nû yên du beşane yek bi Kurdî û yek jî bi Erebî dest bi weşanê kirin wek Ronahî, Kurdistan, Pêşverû, Bûyerpirês, Rewşen, Vedeng… H.W.D. Em hêvîdar in ku roj bi roj geşedana rojnamegeriya Kurdî berfireh û dewlemendtir bibe.
Ragihadin, ne tenê yek ji rêbazên xebatê ye, lêbelê ew aynika miletan e. Di vê serdemê de, ew dikare di hemû warên jiyana mirovahiyê de guhertinan bike, û raya giştî jî, têxe xizmeta pêşketina xwe. Ji ber wê jî, dewletên pêşketî guhdaneke pir mezin didin rojnamegerî û ragihandinê.
Hêvî ew e, ku di demeke nêzîk de, nemaze li Sûryê rêbazên rojnamegerî û ragihandina Kurdî baştir bibin, û bigînin asta li gor demê.
Roja jidayîkbûna rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnemevan, rewşenbîr, nivîskar, û gelên azadîxwez, aştîxwez û li gelê kurd jî pîroz be.
Efrîn: 21. 04. 2016z. 20627k.
Desteya Sernivîser a rojnama Newroz û kovara Pirsê