جديد الموقع

Mirineke bê dawî ….Ronî ELÎ

Li kolanên Hewlêrê
Hêvî bi dîwaran re parvedikirin
Da di keziyê Dîlberê de
Piştî talîzoka xwînê
Çîçekên evînê daçikîne
Û bi hev re
Xalxalokan
Ji bin lêvên miçiqî
Bifrînin

Di bin sîbera şeydê de
Di kezeba şeva wêranê de
Izedînê min
Dêmên Evîna xwe
Bi biskên paşerojê re
Dihûnandin
Lê …
Rist ji xwînê hildigirt
Û di gora Evîna xwe de tî dima

Di newqa Evînê de
Sorka Bokaniyê
Bi ser Zavayê rojê de
Sirûda xwatirxewstinê
Dilîland
De megrî Diya Izedîn ê zava
Şûrê Elah û Ekber
Sînga welatekî qelişand
Û Kobaniya min dikir Goristan

Izedînê min
Min ji Evîna te re
Tovên Bihareke rengîn
Weke gerdenekî ji omîdan
Bi kenê keda te
Di qermoçkên Kobaniya xwe de
Hino hino diçandin
Lê bi bejna Rojê re
Bi rondikan ew Av dida

Hîn ji Gustîlka hevsoziyê
Hilma welatekî
Di sînga Zarokên penaber de
Holka şahiyeke bê par
Serast û ava dike
Hîn ji lêvên Izedîn û Evînê
Kaniya xuşewîstiyê
Di goristana mirina kobaniyê de
Derdibe û diherike
15\7\2015