جديد الموقع

أرشيف شهر: مايو 2020

Jiyana rojnama Kurdistan
Mislim Şêx Hesen*

Werza biharê, 22 Nîsanê 1898 an zayînî Mîrê kurd Mîqdad Midhet Bedirxan yekemîn rojnama ya bi navê Kurdistan li paytexta Misirê El Qahîra li çapxana El Hîlal çap kir. Weşandina rojnama Kurdistan di wê demê de gaveke zor pîroz bû, nexasim bo şiyarbûna gelê Kurd li seranserî xaka Kurdistanê, ji ber ku di hemû warên jiyanê de mijar û babet ...

أكمل القراءة »

Bîrwerîn… Silav li te Efrîna min
Melek Şêx Murad*

Bi dengekî bilnd , bi êş keser,û kerbeke giran min deng lê dikir û weha jê re digot: Silav li te Efrîna min,dayîka min!. Çiqas heyf û mixabin ku va ye bêtirî du salan e, tu di bin nîrê dagîrker û setemkarên bêbexit de li ber xwe didî. Dizanim êş û birînên te, roj ji rojê bêtir hewiş û gol ...

أكمل القراءة »

Hêvî… Jiyan bi xwe ye
Nazdar Hesen*

Hêvî hîmê herî sereke ye, ya ku dihêle jiyana mirov xweş û geş be, di dem û rewşên tarî û dijwar de, find û mûm e, û baweriya derbasbûna rojên reş, geş û tekez dike, lewre ger mirov di jiyana xwe de bê hêvî bijî, jiyana wî tarî û bê wate ye. Hêvî jiyan bi xwe ye û jêdera geşbîniyan ...

أكمل القراءة »

Ziman û Newroz
Mamed Cimo*

Di jiyan û dîroka miletan de, ziman ‘ezman e. Herdu gotin ji me re nîşan didin ku zimanê mirova asîmanê mirova ye, banê xwe ye. Banê mirova dayîk e, li merivan dibane, hez dike. Wiha ziman miletan sax dihêle. Zimanê me yî Kurdî nimûneka diyar e ji wê rastiyê re. Li aliyê dinê, ziman aliyê maderî yê hişmendiya miletekî ye, ...

أكمل القراءة »

Pîrozbahî
Dr. Azad Ehmed Elî*

Sernivîserê kovara AlHiwar Heval  û hogirên hêja di Desteya rojnama Newroz de Salvegera (25) an ya derçûna rojnama Newroz bi germî li we pîroz dikim, ked û bizava we ya demdirêj û berdewam cihê pesnê û serbilindiyê ye. Cefa û jana we bi salan kişandî bi başî dinerixînim,  ji ber çapkirin û belavkirina rojnameke siyasî bi zimanê kurdî, karekî ne ...

أكمل القراءة »

Gotinek di 25 saliya weşana Rojnameya Newroz de
Konê Reş*

Rojnameya Newroz; Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê- Yekîtî (Elwihde) ye, Rojnameyeke xurû bi Kurdiya latînî ye. Siyasî û civakî ye. Hejmara pêşî (1), di Gulana 1995an de derketiye û hêjî berdewame di derketina xwe de.. Di baweriya min de yekemîn rojnameya kurdî ya siyasî ye di nav kurdên Sûriyê de. Li ser berga hejmarên wê ...

أكمل القراءة »

Bila NEWROZ Her geş û zindî be!
Dr.Memo Ebdê*

Bi boneya têperbûna 25 salan li ser weşana rojnameya NEWROZ a bi zimanê Kurdî, pêwiste ev qonax bi şêweyekî babetane bê nirxandin, da ku bibînin ta kîjan astê zimanê meji gelek pirs û mijarên hestiyar û girêkoyî re, tevî hemî kêm û kasiyên di gewde û rêzimana wî de cih girtine, bûye bersiv. Ma gelo zimanê me dikare hemû pêşketinên ...

أكمل القراءة »

Newroz, li te pîroz be salvegera zîvîn
Derwêş Xalib*

25 sal Newrozê serkeftî buhartin, li ser rêçika bikaranîn û pêşvebirina zimanê kurdî bi giştî, û bi taybetî mijara zarawe û têgehên siyasî, ku biwarekî zimanevanî giring û pêwist e. Zimanê kurdî naveroka kurdîtiyê ye.Ji hêlekê ve nasnameya gelê kurd e, hem kewara zanîn û hişmendiya kurdî ye, hem jî rûçik û şêweyê têgehiştina gelê kurd e. Ji hêleke din ...

أكمل القراءة »