جديد الموقع

القسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (144):
Gundên “Senarê û Anqelê û Aşkê Xerbî” di bin binpêkirin û tewanan de, dizîna pêz û dewêr û ferzkirina vêrgiyên nû, pevçûn û teqandin

Heyva Rojiyê ya pîroz ji nandozên Turkiyê yên bi Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî ve girêdiyî re nebû kend û rêgir, û binpêkirin û tewanên ku di dermafê herêmê û xelkê wê de têne kirin sivik nekir. Belê wan bi heman pileyê û li ber roniya fetwên şêxên xwe ew kiryarên qirêj berdewam kirin; Emê ji wan van bi bîr wînin: ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (143):
Mirina hemwelatiyekî piştî danûstandineke sert, herdu gundên “Berbenê û Kefircenê” di bin binpêkirin û tewanan de, revanidina keçeke negîhayî, bace û vêrgî

Zehmetkêşiyên xelkê Efrînê yên veşartî ne kêmtirî yên diyar in, quretî û pozbilindî û kîn û zikreşî di dermafê yên li herêmê mane de, bi ser binpêkirin û tewanên rojane yên digihêne wan, emê jê van bi bîr wînin: = Mirina hemwelatiyekî bi encama danûstandina hişk: Dilovanber “Yehye Elî Hemkoro/55/sal”. Li 21.4.2021an hemwelatî “Yehiya Elî Hemkoro/55/sal” ji Gundê “Kurzêlê” – ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (142) – taybet:
Guhertina demografî ya rêbazkirî dighêje asta qirkirina nijadî li dijî Kurdan (hejmar û rasteqînên li ser niştecîkirinê)

Koçberkirina zorane ji Efrînê berve herêmên penaberiyê – Bakurê Heleb, Avdara 2018an Êrişa ku Artêşa Tirkiyê tevî bêtirî /20/hezar çekdar ji milîseyên cîhadîst ên bi ser Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî ve, piştî ewqas xirbeliq û amedebaşiyên ragîhandinî û leşkerî yên mezin, di bin navê “Şaxa Zeytûnê – Xusin Elzeytûn” de, bi behaneya “berevaniya di ber ewlehiya netewî ya Turkiyê de” ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (141):
Niştecîkirin û desteserkirina mal û milkan li Gundê “Dêrsiwanê”, gundin niştecîbûnê yen nimûneyî, tevgereke olî ye çalak

Daxuyanên Erdoxan û tîma destlatdariya wî yên li ser binevahiya şêniyê Herêma Efrînê (ku tenê 35% jê Kurd in û yên din jî Ereb û Turkman in) berî ku li çarêka yekê ji sala 2018an êrişê bike ne ji nezaniya bû, belê ew xuyakirin bû ji sedemên êrişkeriyê re, û ji guhertina demografî ya di dermafê herêmê û xelkê wê ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (140):
Binpêkirin û tewanên Gundê “Îska”, revandina du malbatan û girtinên bêsûcane, guhestina kevirên hilkêrgehan bo Turkiyê, qurbaniyên zarok

Berdewamiya binpêkirin û tewanên şer û yên li dijî mirovahiyê û herweha guhertina demografî li Herêma Efrînê, wergerandina siyasetên dijayetiyê yên rêbazkirî li dijî Kurdan bi giştî nîşan dide. Û ji sê salan ve asta wan kiryarên qirêj sivik nebûye, emê jê van bi bîr wînin: = Gundê “Îska”: Gundê “Îska”. Li deşteke dûz e çandiniyê dikeve,  bi /35/KM an ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (139):
Binpêkirin û tewanên li Bajaroka “Kefirsefrê”, kuştina zarok û sivîlekî, girtinên bêsûcane, vêrgiyên diravî û bendkirina terektoran

Weke tekezî ji tevgera olî ya tundrew û çalak re ya ku Rêxistina Birayên Misilman (Ixwan Elmislimîn) û “Sekna Diyant” a Tirkî serkêşiya wê li Herêma Efrînê dikin, li vê dawiyê perçevîdiyoyek hate belavkirin tê de xuya dibe ku li 29.3.2021an giropek kes li çadirgeha Daristana “Elzêdiyê” li Bajarê Efrînê bi navê Nivîsgeha “Koçberên Idlibê û gundewarên wê” li Bajarê ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (138):
Binpêkirin û tewanên Gundê “Til Silorê”, revandin û girtin û guhestin bo Turkiyê, teqandin û pevçûn û topebarandina “Til Rif’etê”, nimûnak gundekî niştecîkirinê

Di dema ku Herêma Efrînê ya dagîrkirî ji nizimbûna asta hînkirinê zehmetiyan dikişîne, tevgera olî ji aliyê rêxistinên bi Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya Turkî ve girêdayî û Birayên Misliman”Ixwan Elmislimîn” û “Sekna Diyant” a yekser girêdayî Erdoxan çalak û germ e, û vekirina Dibistana “Îmam Elxetîb” li destpêka Avdara borî li Cindirêsê jî nimûnak jê ye. Û divê ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (137):
Gundê “Ereba” di bin binpêkirinan de ye, “Newroz” tune ye, berdana yên zorane veşartî, kampaniyeke vexwendinî ye kevneperestî

Rûsiya hewil dide ku sê derbasgehan di navêna herêmên Rijîma Sûriyê û yên di bin desteseriya milîseyên bi ser Turkiyê de li gundewarên Idlibê û Herêma Babê – Heleb veke, bêyî ku êş û zehmetkêşiyên Herêma Efrînê û koçberên wê li Şehba û Şêrewa – Bakurê Heleb ji dorpêçkirinê û herweha qedexekirina guhestinê bo hundir Sûriyê di hesabê Mosko û ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (136):
Tu vejînkirin ji bîranîna Komkujiya Helepçe û Cejna Newrozê re tune ye, revandina keçekê û girtina malbatekê, pevçûn û tewan, destdanîna li ser malmewalên xelkê

Piştî deh salan ji zehmetkêşî û pevçûnan di  Sûriyê de, ta niha Erdoxan li ser nêrînên xwe yên tundrew û bizava li dijî hebûn û rola Kurdan di Sûriyê de berdewam e, û ji dewletên Ro’ava dixwaze piştgiriya wî bikin û li ser piroseyên wî yên ferekirinê erê bikin, herweha piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriyê yên Demokrat re biseknînin, û ...

أكمل القراءة »

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (135)-taybet:
Sê sal ji dagîrkirina Turkiyê… /161/qurbaniyên pakrewan û bêgunehên sivîl, jê /29/zarok û /18/ jin

Wergerandin ji Erebî Sê sal di ser dagîrkirina Turkiyê re, ya li 18 ê Avdara 2018an ji Herêma Efrînê – Bakur Roavayê Sûriyê, bi hevkariya milîsên ku bi (Artêşa Niştimanî ya Sûrî û azad) têne navdan û bi Hemahengiya Sûrî – ixwanî ve girêdayî, û di bin perda fetweyên “Îmam Elxetîb”, “Zanyarên Misilman ên tundrew” û “Encûmena Islamî ya sûrî ...

أكمل القراءة »