Mihemed Qasim endamê komîta şevbuhêrkên kurdî li şamê ,hate Serdana Qamişlo
Abdisemed Mehmûd bavê helbest
14-6-2010
Di 5 ê vê mehê de rêzdar Mihemed Qasim endamê komîta şevbuhêrkên kurdî li şamê hate serdana bajarê Qamişlo , li me bûye mêvan , birek ji nivîskar û rewşenbîrên Qamişlo dit û bi wan re li ser rewşa rewşenbîriya kurdî bi giştî û li ser rewşa çalakiyên komîtê bi taybet rawestiyan û karê wê nirixandin, di roja pêşîn de serdana Mala helbestvanê kurd yê hêja Mele Nûrî yê hesarî kir , bi gurzek gul re li reşa wî pirsî û hêvê ji xwedan kir ku rewşa wî ya tendurustî baş be , her weha hêja mele Nûrî tevlî reşa xwe bi dilekî xortanî pêşwaziya wî û yên pêre kir û dil xweş û şa bû. |