pêlên xeyalan
xoşewîst radimûsan
dê û bavê dilşewitî tu pêşwaz dikirin
çiyayên vînê
di hembêza te de rûdiniştin
teşiya ramanan
bîranîn dirêstin Şîrîna min…
teqereqa deriyên hesinî
fermanên bêtêlan
kurtepista bêdengiyê
xişîna reşkujiya sêdaran
te dibihîst…
xemgîniya tirsê kon didanî
lê hişyarî mêvan bû û rê ne dida girî…
te li hêza xwe
ya ku korên nijadperest nizanin
û li dilên şirîkên xwe guhdar dikir
hejandina rojê
te dît Şîrîna min…
di nalînên çîtikên Firat û Aras de
xoxa dara azadiyê te xwar
”azadî ne tenê şadiyê tîne
mirovan dike mirov’’…
Xwedayên zilmê
mîna kuştina ferişteyan
di sibeha zû de hatine kuştinê…
ba xweşbêhna te balav kir
gul gerdena te maç dikin
û ez
dibime Merşa bin piyên te
dibime şeyê
şekirina gûliyên bixwîn
dibime berbiska biskên te…
di agirê sêdaran de
mîna qurbanê
sinorê pîroziyê derbaskirî
dilerizim
di êşa berxwedana te de difûrim…
zarokên Înanna û Arîna
li bedenên Ur û Hatûşa tifikan pêdixin
çûkên başûr bêdeng in
gurên herêmê li bakur dizûrin
û di bagera xwe de
gêj bûye dîrok…
xeyalên mirinê darbestên mirî hildigirin
hezkirina te şîrîn e
mîna hezkirina rojê Şîrîna min…
sibeh bilind dibe di deqa eniya te de
sibeheke dubêhn
ji bêhna kirêt a xweş dizê
ji yekê Leyla Qasim vedigerê ber sêdarê
ji a din tekoşîna jiyanê
zindîtiya şadiyan ji te bilind dibe…
pakrawanan sibeha te silav kirin
sibeha
te reng dayî nehê Gulanê
hezkirina ji hezkirina te dilşadî ye
hezkirina te ji xwe bihurtine Şîrîna min…
tu roniya wijdana cîhana min î
bayê bakur asîman anî wir
tu roja rojhilata min î…
li aliyekî jinên bihêrs dimeşin
li aliyê din zarok hildikişin
penceran vedikin
da Hecheckên çavtirsandî
û kevokên bûkaniya te werin
xoşewîstî tu yî keça Ararat…
mizgîniya fereca xêrê dibiriqîne
mîna biriqandina dilê te
stêr dizîvirin
mîna govenda hevdozên te
tu vehese û raze…
te doz nivîsand
siyê li dîwarê girtîgehan jan
û hestiyan Dêrsim û Enfal nivîsandin…
dema
te qêrînên xwe bilindî asîman dikirin
dema pirsa xwendegeha te dikirin
’’xwendegeha min, zanîngeheke hûn navnîşana wê nizanin’’
li wir
te bawernamên hemû zanîngehan dirand…
mirin anîn û xwestin çavên wê bibine çavên te
te çavên xwe kirin peyvên zanan
kirin ayînên bêdeng û niyazên derwêşan…
çavên te bûne çira civata nîvmirî
bûne guhdarkirina devên girtî
û axaftinên bêdeng…
çavên xwe
bi deyn bide min
da li te û bîrdoza baweriya te binêrim
çavên te xweşikî anîn…
rûyên maskekirî
leyîstikvanên şanoya tawanbaran e
nirxê navên wan nîne
sêdar li sêdarê barkirin
û çarmixek ji penc sêdaran çêkirin…
dilên reş û destên tarî hûn fedakirin
tiştek li çaxên çûyî zêde nekirin…
ji Daryos û Xelîfê yekem ve
jehra sêdaran kêm nebû li vir
kaniya dadweriya Keyxosrew
û evîna Şîrîn û Ferhadan jî ziwa nebû
şevên her çaxî şev in
Şîrîna min…
derve ronî ye û derî vedikim
stêr di valahiyê de bûne tîr
ewrên şuştina tawanan
Tofana Nuh dibînim…
li ayînên şadiyên olperestên sexte
seyê pîr di nav xwînê de mirî
qerqotê bavê gurên boz
di newala kuştinê de xeniqî dibînim…
ez hêza ku çiya kirine
bajarên bêdîwar
kulmên bilindî asîman dibin
ala rûmetê Gerilayên hevalên te
dibînim
keça warê Celaliyan
xweşika êla Mihoyiyan
Şîrîna min…
11.05.2010
|