" serê salê binê salê"…!

Helbest: Beşîrê Melê
3-6-2010

 li ber pêla vê xaka hişk û ziwa
min temenê xwe bi axê re dêra
xwiya hişa xwe min tevde giviaştî
lêvê xwenê min bûne weke kêra
di xeyala gulçîçek û nesrînan
siya kelem di rê da bûye bela
hin xatir xwestin şêrîn xatir ne da
dilê min jî kul kir negot merheba
piyana her cure derdî min vexar
di tihêla min de du tîrên kevnar
barê çardeh keran hat ser milê min
bi piştek şikestî û destekî xwar
serê sale binê sale Fata kor
zêdebûna we yî nû sed bimbarek
keçê te kolan tijekir pûç û kwîr
te mala min wêrankirî bi carek
1/6/2010