ÇIYAYÊ QERE ÇOX

BEXT REŞÊ KOÇER*
3-6-2010

Qereçox : Bêjeyek ji du beşan pêk tê , Qere : ango reş , Çox : ango paç yan çox , bi girêdana van herdu bêjeyan bi hev ve , ev bêjeye wateya çoxê reş dide .
Di çarçoveya pelemara Erebkirina navên gund û bajar û newal û çiyayên Kurdî ji aliyê desthilata Sûryê ve , navê Qereçox hat guhertin bi Kiratşok .
Qereçox , gulokek çiyayê volkaniye bilind bûna wî dighe heya 700 m rî li ser rûyê deryayê , dikeve li başûrî bajarê Dêrika Hemko bi 15 km ran û Qereçox ne gelekî bilinde û bilindbûnek nimiz heye , sebaretî çiyayên Kurdistanê yên bilind û helemût wek Cûdî , Ararat , Sîpan û Qindîl …hd .
Aliyê çiyê yê bakur deştek têr çem û newal û kendale jê re dibêjin Deşta Hesina , li ser navê êla Hesina ya Kurd , ya ji zû de li wir jiyana xwe berdewam dikin , û ev Deşte , Deştek gelekî firehe ji çiyê berdewam dike heya dighe Ava Mezin ( çemê Dicle ) , û ev Deşte piraniya herêma Dêrka Hemko hembêzî xwe dike bi dirêjahiya 75 km ran û pehnahiya 30 km rî .
Başûrî çiyayê Qereçox , xakek fireh û raste heya dighe li çiyayê Şingalê jê re dibêjin Berrî .
Û çiyayê Qereçox ew jî dirêjahiyek ji çiyayê Bêxêre yê dikeve di parçê başûrê Kurdistanê yê mezin de , lê navbirek dirêj ji hejmarek girên nimiz û Kendal û newal û çemê Dicle dikeve di navbera wan de .
Û çiyayê Qereçox ji gundê Beroj destpê dike heya dighe li gundê Xana Serê û dîsa piştî navbirek kin ji Gundikê Şêxê Dîn berdewam dike û di rojava de nimiz dibe heya dighe herêma Aliyan û dawiya wî dîsa dibe deştek têr çem û newal û Kendal .
Li ser serê wî raserî Gundikê Şêxê Dîn darek mezin ya Berûya bergirtî lê heye ji dehên salan ve jê re dibêjin dara Hesê , û dibêjin mezinek yê herêmê yê Kurd bi navê Hesê ew dare bi desê xwe çandiye .
Nîşanên dîrokî hene û peyda dibin ku Qereçox û herêma xwe avane , û tevgera élan tê de peyda dibe di destpêka serdema misilmantiyê ve , û xelkên herêma Qereçox ji kurmancên Êzidî bûn ji êla Musûsan lê di çarçoveya şerên belavkirina misilmantiyê di herêmê de , Êzidî ji herêmê kişyan , û çûn xwe li çiyayê Şingalê girtin .
Û tê zanîn ku du şerên mezin û kavilker di navbera Êzidiyan û êla Mîran de derbûne ji berya 250 salan li hawîrî çiyayê Qereçox , şerê yekem li girê seryan nêzîkî gundê Xanikê yê neha dikeve li ser keva Dicle û şerê duyem li gundê Til Xenzîr yê dikeve başûrê Qereçox bi 7 km ran , û di van herdu şeran de dehên kesan hatine kuştin ji herdu aliyan û hê heya neha jî gorên 71 qurbaniyên van şeran xuyane di goristana Xenco de nêzîkî gundê Beroj yê di keve di keva çiyayê Qereçox de , û ev herdu şere nîşanên dîrokîne li ser Kurdayetiya çiyayê Qereçox û herêma hawîrdor û hebûna Kurdan di herêma çiyayê Qereçox de .
Û Qereçox di serdema Osmaniyan de bi Mîrgeha Botan ve girêdayî bû , ya sînorê wê yê aliyê başûr digiha heya çiyayê Şingalê û piştî hevpeymana Saykis Bîko di sala 1916 an de û levakirina Kurdistanê li ser çar Dewletan û her wesa Mîrgeha Botan jî hate parcekirin û beşê wê yê başûr hate girêdan bi Dewleta Sûryê ve û çiyayê Qereçox kete di hundirê sînorê Dewleta Sûryê de ,
Û hejmarek bûyer di herêma Qereçox de çêbûne ji wan bûyeran . Dibêjin : Hُemze bekê Şikakî û êla xwe ji Kurdistana rojhilat hatine û demekê li herêma Qereçox rûniştine û kevne warên wan li gundê Hُemze Bekê yê neha , di hatin xuyakirin heya demeke ne dûr jî , û dibêjin sedema hatina wan li herêma Qereçox , ji ber berdewam bûna êrîş û dest dirêjiyên leşkerê Şah piştî şerê Dimdim di sala 1608 an de li ser êla wan .
Û dibêjin di nav êla Şikakan de şivanek ciwan hebû , ew û dotmama xwe evîndarê hevbûn û carek ji caran çavdêriyê li destgirtiyê xwe dike û li ser latek bilind di raweste û stirana li ser destgirtiyê xwe dibêje bi dengek bilind û zelal û rind û xweş , û zilamek yê Mîrê Botan lê rast tê û dengê wê dibhîze û ji dengê wê dimîne matmayî û diçe ji Mîrê Botan re dibêje : Mîrê min : min îro keçikek Şikakî dîtiye li ser destgirtiyê xwe di stirand bi dengek xweş û zelal û nazik û min weke vî dengî xweş û zelal û nerm li tu deverên xweda ne bihîstine , û piştî şêwra Mîrê Botan bi şêwirdarê xwe re ji ber dîtina riyekê ku keçik bê û di dîwana wî de bi stirîne , Mîr radibe bi destgirtiyê wê ve rê dike û li rex xwe dihêle û mercê berdana wî dike ku destgirtiya wî bê û di dîwana wî de bistirîne , û bi dawiyê keçik û xelkên xwe bê çare dimînin û bi ber mercên Mîr re tên û keçik diçe û di dîwana Mîr de stirana dibêje û dûv re Mîr destgirtiyê wê berdide , û ji ber vê bûyerê Şikakan dîsa li herêma xwe vedigerin û soz didin ku dîtir li vê herêmê venegerin .
Û di roja 9 / 7 / 1941 an de fermandarekî Ingilîzî û di gel hêzeke leşkerî ji Iraqê ve êrîş dike li ser Qereçox û hawîrdorê Qereçox û bi taybetî li ser gondê Hُenêwiyê yê dikeve bakurî çiyê bi 5 km ran û Hُenêwiyê dişewitîne û wêran dike û gelek ji xelkên wê dikuje û yên dimînin sax wan jê dide barkirin û sedemê vê kuştarê nakokiyên Kurdan bi Kiristiyanên Hُenêwyê re bûn û ji ber parastina bercewendiyên Kiristiyanan di herêma Qereçox de .
Qereçox çiyayek kevnareye , û yê ku xweşik li ser vî çiyayî bigere gelek deverên kevnare wê bibîne , li Qereçox paşmayê bajarekî heye jê re dibêjin bajarê Zenbîl Firoş , û dibêjin ev bajare bajarê êkanebû di vê herêmê de , û hê bingeh û paşmayên avahiyên vî bajarî xuyane di nava çiyê de ji aliyê bakur ve , û di keva bajêr de şkeftek heye jê re dibêjin şikefta Zenbîl Firoşl , neha bi axê hinekê hatiye veşartin lê dema mirov diçe di ber de mirov bi qasî odekê valahiyekê di lata çiyê de dibîne , û nêzîkî bajêr çemek piçûk ji nava çiyê di herike û tê û dikeve di Sefanê Şekir xaçê de .
Û li ser girekî di kûpê çiyê de ji aliyê başûr ve tirbek heye jê re dibêjin tirba Keçka Kezî , û raserî tirbê darek mezin ya Berûya heye jê re dibêjin dara Keçikê , û di milê wê tirbê de tirba Nayif Mistefa Paşa û tirbên binemala wî û yên êla wîne , û pêşmiqabîlî wî girî û di aliyê bakur de , girek dî heye di kûpê çiyê de , û tirbek li ser wî girî jî heye jê re dibêjin tirba Kurkê Riyal , û di ber vê tirbê de jî darek mezin ya Berûya heye jê re dibêjin dara Kurik .
Kurkê Riyal û Keçka Kezî çîrokek dîrokî û filkilorî û civakiye , û ev çiroke sinciyên herî pak û mirovatiyek herî pîroz jê di herike , bûyerên vê çîrokê bûye stiranek gelêriya gelekê xweş û delal , jê re dibêjin stirana Zenbîl Firoş , û dibêjin Zenbîl Firoş kurê Mîrê Diyar Bekirye navê wî Mihemed Seîُde yan Mihemed Emîne ji xelkê xwe digere û tê Qereçox û tê xwe li wî bajarê li ser serê çiyê digire , û ji ber xwe û zarokên xwe xwedî bike zenbîlan çêdike û di kolan û zikakên bajêr de di firoşe û dema Xtûn wî dibîne û zenbîla difioroşe di kolanên bajêr de û dibîne çi maqûliyek li sere , daxwazê jê dike ku bê bi pê re kêfê bike , lê Zenbîl Firoş daxwaza wê bi cih nayîne ji ber tirsa wî ji xwedayê wî heye , hê hemî Kurdên dinyayê vê çîrokê distirên ji ber gotinên wê yên xweş û awaza wê ya nerm û sivik û wateya wê ya sincî û mirovatî .
Gelek nivîskar û lêkolînvana li ser vê çirokê nivîsîne , yek ji wan lêkolînvana Sovyetî Ş . S . Wisîlyan ya peyama xwe ya diktora li ser vê çîrokê amadekiriye , û ev çîrok û filikilorê Kurdî yê zengîn cihê mat û rizamendiya wê bû .
Û kesek nikare serdema bûyerên vê çîrokê sînor bike , lê ji bûyerên vê çîrokê û nêrînên nivîskarên li ser nivîsîn dibêjin belkî di destpêka serdema Osmaniyan de çêbûye .
Û li ser girekê di kûpê çiyê de ji aliyê başûr ve birca xurtkirina weşana tilvizyona Suryê li ser xuya dike .
Çiyayê Qereçox çiyayek kevnareye , û gelek deverên kevnare di çiyê de peyda dibin , ji ber vê yekê di van salên dawî de ev cihên kevnare bûn armanca dizan , û gelek ji wan hatin dizîn li ser destên zilamên hukumeta Sûryê .
Û gelek gund hene li hawîrdorê çiyê û di qontara çiyê de ji wan gundan , Beroj , Kaniya Dirêş , Hُemze Bekê , Besta Sûs , Tepkê , Mêrga Mîra , Nizar , Xana Serê , Gundikê Şêxê Dîn , Robarya , Mistefawiyê û Gêrê … hd .
Çalakiyên li çiyayê Qereçox peyda dibin . - Çandinî : Çandinî mercek serekiye ji berdewambûna jiyanê re di herêmekê de , û herêma Qereçox ji mêj de karê çandiniyê dikirin , û çandiniyê diçandin ji berê ve Genim , Ceh , Garis û Birinc ya ku bi piranî dihat çandin li wir li ber kevên av û çeman , yên ku Qereçox zengînbû bi wan , lê neha çandiniyên li wir peyda dibin çandiniya Genim , Ceh , Nîsk , Nok û çandiniya Garis û Birinc nemaye ji ber ziwabûna wan av û çema ji ber kêmbûna barîna baranê li çiyê .
- Lawir : Ji ber peyda bûna xakek têr gir û Kendal û newal û gelekê fireh û bê pariya wê xakê ji cot û hilkirinê , û zengîniya wê bi hemî corên geya di çiyê de , ew xake bûbû cihek hêja ji peydabûna hejmarek lawirên bejî re û ji xwedîkirina Lawirên hûger re , û Lawirên hûger yên li wir dihatin xwedîkirin û heya neha jî tên xwedîkirin li wir ji aliyê xelkên herêmê ve Mih , Bizin , Çêlek û Gamêş .
Ji aliyê Lawirên bejî ve . Hejmarek Lawirên bejî li wir peydadibûn di berê de wek , Keftar , Gur , Torî , Beraz , Rûvî , Xezal , Kîvroşk , Sîxur û Jîjo û neha ji xeynî Xezalan , ev Lawire hemî li wir peydadibin lê bi hejmarek gelekê kêm li gor berê .
Ji aliyê balinde ve : gelek balinde li wir peydadibûn wek Sisyark , Alçîn , Kevokên bejî , Lekleg , Mirîşkên avî , Kundo û Beytik û dîsa neha piraniya van balindan li wir peyda dibin , ew jî bi hejmarek gelekê kêm li gor berê .
Tevlî van hemyan gelek corên Maran , Dûvpiştkan , Marmarokan , Nehengên piçûk , Gimgimokan û Mehîcekan li wir peyda dibin .
- Petrol di çiyayê Qereçoxde : Di 31 / 3 / 1956 kompaniya Necîb Menhel destpêkirina karê lêgeryana petrolê û kolana bîrên petrolê di çiyê de kir , û karê vê kompaniyê berdewam kir heya 5 / 10 / 1958 an , û bi karê vê kompaniyê bi cara yekem petrol hate dîtin di çiyayê Qereçox de û di Sûryê de û dûv re mafê lêgeryana petrolê di çiyê de , hukumetê da kompaniya Konkordiya Elmanî û vê kompaniyê karê lêgeryanê û kolanê di çiyê de berdewam kir heya sala 1962 an , û ji vê dîrokê ve û heya neha kompaniya Sûrî ya petrolê karê lêgeryanê û kolanê di çiyayê Qereçox de berdewam dike .
Di gel van hemî gotinan , çiyayê Qereçox buhar û havînan dibe seyrangehek xweş û delal û gelek xelkên herêmê rojên xwe lê derbas dikin û bihna xwe lê fireh dikin , û nemaze piştî çandina aliyê başûrê çiyê bi darên Sero û Sinoberan .
Bi dawiya vê gotarê , hêvîdarin em di riya vê gotarê re gihabin armanca xwe , ew armanca naskirina xwendevanan û gelê Kurd bi çiyayê Qereçox û hêvîdarin kêmasiyên me cihê lêborîna xwendevanên mebin .
Jêderên gotarê :
- Ronîkirinin li ser tevgera Kurdî di Sûryê de ,Mamoste Ebdul Hemîd Dirwêş .
- Kovara taqa , ya wîzareta petrolê li Sûryê .
- Helbest û stiranên Kurdî yên kevnare .
- Ji devên kala û xelkên herêmê , bi taybetî Muhemed Reşîd ji gundê Sêgira .
- Tilvizyona Kurdistan .Tv .
25 / 12 / 2007
Sewêdiyê
* - BEXT REŞÊ KOÇER : Nivîskar û helbestvanek ji gundê Sewêdiyê ye , yê girêdayî bi bajarê Dêrika Hemko ve , berhemên wî evin , yên çapkirî Dîlan û Pîlan ( helbest 1 ) di sala 2005 an de , Xunav ( helbest 2 ) di sala 2007 an de , û yên ne çapkirîn Dijminê Mirovatiyê ( helbest 3 ) , Dibistana Perîşana ( şano ) û di gel hejmarek gotarên Siyasî , Dîrokî û civakî .