Paymengeha Silêmaniyê Ahengek jib o kotayiya sala xwendinê li darxist.

Arî Celal
19-5-2010

Di roja 16-5-2010 an, li bajarê Silêmaniyê, ahengek ji bo kotayiya sala xwendinê ji aliyê peymangeha Bextiyarî ve hate li darxistin.
Bi amadebûna jimareyek berfereh ku pêkhati bû ji mamoste û xwendevanên 7 beşên peymangeha Silêmaniyê digel hijmarek ji mîvan û dostên xwendevanên peymangehê ahenga dawiya sala xwendinê bi coşke mezin bi rê ve çû.
Di serîd her xwendevanekî pêşwazî li kes û kar û heval û dostên xwe kirin û baxên çîçek û gulan I wana wergirtin û birûske û gotinên pîrozbahiyê li hevkirin, pişt re her beşekî peymangehê digel mamosteyên xwe li hev civiyan û çak û çunî kirin û dest bi kişandina wêneyan kirin.
Herwiha xwendevanê sala dawî ya beşka pizîşkiyê û cêgira serokê nivîsgeha Komeleya Kenedî –Kurdî Ya Mafên Mirovan li Kurdistan ê, xato Sirwa Ceza Nadir, ragihand: Ev aheng weke kultûrek nasînê hatiye perewkirin û her kotayiya sala xwendina peymangehê ahengên bi vê şêwazê tên li darxistin, mebest ji vê ahengê ewe ku hemû xwendevanên peymangehê û mamosteyan naskirin û hevtîtinên dosteyetiyê pêşdixin û kes û karên hemûyan tên jib o pêşkeşkirina gul û çîçekan.
Xato Sirwe dazanîn ku di wê rojê de gelek dost û nas û xizimên xwe vedixînin jib o beşdarî kirina wê ahengê û bi dileke xweş derbas dikin, ev jî yekek ji şêwazên nûjen yên pêşxistina peywendiyên civakî û dosteyatî di navbera gelê me de û weke zemîn xweşkereke jib o li hevhatin û jihevnêzîk bûna mirovan.
Ji aliyê xwe ve wendevanê qunaxa yekemîn a Kolîja pizîjkî, xato Sinor Ehmed Qadir, ku yekek bû ji beşdarvanên wê ahengê, dazanîn ku ew aheng jib o hemû xwendevanên peymangehê ne digel hemû beşn wê yên serekî, ew roj dibe sedema nasîn û pîrozkirina kotayiya herdû salên xwendina peymangehê û di dûv re teqîkirin û encamên dawiya sale û derçûnê tên dayîn.
Sinor xan ê di dirêjiya axiftinên xwe amaje bi wê yekê kir ku ew jib o pşroz kirina wê ahengê ji aliyê xweşka xwe ya mezin ve hatiye vexwendin û gelek xweşhale bi wê ahengê ji ber ku di riya wê de gelek ji heval û dostên xwe ên nêz dîtin û ji wan re pîroz kiriye.
Hêjayê gotinê ye ku di dawiya her salên wendina peymangehê de, eheng û şahiyên cur bi cur tên li darxistin û bi awayeke bajarvanî derbaz dibe û bi coş û xweşî ji aliyê hemû beşdarvanan ve tê pêşwazî kirin.
Silêmanî. 16-5-2010