جديد الموقع

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (132):
Pakrewanbûna du hemwelatiyan û girtin û işkencekirina xelkê “Basûtê”- /75/girtî, teqandin û pevçûn, hin gund bûne avagehên leşkerî

“Komîta Redkirina Zordariyan” a ku ji hin serkêş û rewakarên milîseyên ku bi xwe wan zordariyan li Efrînê pêk tînin ve hatiye avakirin, ji Rojnama “Inêb Beledî” re hebûna xwe diyar dike û dibêje: Wê hejmarek malmewal li xwediyên wan ên bingehîn vegerandine, hin biryar bo qedexekirina ferzkirina vêrgî û baceyan li sar darên biber û werzên teneyan derxistine, û komîtak taybet ji bo parastina jîngehê, qedexekirina qutkirina daran, êzingkirin û çêrandina bêwijdan, avakiriye; Lê, wê pirs nekir çima ew binpêkirin pêk hatin? Bi xwe ya rast ew e ku, biryarên wê li ba milîseyên nandoz (ên ku, hemî rengên tewanan ji xwe re kirine kar, û herweha gefan bi sezakirinên hişk didin xelkê ger giliyan pêşkêşî komîtê bikin), weke avenûsa li ser kaxezê ye.

Li jêr emê ronahiyê bidin ser hin binpêkirin û rewşa fewdalîzim û seberdayetiya ku li Efrînê serwerkirî:

= Gundê “Basûtê” û Pakrewanbûna du hemwelatiyan:

Gundê “Basûtê” berî dagîrkeriyê

Gundê Basûtê navdar e, xwezaya wî xweşik e, û ciyê geştiyariyê û seyaran û gerê bû. Lê, mixabin  ji Avdara 2018an ve, jerkî ji aliyê Artêşa Tirkiyê û nandozên wê ve hatiyê dagîrkirin, ew xemgîn e û heyamên nevehesî û tewanbûnê li ser kon vedaye, û Milîseyên “Firqit Elhemzat” destlat dike, biryargeh û hepsên taybet û diziyane di “Xwaringeha Elehlam, avahiya şaredariyê, Vêla Arêf Mihemed Betal û avahiya navenda telîfonê” de çêkirine, ew biryargeh û hepsên ku ji girtin û revandina bi sedan hemwelatiyên xelkê gund û yên din re bûne bîner, yên ku tûşî cûrbecûr işkencekirin û danûstandinên hişk û  ferzkirina vêrgiyên diravî bûne. Tevahiya wan kiryaran jî di bin serpereştiya Istîxbaratên Tirkiyê de, pêk hatine û hîn jî berdewam in.

Di dema êrişkeriyê de gund û riyên sereke bi dehan avêjtekan hatin armanckirin, di encamê de malek bipiçekî hate wêrankirin û hin hemwelatî – di nav de jî zarok û jin – şehîd û birîndar bûn.

Di talana gund de, milîseyan kelûpelên hundir piraniya malan ji raxistok, alav, şênberên xwarinê, amûrên ênerciya elektirîka roniyê, firaxên baqirî, derî û penceriyên hin malan, tiştên dîkanan, û bi dehan alav û matorên duloqî û giropên avkêşa avê ji bîran, dizîn, û dest danîn ser stasyona sûtemeniyê ya hemwelatî “Silêman Îbo”, Xwaringeha “Kaniyê” ya malbata keyayê gund (ya ku niha tenê ji bo dewatan tê bikaranîn), û bi dehezaran darên meywe û henaran ên hemwelatiyên bi zorê hatine koçberkirin, dora /30/ dîkanên li ser kolana serekîn û dora /200/malên ku dora /300/malbatên anîndeyan tê de niştecî kirine, û tu rêdan ji kesî re nepejrandin. Herweha jî, keblên toreya telîfona zemînî û stûnên wê û amûrên navendê hatin dizîn.  Ji nişteciyên gund yên resen tenê dora /600/malbat maye.

Kêlîdema teqendina mala Dilovanber “Şerîf Qasêm”.

Û tewana dawiyê li Siba 23.2.2021an bû, di wê sibehê de mala dilovanber “Şerîf Qasêm” li Gundê “Basûtê” rastî du teqînên li dû hev bi bombeyên teqîner hat. Teqandina diwem a ku bi şêwakî sîstemkirî hatiye wênekirin ku çawa tekbîrên jêrazîbûn û serkeftinê yên ku çekdarên Islamî berî rûdana teqandinê bi çend kêlîkan hildidin, di perçevîdiyoyekê de hate belavkirin; Û di encamê de hin beşên malê hatin roxandin û keça bi navê “Hêva Şerîf Qasêm /21/sal” û merivê wê “Newzet Ekrem Tobal /45/sal” şehîd bûn, û ta niha destlatên dagîrker termên herdu pakrewanan li ba xwe hîştine û radest xwediyan nakin, herweha dora /75/ kes ji xismên herdu şehîdan û xelkê gund – di nav de jî dora /10/jinan – girtine, û hin ji wan girtiyan ev in ( Diya “Hêva” û xwîşka wê, hevjîna “Newzet” û birayê wî “Omîd”, Ednan Îbo, sê lawên Misto Hisên, Hec Xelîl Osman Henîf /70/sal û kurê wî, sê xwîşk keçên Ehmed Xidir, Doran Emberoş – ê hatiye berdan). Di dermafê girtiyan de işkencekirin û zext tê kirin, da ku gund bêşînin û xelkê wê tewanbar bikin. Û piştî ku “Basûtê” û herdu gundên cîran “Birc Ebdalo û Xezîwê” ji aliyê Istîxbaratên Tirkiyê û Asayişa Leşkerî û “Firqit Elhemzat” ve û bi beşdariya serkêşên wê “Sêf Ebo Bekir” û “Ebdela Helawê” ( yê ku berpirsiyarê nivîsgeha ewlehiyê li gund ji berpirsiyariya wî efû kiriye) hatine dorpêçkirin, tirsê kon vedaye. Û tevahiya wan biryaran jî ji bo tewanê bincil bikin û li ser tewankerên rasteqîn veşêrin. Tiştê ku çîroka wan ya ku dibêje ( qurbanî ji aliyê Hêzên Sûriya yên Demokrat ve hatibûn karmendkirin û bombe di mal de hebûn) li erdê dixe û derewîn derdixe, ew e ku tu têkeliyên wan qurbaniyan bi Rêvebiriya Xweser a berê re û bi Partiya Yekîtiya Demokrat re tune bûn, û hîn berevajî wê  têkeliya “Newzet” a bazirganiyê bi hin endamên “Elhemzat” re hebû.

= Fewdalîzim û serberdayetî:

– Li Êvara 21.2.2021an, hemwelatî “Mihemed Mihemed kurê Mihemed Soran” ji xelkê Bajaroka “Meydan Ekbezê”, ji dîkana xwe ya bihevxistina setelaytan a li Bajarê Efrînê, ji aliyê Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê û Elsultan Mûrad” ve, hate revandin, û li 26.2.2021an jî hate berdan.

Teqandina makînak”Van” li nêzîkî Gergeha “Newroz” – Bajarê Efrînê.

– Li sibeha 24.2.2021an, li kolaneke şaxeyî li nêzîkî Gergeha “Newroz” li Bajarê Efrînê makînak “Van” hate teqandin, û di encamê de sê endamên Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” bi kûranî birîndar bûn.

Rêbendeke çekdar e Milîseyên ” Elcebhe Elşamiyê” li Çateriya “Kefircenê” – Efrîn.

– Li 26.2.2021an, Milîseyên “Elsultan Mûrad, Elsultan Silêman Şah, Elhemzat” ên herî girêdayî bi Tirkiyê ve û bi hevrêzî bi “Asayîş Leşkerî” re ( ya ku Tirkiyê li Herêmên ku bi “Mertala Feratê” têne navdan û Efrînê damezrandiye), kampaniyek şopandin û êrişiyê di bin navê ” jinavbirina revankariya li ser sînorê Tirkiyê” dest pê kir; Lê, Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” ew armanckirin ji xwe re dît, hêzên xwe kirin amedebaşiyê, û rêbendên xwe li derbasgehên Efrîn û Ezazê pir kirin, da ku nehêlibe tu hêz çekdar têkevin herêmên di bin serdestiya wê de ( piştî nakokiya wan li ser çarçewa herêmên bandorbûnê û destdanîna ser jêderên wergirtina diravan), li rex wê jî ji bo çandina tirsê di nav xelkê de. Û ew tev jî di bin çavên Istîxbaratên Tirkiyê de ( yên ku baş zanin bilîzin û fîtnê di nav hemî aliyên Sûrî de gur bikin) tê kirin.

= Gundin bûne wek avagehên Leşkerî:

Rêbendeke çekdar e Milîseyên “Lîwa’i Elweqas” li Gundê “Senarê” – Cindirês.

– Nişteciyên gundên (Anqelê û Senarê – Cindirês) û yên din ku di bin serdestiya Milîseyên “Lîwa’i Elweqas” de wekî ku di cîgehên leşkerî de bin dijîn, bê rêdanên fermî (rojane yan heftane yan mehane) û (sê heyvane) ji alavan re û ji nivîsgeha ewlehiya wê de morkirî, çênabe ji gund derkevin û têkevin, bi behaneya parastina li ser jiyana sivîlan – li gor daxuyana berpirsiyarê nivîsgeha gundê Senarê yê bi “Îmad Bekûr” tê navkirin, û ya li vê dawiyê bi riya perçevîdiyoyekê re hatiye belavkirin.

Û li şeva 25.2.2021an, sê avêjtek li Bajarê Efrînê, li nêzîkî Nexweşxana “Avrîn” a berê ü Gergeha “Maratê” û nêzîkî Dibistana “Feysel Qedûr” a berê (ya ku ji Artêşa Tirkiyê re bûye navend) ketin, û xuya dibe ku biryargehên ewlehiyê û leşkeriyê hatine armanckirin.

Ji sê salan ve heyîn û bûyerên li dû hev, gotina “Herêma Aram” a ku “Hikometa Eledalê we Eltenmiyê û serokê wê Erdoxan” digotin ê li Efrînê damezrînin, li erdê dixînin, herweha yên ku silogana “Şoreş û cîhadê” belav dikin, dicersînin, û weha jî ji dûr û nêzîk re tekez dikin ku Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ya girêdayî “Kiwalisyona Sûrî” – Ixwanî, nandoz û diz in û bê piroseyeke niştîmanî yan mirovahî ye.

28.02.2021an                                                     

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Gundê “Basûtê” berî dagîrkeriyê.

– Kêlîdema teqendina mala Dilovanber “Şerîf Qasêm”.

– Herdu şehîd “Newzet Tobal û Hêva Qasêm”.

– Teqandina makînak”Van” li nêzîkî Gergeha “Newroz” – Bajarê Efrînê.

– Rêbendeke çekdar e Milîseyên ” Elcebhe Elşamiyê” li Çateriya “Kefircenê” – Efrîn.

– Rêbendeke çekdar e Milîseyên “Lîwa’i Elweqas” li Gundê “Senarê” – Cindirês.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: