جديد الموقع

Zimanheziya bijîjkekî Kurd
Dr. Memo Abdî*

Min çiqas xwest textoriyê bi kurdî bikim, mîna bijîjkekî kurdîhez. min hewldida têgehên bijîjkiyê wergerînim zimanê dayika xwe, da ku ferhengeke bijîjkî-tendurustî dabimezrênim. asteng û çeper li pêşiya min mîna davkan hatin danîn. Û ez jî weke ordek û tilûrên xwezaya welatê min ketim xefka vedayî li hawîrdorê min . Min niyazdikir ku rêç û şopa textoran biguhezim ber bi arasteyeke nû , taz e û ciyawaz ve ji rabûn û rûniştina kevneşop a heyî û rûniştî dûrbixim . Li Welatê min gotina bijîjk, textor an jî Dr, bi şêweyekî sexte bi pere, mewdan û berîkê ve tê girêdan . Ji bilî hin Awarteyan di dîroka tevgera rizgarîxawz a gelê kurd de. Hin Navine pîroz hene ku karîbûn van perwazên kevnoşop biçirrînin û saloxên kînkêş û çavnebar bidin mandelayê. Dibe behaneyên xelkê di cih de bin di hin mijaran de. Lê rastî ne tenê eve . ji xwe ji erkên me ye ku ev bijîjkên xwe terxankirin bo gelê xwe pêwîste em wana bînin bîra xwêner û şopînerên doza gelê xwe; mîna Dr.Fûad serkêşê şoreşa Şêx Saîd 1925, Dr.Nûrî Dêrsimî serkirdeyekî Şoreşa Dêrsimê, Dr.Şivan serkirdeyê PDKT, Dr.Mahmûd Osman bi erkê serokê karûbarê derve yê şoreşa îlonê bi M .M.Barzanî re, Dr Heznî Haco ku piştî derçûyîna xwe ji zanîngehê berê xwe da eniyên şoreşa Başûr bo pêşkêşkirina alîkariya nojdarî bo birîndarên şoreşê û Dr.Kendal şehîdê şoreşa Bakurê Kurdistanê bû. Bi rastî textorên me dikarin van mînkan bikin bingeha nivîsandina dîrokeke zêrîn, daku guhertinekê li ba xelkê di nerîn û derhişê wan de çêbikin. Textor êdî ne ew kesê perehez, keysbaz, nandoz û malûmewdanperwer e, berevajî van hemî hizr û ramanên çewt . ew dimîne mînakeke rewşenbîrane ku di nav gel û tevgera xwe de dijî, alîkariyê dike û eger jê bê xwestin dişe serkirdeya tevgera siyasî bike . Ne tenê wisa , lê jê wêdetir dikare bibe damezrênerê saziyên zanist û rewşenbîrane di hemî biwarê jiyanê de.

* Rojnama Newroz – hejmar /148/ – 12ê Reşmeha 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.