جديد الموقع

Rojaneyên Efrîniyekî di bin siya dagîrkeriyê de (4)
Osman Îso*

Berbang keriyê tariyê rêş dike û di korta dawiyê de hildiweşîne, destan li hev dixîne û toza wan demên reş dadiweşîne.

 Ro bi nazdarî ji hembêza çiyayê Lêlûn şiyar dibe û bi dilgermî çavên pelên zêtûnê radimûse û bi Tîrêjên xwe dîlana hêşyariyê di nav sirûştê de digerîne….

Kalê Xelo weke her roj ji dengê dîkê sibê ve hêşyar bûye, gulîstana xwe av dide û pelên hişk û zer û weşyayî kom dike û bi gurzek gul guldana şanaz li ber serî hevjîna xwe dixemlîne, û pêşa derî ancaq ava Ferêt paqij bike lê hema bi sê zerikan avdireşîne û kursiya xwe datîne û bêhneke kûr dikşîne tu dibêjî sakê êkê Efrînê bixwe yan di îçî kezebê xwe ke û tîne bîra xwe berê çawa cade û dîwarên xemlandî bi Yasemînan û darên Lêmûn û portiqalan xem direvandin û qisawet dişûştin û dil geş dibûn û gotina (Roj baş cîran) lezetek xwe hebû, te digot qey li nav zêtûna helawê û zêtûnê şikandî û yan pîvaz û temetûz û gêrmiya şe’î re tu dixwî yan tu li Mihemed Şêxo rihmetî guhdar dikî îro ????!!!! Ax îro !!!! kalê Xelo çavgirî û melûl e û ji nişka ve û bi dengekî bilind got: Misto, Misto!! Bes tu mala xwe bibînî, mala bi dar û ber, îro hêştir û ker lê diçêrin…

Hevjîna Xelo şiyar bû, û bi lez hate ba wî û got: Qurban! Çend gûzên ên sala par ji te re bînim Kalê Xel: Gûz??!! _Ûştê êqil pir rindin nahêlin me re bixerife, qurban Misto bû saleke rihmetî bûye, Xwedê rihma xwe lê ke û cihê xwe Cinet be …Û Zelo hevjîna Misto di kursiya biloq de bêçar e, ma qey te ji bîr kirî?! Çawa çetan di orta şevê de xwe di ser sûrê re avêtin hundirê hewşa Misto û gava Misto ê reben li wan hay bû dest kirin qirtika wî û bi şêweyekî hovane fetisandin û bi wa yekê nekirin bi ser de jî bi qundaqa Rûsiyê li orta piştê Zelo xistin ….ax ax Xwedê canî va teresan bibe û ji nişka ve me ji va tengiyê xelas ke… Bê Amîn kalê min. 

Xelo: Lê Amîn amîn, amîn hezar carî amîn, ma tu çiqas dikî pitpit, ma ez berê nizanim ?!! Lê tu kêf dikî gava tu birînên zingirî der dikî …. Xwedê tu heyî ! Me bes bi benî te girtiye?!! Ancaq tu ji heq canî zaliman derkevî?

Nazo: Kino navê xwe li mino!!! Ez pitpitokî me ?!! Ez hişk di xew de bûm û te ez veciniqandim….

Xelo: Min!!!

Nazo: Erê te! Te ji bîrkir, nebû du deqe te bi dengekî bilind got: Heywax Misto hele were!!!…. Min got qey -Xwedê neke – bi te re linavhevketiye.

Xelo: Lê van kûçikina aqil di serî me de hêştine, mal û milik birin û talan kirin û wan û biznan ve dar û ber rût kirin… Hele mêzeke li cadê !! Ma tu zanî çi dirêdane?!! Bes Hêştir ji me kêmbûn!!

Hîn Xelo û nazo ve danûstandin (mîna diyaloga Kurd) bi dawî nekiribûn giropek çete bi otombîleke bi ala Da’îşê û ala Tirkan xemlandî di nik wan re derbas bûn, û gava çavên wan yên birçî li kalê Xel ketin rawestîn û xwe ji erebê avêtin, û yekî deriyê erebê vekir, zabitek bi ritbe û yekî rih dirêj peya bûn..hemû wek mêxan sekinîn û temene jê re lêxistin ….

Kalê Xel got: «Çêrê kûçikan bike çokî dîne kêlek xwe «…Naza min têkeve hundir.

Nazo: Xelê min, ez te bi tenê nahêlim û ez pîrejinek im!

Xel: Lê qurban here hundir, hev ne dêkê xwe nas nakin, dîn û îmanê van pere ne, û yê ji Xwedê netirsî divê me re jê bitirse…

Çekfiroşekî: Elselam eleykom hecî, Kalê xel bêdil silaveke bombekirî vegerand: Silla min jî eleykom …..

Yek ji nav wan berkenî bû, Wa xweçekfiroşî bi erebî got em dixwazin çend pirsan ji te bikin, lê xalê Xel gote wan: Howê ma yahrêf Erebî (ez bi Erebî nizanim) Yekî hûş serberdayî bê terbiya got: Qûm weqif, ma tehrêf howe mîn (rebe ser xwe ma tû nizanî ev kî ye).

Kalê Xel got : Pir di ser va erdî re derbas bûn û çûn û em mane, û ji tu kesî re ranebûme, kalê Xel li Deve (hêştir) mêze kir û got: Ez we rind nas dikim wîn kî ne… û kûr li çiyayê Lêlûn û Kela Semi’anê mêzekir û got: Û Ez jî xwe pir baş nas dikim, EM KÎ NE! .

* Rojnama Newroz – hejmar /148/ – 12ê Reşmeha 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.