جديد الموقع

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (125):
Gundê “Baflûnê” yê Êzdî ji xelkê wî valakirî ye, keçek di bin gefa revandinê de tê koçberkirin, girtinên çawane û bêsûcane

Di siya bêvînmayîna Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Ewlehiyê ya bi nakokiyên navdewletî destgirêdayî, yên ku, nikanin binpêkirin û tewanên di Sûriyê de dibin lîwankin û biseknînin, û çareseriyekê ji kirîza wê re bibînin, û herweha di heyamên bazar û bihevguherîna berjewendiyên siyasî yên navdewletî yên li ser hesabê mafên mirov û gelan serwerkirî de; Rijîma Turkiyê û artêşa wê, û bi riya nandozên xwê “çi siyasetmedar an çekdarên Sûrî” bokeliqiyê, serserliqiyê û dijîtiya Kurdan û hewildana pişaftina hebûn û rola wan, li Bakurê Sûriyê berdewam dike. Di herêma Efrînê ya dagîrkirî de, qirêjî didomin, emê jê van bi bîr wînin:

– Daristaneke ihracê – Bakurê gundê “Baflûnê”.

= Gundê “Baflûnê” – navça Şera: Gundekî Êzdî ye, dora /80/malî ye, li destpêka Avdara 2018an hate dagîrkirin, û berî talanê bêtirî /60/ malbatî lê nişte dibûn, lê, ew bi zorê bo derveyî herêmê hatin koçberkirin.  /13/malbatên ku xwestine vegerin gund hatin qedexekirin, ji ber wê ew malbat neçar bûn ku, li bajarê Efrînê û gundê “Qitmê” nişte bibin. Û dora /150/ malbat ji anîndeyan li şûna nişteciyên gund ên resen û bêtirî /50/jî di çadirgeheke bi odeyên ji bilokan ye li cîgeha “Betrol” – Bakurê gund hatiye avakirin de, hatin niştecîkirin. Di navboriya êrişkeriyê de, /5/ mal bi tevayî hatin roxandin, û tevaya kelûpelên malên mane jî, ji xwarinvexwarinê, firaxên baqirî, alav û amûrên ênerciyê û yên din, û herweha /20/tirektor, /5/makîne û guvêşgeheke zetûnan bi tevayî, hatin dizîn. Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” dest danîn ser tevaya malûmilkên xelkê gund, û ta yên li Efrîn û gundê “Qitmê” rûniştine jî, û ji wan malmewalan, dora /25/hezar darên zeytûnê û /5/hezar mêwên tirî. Ji ber zikreşî û kîna veşrtî û tundrewiya olî, gorên miriyan di goristana gund de wêran kirin, û avahiyeke berê tê de û ji bo encûmenên sersaxiyê taybetkirî bû, kirin mizgeft.  Daristanên Ihracê yên li dor gund – ji bo êzingkirinê – pir caran hatin qutkirin, û li Havîn û Payîza 2019an jî rastî agirpêxistinê hatin. Û herweha, /4000/darên ihracê yên cûrbecûr li cîgeha “Alîma” ya Rojhilatê gund, hatin tunekirin. Hêjaye em bi bîr wînin ku, ew dar ji bêtirî /45/salan ve, ji aliyê dilovanber “Şêx Ehmed Ce’ifer” ve ( yê ku, kurên wî li bajarê Efrînê ne û qedexekirî ne ku, vegerin gund û malmewalên xwe bi rêve bibin) hatibûn çandin. Û ji bêtirî /40/salî ve, avahiyek weke zaretgehekê lê hatibû avakirin, ew jî “Elşamiyê” veguheste biryargeheke leşkerî. Û li Gulana 2016an jî, gund bombebaran bû, û di encamê de ji xelkê wê  şehîdek ket û hinek birîndar bûn.

Avakirina kampekê li cîgeha “Betrol”- Bakurê gundê “Baflûnê”.
Wêrankirina gorên miriyan li goristana gundê “Baflûnê”.

Û divê bi bîr were jî ku, Kurdên Êzdî li herêma Efrînê, rastî gelek zordariyên dîrokî hatin, lê, di siya Rêvebiriya Xweser a berê de, gerdîş û gendîşe, dirûşmeyên xwe yên olî û bîrûbûçûnên xwe bi azadî û serbestî bi kar tanîn, û saziyên wan ên sivîlane jî hebûn. Û li dema dagîrkeriya Turkiyê, ew bi piranî hatin koçberkirin, û yên mane jî ducarkî hatin bindestkirin. Berê hejmara wan li herêmê  dora/30/ hezar kes bû, niha jî kêmtirî /5/hezarî ye, û weke bineolekê, li ser destê milîseyên Islamewî yên tundrew û bi ser Anqerê û Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ve, di bin gefgurên rojane de ne.

= Li gundekî Efrînê hemwelatî “D.M.D” bi bela kîn û binpêkirinên milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” ket, û tûşî dizîn, şelandin, girtin, işkencekirin û dandina vêrgiya /500/ dolar li Havîna 2020an bû. Û serkêşekî wê hewilda ku, dest dîne ser tirektora wî, bi dawiya werza zeytûna re careke din hate girtin û işkencekirin, dora /225/darên wî yên zeytûnê hatin qutkirin, û paşê di bin gefa ku, careke din were cezakirin û keça wî ya mêrnekirî bête revandin hate berdan, û li destpêka îsal, ji tirsa ku, keça wî neyê revandin û hin tiştên din, keça xwe derxist derveyî Efrînê.

= Li navîna Mijdara 2020an, “Asayişa Leşkerî” bi hevkariya milîseyên “Lîwa’i Elweqas”, ev hemwelatî (“Mihemed Ebdîn Ehmed /35/sal”, “Mîkayîl Şêxo Hemîd/35/sal” û diya wî “Nûr Hamîn Hesen Kêlo/56/sal” û xwîşka wî “Cozfîn Şêxo Hemîd /35/sal – hevjîna Mîkayîl”, “Sufyan Ekrem Nebo /45/ sal” û “Ze’îm Mihemed Gulê /45/ sal” – yên halxweş ) ji xelkê gundê “Anqelê”- navça Şiyê, bi behaneya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, girtin. Û li navîna Berfenbarê 2020an hemwelatî “Cozfîn” hate berdan, û yên mane hîn li ba “Asayişa Leşkerî” li bajarê Efrînê bêsûc girtî ne, û ta bêyî ku, bo wan dadgehên ku, ji aliyê dagîrkeriyê ve  çêkirî, werin pêşkêşkirin. Û di heman dema ku, girtî mekin hatin işkencekirin, û ji dora du heyvan ve, bi zorane veşartî ne.

= Piştî şopên işkencekirinê ji ser govdeyên wan çûn, hemwelatiyên gundên “Mistika û Erendê” – navça Şiyê (yên ku, ji aliyê “Elcebhe Elşamiyê” ve, piştî teqîna makîna serkêşekî wê di hundir baje roka Mabeta de, li 18.12.2020an, hatibûn girtin), ji nû ve ji aliyê “Asayişa Sivîl an Elcebhe Elşamiyê û istîxbaratên Turkiyê” ve têne vexwendin, û hin ji wan bo dadgehên wêneyî têne şandin, û bi /1000-2500/P.T têne cezakirin. Û yê dawiyê ji yên birine dadgehan, li 12.1.2021an,  hemwelatî “Egîd Hisên” ji gundê “Erendê” hate vexwendin, û bi hezar pereyên Turk hate cezakirin. Da ku, kirasekî zagonî ne rast li piroseyên girtina çawayetî ya bêsûcane bikin, û herweha di bingeh de, ziyanê bighînin xelkê û wan bidin tirsandin.

= Li destpêka vê heyvê, hemwelatî (“Beşîr Hesen Bêrem /55/sal”, “Hisên Dawod Umer /60/sal” û Celal Sebrî Kemal”) ji xelkê gundê “Hesen” – navça Reco, bi tewanbariya hevkariya wan di parêzvaniya şevê de, li çaxa Rêvebiriya Xweser a berê hatin girtin, heftakê hatin hepiskirin, û piştî cezakirina wan bi /400-700/hezar P.S, hatin berdan.

= Milîseyên “Lîwa’i Elweqas” ji bo êzingkirinê, gelek darên ihracê û yên bi ber qutdike, û nahêle xelkê gund û bajarokên li navçên Cindirêsê, Şiyê û Mabeta yên di bin destan de, êzingên xwe ji bo firotinê veguhêzin derveyî gundên xwe. Û kirîn û firotina êzingan di peyên xwe de dorpêç dike, da ku, xelkê neçar bike êzingên xwe bi erzanî ( her tonekê bi /60-70/ hezar P.S) bifroşin, di dema ku buhayê her tonek êzing – wek heye – bi /270-300/hezar P.S ye.

= Li ser pêngavên bikaranîna çalakiyên serwerbûnê li ser xaka Sûriyê, û ferzkirina kiryarên rastîn ên dagîrkeriyê  – bêyî ku were daxuyanîkirin û bepirsiyariya wan kiryaran bê hilgirtin -; Hikomeya Anqerê di çarçewa piroseya damezrandina pirtûkxaneyan de (ya ji bo piştgiriya piroseya perwerdekirinê di /805/ dibîstanên herêmên (mertala Feratê û şaxa zeytûnê) de – Bakurî Sûriyê – li gor ajansa Anedolê), li 14.1.2021an pirtûkxanak li bajarê Ezazê vekir.

Kuştiyê vêguneh “Yûsêf Ehmed Elxilêf “.

= Alavine ragîhandinê yên xwecihî, li 16.1 2021an, nûçe û wêneya kuştina hemwelatiyekî ciwan “Ehmed Yûsêf Elxilêf” ji xelkê “Dêre Zorê” belav kirin, û dan xuyakirin ku, ew li ser sînorê Turkiyê, li Bakurê navça Bilbilê, li herêma Efrînê, bi qurşîna cendirmên Turkiyê hatiye kuştin.

= Li 13.1.2021an, careke din Artêşa Turkiyê û nandozên wê, hin gundên “Şehbayê” û bajaroka “Til Rif’etê” – Bakurê Heleb (yên tijî koçberên Efrînè), bi avêjtekên top û tangên giran bombebaran kirin.

Rewşa tal û jehir li Efrînê, li ser xelkê wê û Kurdan bi giştî û yên pûtepêdanê bi rewşên wê dikin, erk û stubariyên fazle ferz dike, ku, li gor kanîna xwe alîkariya xelkê wê bikin, roniyê bidin ser êşek û binpêkirin û tewanên rengereng ên têne kirin, û siyaset û kiryarên dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê riswa bikin û bicersînin, û herweha jî, ji bo bidawîkirina dagîrkeriyê û hebûna milîseyên tundrew û terorîst, û vegera herêmê bo serweriya Sûriyê û rêvebiriya xelkê wê, kar bikin.

17.01.2021an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Daristaneke ihracê – Bakurê gundê “Baflûnê”.

– Avakirina kampekê li cîgeha “Betrol”- Bakurê gundê “Baflûnê”.

– Wêrankirina gorên miriyan li goristana gundê “Baflûnê”.

– Kuştiyê vêguneh “Yûsêf Ehmed Elxilêf “.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: