جديد الموقع

Serê te bi min re êşa?
Melek Şêx Murad*

Di riya kurs ê zimanê Almanî re, li vê biyanistanê, min xortekî ciwan, tenik û bejin zirav, bîrwer û nazdar dinasî. Pêlên xemgîn û melûliyê her dem li ser rûyê wî bi balkêşî diyar dibûn! Vêca jî, wî bala min dikişand.  Piştî çend rojan, min li rewş û halê wî diprsî  û jê re digote: Kurê min, ligel ku tu di zimanê Almanî de ji me hemiyan  zîrektir î  jî;  lê  dîsan jî ,  şanên  xegîniyê  xwe li ser rûyê te diyar dikin û dilê mirov dêşînin !

Hîngê wî bi keserên kûr bersiva min weha dida û digot: Çêroka min dirêj e, ma ezê çi bêjim û çi jî nebêjim! Yên   weke te, meta hêja, baş diz in ku, çima û çawa piraniyên kurdên me bi van welatan ketine.  Armanc û merema min, ew e ku xwendina xwe bajome û bidawî bikim û di bera jî, pir pêwîst e, ku karibim karekî xwe peydabikim da ku, bi awakî alikariya dê û bavê xwe li welêt bikim! Wisan jî, di nava van armanc û dilxweziyên min de, êşa min a mezin, evîndara min ya ku me li welêt di Zanîngehê de ji hevdu hez dikir bû.  me soz û peyman  didan, sûnda giran di navbera me de ew bû, ku ji bilî mirinê tu kes nikare  destên me ji hevdû bike !!.. Mixabin, çi û çiqas mixabin, di nava wa keftelefta şer û cenga li welêt û li ser welêt dibû û hê jî dibe de, em ji hevdû pir bi dûr diketin! Ew jî,evîndara min, ji  berî salekê ligel  xwediyan  li vê welatê Almaniya cîwar dibû,  me hevdû didît û wê ji min dixwest ku ez wê ji dê û bavê bixwezim, da ku em ligel hevdu alîkar bin û maleke xwe ava bikin  û duhatiyeke  xweş û geş bêlîbikin. Wisan jî, min serlêdanek ji xwediyên wê re çêdikir û daxweza xwe diyarî wan dikir, wan jî bi rûken û kêfxweşî pêşewaziya min dikirin û bavê wê weha ji min re digot: Kurê min, weke tu dizanî, keça min pir li ber dilê me nazdar û biha ye, û ji te ev yeka naye veşartin, ku   vaye salek e em li vir in, xwezigênciyên keça me gelek in! Lê ji ber ku ew bi te raziye! Em li pêş vîn û daxweza wê ranawest in. Loman jî, ez barê te giran nakim û ew bar û temenê namûsê nîne! Lê hema ji bo nirixê keça min, daxwezên biçûk ji te hene, ew jî ne giran in!

Pêwîste tu bi heft hezar Euro zêran bikirî, dewat û qeleng jî wê hebe yanê bi kurtayî, dora panzdeh hezar Euro bi kêmanî ji te re gerek dibe! Perê te hene?!.  Min bi şêtmayî li çavên dîlbera xwe dimeyzand, belkîm ew ji ber min ve karibe bersiva bavê xwe bide, û li ser min piçekê sivik bike, ji ber ku ew rewşa min baş dizane, û berê hînga li welêt, li ser tuştine wisan me li hevdu kiribû. Çi zor mixabin, wê bi rûkî ber kenî digote min: Bavê min pir mirovekî demiqras û hişmend e. Lewre jî, wî barê te qet giran nekir, ne wilo?! Min rewşa te berê jê re baş şirofe kiriye! Hîngê bi melûlî, dilekî şikestî û pir poşmam ji mala wan derdiketim!

Mixabin ji berî çend rojan min bihîst ku, dewata wê bû! Çiqas tehl e ku birek ji me kurdan -li vê biyanistanê- xwe şaş dikin û dane ser riya rûdawên beloq, pûc û vala. Ew serpêhatiyên curbecur, yên ku em îro meşexit û penaber bûne ji bîra kirine! Wisan jî pirsek tek û tenê xwe di serê min de hildide! Ma gelo çima keç û jinên me dirûşma wekheviyê ji hêlekê ve hildidin, û li hêla dinê jî, bazar, kirîn û firotanê li ser xwe dipejirînin?! Loman jî civak tev di çavên min de nizim, vala û pir pûç xuya dike!

Wî gotinên xwe bi keserên kûr dibirîn û diçû li benda bersiva min nedima! Disan li paş xwe dimeyzad û digot: Di serê min de, kurtepirsek bi hêz xwe lêdide! Ma gelo ta kengê em ê  li ser şopa gerdîşên civakî yên pûç û vala ku ji sedê salan ve toz û kulxanê li ser pal vedane bimeşin , keç û jinên xwe  di bin navnîşana qelengan de erzan û biçûk bikin û rojên li pêş, li serê wan teng bikin?!. Ma gelo çend rengên kirîn û firotanê hene? Ev rûdawa qelengan, ne li gor bejin û bala keçên kurd e! Çiqas heyif û şerm e, ku em vê yekê li ser xwe bipejirînin! Ma kî nizane ku jina kurd ji roja roj ve, ew şervan e, xanima malê ye, dayîk e û pir caran weke dayîk û bav rola xwe di malê de cî girtî an na?

Jin nîvê civakê û perwerdekara nîvê dî ye, ev dirûşma li kû dimîne, ew galgal û peyvên qelew li ku dimînin! Meta hêja, li min bibore! Bi ya me be, jin civak ser û ber e, ma kî nizane navê jina kurd bi tîpên zêrîn di dîroka kevin û nû de hatiye nirxandin, ji ber ku ew weke her kes dizane li  beramberî jiyanê li rex mêrê kurd û di barên giran de hevpişk û beşdar e, bê erê û na bi erk û rola xwe radibû. Îro jî, weke mînak û nimûne, nav û dengê wê bi balkêşî di gastîna Cîhanê de, weke sembola dilêrî û pêdariyê bi şahnazî xwe nîşan dide! Pêwîste mirov vê rastiyê nas bike û bi hawkî wê bipejirîne, nemaze keça kurd çi li der û çi li hundir li rola xwe xwedî derkeve, rûdawên erzan mîna qelengan li ser xwe negire û bi her hawî nemaze li vê biyanistanê wê protesta bike. Dîsan biborîn, meta hêja, min serê te jî bi xwe re êşand!

* Rojnama Newroz – hejmar /147/ – 01ê Berçille 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.