جديد الموقع

Rojên Tarî
Zanistî comî*

Wek her dem û her roj ji destpeka êrişa dewlata Turkiyê tev hêzên tundrew li ser bajarê Efrînê û gundewarê wê, berê min û piraniyê şêniyê me yên çiyayê kurmênc li Efrîn bûn. Nizam ji ber tirsê bû, lê nizam wiha dihat xwastin. Gundî û bi teybat kesên nêzîkî sînor ji zû ve berê xwe dabûn bajarê Efrînê, ew ji ber top û balefiran direvîn. Hin bi rê de û jî di gund de dihatin kuştin, û yên birîndar radikirin nexweşxana Efrînê ji ber ku nexweşxane li gund û bajarokên sînor tune bûn. Piraniyên gundiyên sînor bi cilên xwe ji malên xwe derketin bê ku, kanibin tiştên xwe yên pêwîst birevînin, hemiyan li torumbîl û derktoran siwar dibûn diçûn bajarê Efrînê ba mervên xwe, û piraniya digotin: Çend roj an çend hefteyan emê li mal û gundên xwe vegerin.

Qasnaq li serê Efrîniyan teng dibû, bombe û balefir pirtir dibûn di (40) rojî de deslata Turkiyê tev hêzên tundrew nikanibû pêşde bihatana û tu gund bi temamî kintirol nekiribûn, lê şêniyê gundên sînor direvîn û li hin devran li ser xwediyê malan dibûn bargiranî. Hevalên di şer de mîna lehengan ber xwe didan û tirs dikirin dilên neyaran, lê mala balefir, tang û topan  bişewite hêdî -hêdî pêşde dihatin, kesên  sêvîl dihatin kuştin, gund wêran dibûn, dar û çiya dihatin şewitandin, li pêş cîhanê û rêxistinên mirovane tev ker û lal diman! Di qonaqa diwem de, gundên diketin dest Tirkan pevçûn tê de kêm dibû û şer kêmtir dibû, gundiyan dixwastin vegerin gundên xwe lê mixwabin hevalan digotin: (Heval qedexe ye) ma çêdibe tu herî ba dijminan bi rastî dibûn kelem li pêş kesên dixwastin vegerin gundên xwe wek çawa bûne kelem, gava xelkê dixwast ji e

Efrîn bireve û berê xwe bidin Heleb an gundên şêrewan yan deverên din. Ew dîmen wek lehîyê tê bîra tevan bi çi zehmetiyê û tirsê xelkê Efrînê derdiketin nema dizanin ku va diçin. Efrîn dihat dorpêçkirin hinan di turmpîlan de xew dikirin ku, derfet di wan keve ku birevin. Di deh de rojên dawî de tevan nizanî bûn wê çi bikin, ta hevalên rêvebir û çi yên ji rêvebiriya xweser ve nêzîk tev winda bûn nikanîn tu biryar bistandana ta ku, berê xelkê bidin gundan an derveyî Efrînê, vêca wek pezê bê şivan mabûn û her yekî li gor zanîn û hebûna xwe biryara distan. Ev rewşa teng û dijwar bi giranî di ser miletê Efrinê re derbas bûn di hundir her malekê ji kurdaxê de, bi deh çêrokan vêre derbas bûbûn. Tunebûn, birîndar de nexwaşek an kuştîk li pêş çavan windakirin, tirs û… h.w.d

Hinan ji me digotin: Veger derman e lê mixabin bi xwe venegerî, bes bang dikir veger derman e. şûnê bav û kala çênabe vale bimîne ji ber ku dema vala bimîne wê bibe ciyê çeql û roviyan. Vêca me xwestî yan nexwestî û em razî yan ne razî, bi awakî ne hişmend û aqildar tevgera kurdî yek ji sedemên alîkariyê ye ku, Efrîn û gundewarên wê ji Kurdan vala bikin û guhartina demuxrafî bi hesanî cicîbibe. Piştî têkçûna Efrînê dîsa hevalan nedixwast û ne jî hêştin ku, efrînî li gundên xwe vegerin, rêbend li gundê Bênê çikiribûn bi bîra we tevan tê. Bilî wê tevgera kurdî bi du rêbazan dihat nas kirn û ev yeka ne veşartîbû, yek ji aliya dixweze Y.P. G û Y.P.J têk biçe û bila bêder bisewite ne xem e û kevir li ser kêvir namîne hema bila ew li şûna wan rûnin û xwe venin, û aliyê din dixwazin û li gor zanîna xwe ber xwe bidin û di şerê xwe de biserkevin bê ku bi kes an aliyên din bişêwrin ji bilî xwe kesî nabînin, lê mixwabin dîsa bêder tev şewitandin bê ku guh bidin dedora xwe û hîn dûmanê reş radibe !

* Rojnama Newroz – hejmar /147/ – 01ê Berçille 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.