جديد الموقع

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (106):
Bi karanîna pereyên turkî, birîn û şewitandina daristanan, kêmbûna ava vexwerinê, girtin û vêrgiyên berdewam

Ji stubariya desteya Yekîtiya Neteweya ne, di rêya rêxistin û saziyên xwe re yên ku li piraniya dewletan kar dikin, çavdêriya wan dewletan bikin ku, ta kîjan astê ew bi belge û peymanên navdewletî pabendin. Lê li Sûriyê, nemaze herêma Efrînê, deslatên Turkiyê û milîsên terorîst ên pêve girêdayî, rojane wan belgeyan binpêdikin, bi mebesta ku heyînek nuh pêdabikin. Û guhertina demografî fireh bicîbikin, ev kiryar jî serweriya niştimanî ya Sûriyê binpê dikin. Ji ber ku desteya navdewletî çavan li ser wan kiryaran dadimirîne, ew dikeve bin gûman û nebaşiyê.

   Di vê hefteya borî de, me ev binpêkirin berçav kirin.

–      Ji demekê ve deslatên Turkiyê ferman dan ku perên turkî li şûna yên sûrî, li herêmên di bin destê wan de, di hemî kardayên serwerî û bazirganî de bi kar wînin, ta ku aboriya wan herêman bi ya xwe ve girêdin û ji ya deverên Sûrî yên din biqetîne, bi ser de jî ala Turkiyê û wêneyên serokê wê Erdoxan li hemî saziyên leşkerî û sivîl ên pêvegirêdayî hildidin, ev bi xwe jî pinpêkirine ji serweriya niştimanî ya Sûriyê re.

Şewitandina Çiyayê Hawarê

–      Bona ku milîsên çekdar êzing û komirê li herêma Efrînê bikin daristanan dibirin û dişewtînin. Di 31. 08. 2020an de agir berdan çiyayê Hawarê, rojhilatî gundê Avrazê – Mabeta. Dîsa milîsên “Feyleq El-şam” di navêna herdu gundên Kêla û Zerka de /2000/ darên merxê birîn. Û milîsên li gundên Çeqmaq, Çençelî û Elemdara li navça Reco, rojane darên çiyayên derdorê qutdikin.

–      Xelkê gundên (Kerê, Kêla û zerka) – Bilbilê, êşa kêmbûna ava vexwerinê dibînin. Ji ber ku dema milîsên cîhadîst û tundrew li Avdara 2018an ew navçe dagîrkirin, mator û tirampa avê li çateriya gundê Zerka dizîn. Wî karê ne baş hêşt ku xelkê wan gundan her sîtêrek av dora (12) bermîlan bi (13000) P.S bikirin, piştî ku ava bîra kevin jî ziwabû. Ev zor û binpêkirina li dijî mafê mirovane, bi mebesta ku xelkê herêmê barkin û dev jê ber din.

–      Li roja pêncşemê 27. 08. 2020an, ya ku bi navdibe asayîşa sivîl hinek ji xelkên gundê Celemê – Cindirêsê girtin, ew jî evin: Mihemed Hesen Zorî 40 salî ye, Elî Hesen Zorî 30 salî ye, Gênco Subhî Gênco 35 salî ye, Fehid Elî Elî 35 salî ye, bi gunehê têkliya wan bi Rêvberiya Xweser ya berê re. Piştî sê rojan û / 1000 – 2000/ L.T ji her yekî standin, ew berdan.

Dîsa li 31.08. 2020an milîsên “Lîwa’i Weqas”  hemwelatî Qaziqlî Cemîl Miho ji gundê Hêkçê – Şiyê girtin ku, vêrgiyek diravî ji xwediyê wî bistînin, û hêjî çarenûsa wî ne diyar e.

Carek din milîsên Ehrar “El- Şerqiyê”, kalemêr Murad Reşîd Mihemed 65 salî, ji gundê Yalanqozê- Cinderêsê ye, li rêya herêma Ezazê girtin, û piştî  (1250000) P.S  jê şelandin ew berdan.

–      Ji ber serberdaya çekan û bona desteserkirin û dizîna mal û mewalê xelkê Efrînê, herwextekê milîsên çekdar bi hevra şerdikin, yê dawiyê di navbera milîsên “Lîwa’i Sultan Şah, El -Emşat” û “Lîwa’i Weqas” yê ku destlatiya gundê Senarê- Şiyê dike de peyda bû, û milîsên El-Emşat girê Cirnazê yê kevnepûr standin, û çavên wan li deşta gundên Senarê û Anqalê ne, ya ku bi çandiniya havînê û darê zeytûnê zengîne.

Xelkê me yê Efrînê bi destêwerdana serweriya niştimanî ya Sûriyê qayîl nabe, û bang li Şamê dike ku bi erka xwe ya niştimanî  ji bona herêmên dagêrkirî rabe, bi kêmanî ji desteya Yekîtîya Neteweyan bixweze ku li hukometa Turkiyê a dagîrker fişarê bike, ku binpêkirin û tewanên  rojane dike rawestîne, û rê veke li pêş xelkê ku, bi darê zorê penaber kirine, bi aramî li malên xwe vegerin.

06.09.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Wêne:

– Çiyayê Hawarê- rojhilatî gundê Avrazê.

– Gundê Celemê – Cindirêsê.

– Girtiyê navsal Murad Reşîd Mihemed

– Girtiyê ciwan Qaziqlî Cemîl Miho.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: