جديد الموقع

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (102):
Piroseyên turkirinê û guhertina demografî nesekinîne… Kuştin û dizîna endamên mirovan, tarûmarkirineke mebestkirî ji kêlikên goran re û avakirina kampeke nû, şewtandina darên behîvê

Ji roja yekê ji dagîrkirina Efrînê ji aliyê Turkiyê û bi hevkariya nandozên milîseyên cîhadîst ên terorîst ên bi ser ve; Kiryar û pêngavên tarûmarkirinê yên di hemî warên jiyanê ( aborî, civakî, çandî, dîrokî û asayî…H.W.D), herewha derbarê xweza û kevnetora mirovahiyê, û li rex wê jî koçberkirina zorane ya berdewam ji nişteciyên resen re û niştecîkirina bi sedhezaran anînde ji herêmên din ên Sûriyê li şûna wan, li herêma Efrînê nesekinîne…Da ku, Kurdên di warên xwe de mane, neçar bike koçber bibin û dev jê berdin, û li gor rêbaz û baweriyên xwe yên dûr û dirêj ên taybet, guhertina demografî li herêmê fere bike, turkirin û islamkirina ew dixwaze ferz bike, û herweha nasnama dîrokî û çandî ji herêma Efrînê ya Kurdî – Sûrî û xelkê wê (yên Kurd ên resen) bipişêfe, ta bigihê tunekirina hebûna wan. Ew tev jî, ji bo xewna Toraniyê di Osmaniyeke nû de, li ser destê rijîma Partiya Eledalê we Eltenmiyê û serokê wê Erdoxan li Anqerê (şivanê sereke ji Tevgera Ixwan Elmuslimîn ya Cîhanî û hemî milîseyên Islamî yên cîhadîst ên tundrew ên di çarçewa wê de digerin) pêk were. Û bi hezaran raporên rojnamegerî û mafwerî yên xwecihî û navdewletî yên alavên ragîhandinî, çalakvan, partî, encûmen, rêxistin, komele û şopegehan – hin jê jî girêdayî Neteweyên Yekgirtî ne – vê gotina me tekez dikin, lê tu bandor jî li siyasetên dijberiyê yên destlatên dagîrker û nandozên wan nekirine. Ji ber ku, ew kiryar hîn berdewam in û piçekê jî zêde bûne, û diyare ku Turkiyê  -ya ku, divabû cîran ba û rêza mafên cîrantiyê bigirta – di cîbicîkirina siyasetên xwe ya dijber de, di dermafê herêma Efrînê de berdewam e. Û ji binpêkirin û tewanên çend rojên çûyî de, me ev şopandin:

– Li roja Duşemê 3.8.2020an, dema ku “Xelîl Nîhad Şêxo/16/sal” ê negîhayî, ji xelkê gundê ” Vêrganê” – navça Şera li nêzîk sînorê Turkiyê (li aliyê Sûriyê), cendirmên Turkiyê qurşîn kirin û kuştin, di dû re birin nexweşxanak Turkiyê, çend pirojeyên terşandinê ( birînkirin) li govdê wî çêkirin. Û li gor hin bînedanên merivên wî, guhestinên alavên hevgîhandinên civakî, rêxistin û komeleyên mafwerî û hebûna dirûtinê li ser stûyê wî – li gor wêneyeke belavkirî -, hin endamên wî hatin dizîn. Û pişt re, termê pakrewan bo xwediyan hate radestkirin, û di goristana gund de (cîgeha jidayîkbûnê) û bi beşdariya xelkê gund û yên derdorê – di nav heyamên xemgînî û şermezariyê de – hate binaxkirin.

– Bê rêzgirtin ji Cejna Qurbanê ya bimbarek re, hin çekdarên bi ser milîseyên Islamewî ve yên li gundê “Şêxorzê” – navça Bilbilê, bi awakî mebestkirî kêlikên tirbên goristana gund roxandin û pê lîst in.

– Di pêvajoya şerê bineolan de, dagîrkeriya Turkiyê biryargeha bineola Êzdiyan li bajarê Efrînê – nîzîk lîstgehê roxand, û kevirê bingehînê yê avakirina dibistaneke hînkirina ola Islamî li şûnê danî.

– Hin xortên çekdarên milîseya “Elsultan Mûrad” li gundê “Qere Golê” – navça Bilbilê, pir mekin li zaroyekî gund xistin, û hin jin û zarokên nêzîkê pişta merivên xwe girtin, û di dû re, giropeke milîseya “Elhemzat” ketinê û ew neçar kirin ku bi dijkeran re li hev werin.

– Di siya niştecîkirina hejmareke bêtir ji anîndeyan li Efrînê, û weke amedekarî ji encamên piroseyên leşkerî yên başûr û rojavayê Idlibê re – yên gengaz heye bibin -; Destlatên dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê, li nêzîk gundê “Avrazê” – riya Efrîn – Reco û bi taybetî li ciyê lidarxistina şahiyên cejna Newrozê, bi karanîna bi dehan alavên giran, çadirgeheke mezin ava dikin.

– Berî cejna Qurbanê bi du rojan, darên behîvê (yên hemwelatî Silêman Me’imo ji xelkê gundê “Kêla”- navça Bilbilê) li nêzîk çateriya gundê “Zerka”, ji aliyê milîseyeke çekdar ve hatin şewtandin.

Em kanin bibêjin ku, dewleta dagîrker di gel nandozên wê kane pir binpêkirin, qirêjî û tewanan di dermafê Efrînê û nişteciyên wê yên resen de pêk wîne û siyasetên xwe yên dijber bide cîbicîkirin, ji ber ku, dewleteke mezin e, di hevpeymaniya “Nato” de endam e, û hêz û kanîna wê jî heye. Lê, di heman demê de em tekez dikin ku, berdewamkirina wan siyasetan ê zû yan dereng bobelatan ji hundir Turkiyê re wîne, û berdewamkirina xebata xelkê Efrînê û Kurdan bi giştî û tevahiya welatparêzên Sûriyê yên bi namûs û şeref naseknîne, û wê ji bo dawîkirina dagîrkeriya Turkiyê û tunekirina milîseyên terorîst li Efrînê û hemî herêmên din ên Sûriyê yên dagîrkirî, hîn rijdbûna wan li ser kar zêde bike.

9.08.2020an                                                

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

———————————

Wêne:

–  Pakrewan “Xelîl Nîhad Şêxo/16/sal” berî û piştî kuştinê.

– Zeviyê darên behîvê ya ku, li gundê “Zerka” hatiye şewtandin.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: