جديد الموقع

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (101):
Cejneke xemgîn, belavkirina tundrewiya olî, binpêkirinên berdewam, pihêtkirina dorpêçbûnê

Vaye cejneke din derbas dibe û xelkê Efrînê di rewşeke herî pîs de ne, û ew veger û jiyaneke aram li herêma xwe, şabûneke nêzîk e êşa wan bi dawî bike, û ji bin nîrê dagîrkeriyê û milîseyên terorîst ên bi ser ve derîne, hêvî dikin; Da ku, cejnina vejînin, tê de bav û dê tevî zaroyên xwe bi hev re bin, gendîş û gerdîşeyên ji bav û bavpîran ve jê re mane, di heyamên azadî û rûmetê de bi kar wînin, wek: Seredana merivan û pîrozkirina hevdu, herweha seredana goristanan, danîna baxên gulan li ser gorên Şehîd û miriyên xwe, û xwendina fatihê li ser giyanên wan.

Lê, kiryar û binpêkirinên dagîrkeriya Turkiyê û milîseyên çekdar ên girêdayî”artêşa niştîmanî Sûrî”, (bi riya ferzkirina dorpêçeke pihêt li ser hemî gund û navçên girêdayî bajarê Efrînê, qedexekirina guhestina xelkê bi şêwakî azad, û herweha ferzkirina kiryarên rotînî, girêkok û çetin li ser her kesê dixwaze ji deverekê here devereke din re), tu wate ji cejna pîroz re nehîştin. Zatirê binpêkirina dawiyê jî, qedexekirina xwediyên xwendekarên di ezmûnên bawernameya navendî ya îsal serkeftî de bû, da ku, herin bajarê Heleb û gerekiyên tomarkirina zaroyên xwe bi dawî bikin. Û bi ser mercên sert û dijwar ên piraniya xwendekarên Efrînê tê de dijiyan; Tiştê balkêş serkeftin û bidestxistinên pileyên cîwaz di hemî şaxên bawernameya navendî de bû.

Û jerkî herêm hatiye dagîrkirin ve, desthilatên dagîrkeriya Turkiyê hewil didin ku, heyînên nû li ser xelkê Efrînê ferz bikin, bi taybetî jî belavkirina tundrewiya olî bi riya dibistan û amojgehên olî, kors û çalakiyên cûrbecûr, û di riya îmamên mizgeftan re, û di bin navê komeleyên fîxaniyê de. Bi ser de jî avakirina hejmareke din ji mizgeftan li bajarê Efrînê û gundewarê wê, û li ser erdên taybet ên hin koçberên Efrînê, bi behaneya nebesbûna mizgeftên  hene, nimûne: Rêxistina (IHH) a Turkî ragîhand ku, wê dest bi avakirina mizgeftekê – /1500/ kes tê hiltê – , li bajarê Efrînê – gergeha Kawa bike, û herweha li gundê “Til Tewîlê” yê nêzîk Efrînê jî, dest bi avakirina mizgefteke din kir, bi armanca guhertina sîstema mejiyê xelkê herêmê ( ya naverast, vekirî û li dijî tund û tûjiyê), têvedana wan bi aliyê tundrewiya olî ve, û paşê jî wan bi ser xwe ve bikşînin û bi xwe ve girêdin. Di heman dema ku, xelkê Efrînê bi hewceyî peydakirina pariyê nên, hebûna aştî û aramiyê, û danîna rêgirekê ji binpêkirin û tewanên ku, rojane di dermafê wan têne kirin de ne. Û hatina Cejna Qurbanê ya bimbarek, û bi ser pîrozbahiya wê li ba xelkê herêmê; Milîseyên terorîst binpêkirinên nemirovane yên di dermafê xelkê Efrînê dikin de ranewestandin. Û ji wan kiryarên nemirovane:

– Girtina parêzer “Luqman Hemîd Henan” ji gundê “Dela” – navça Mabeta, û li bajarê Efrînê – taxa Mehmûdiyê rûdine, li 26.7.2020an, ji aliyê (asayişa sivîl) ve, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

– Girtina hejmarek ji hemwelatiyên gundê “Tirmûşa” – navça Şiyê, ji aliyê milîseya “Elsultan Silêman Şah – Elemşat” ve, bi behaneya danûstandina wan bi Rêvebiriya Xweser a berê re, li 27.7.2020an, û bi aliyekî ne xuya ve birin, û ta niha çarenûsa wan ne diyar e. Û navên wan li gor rêxistina zagonî ya Kurdî ev in: Kemal Ehmed kurê Hesen/28/sal, Ferîd Sîdo kurê Xelîl/20/sal, Esmet Xelîl kurê Ehmed/27/sal û Fewzî Hesen kurê Nûrî/30/sal.

– Qedexekirina çûndina xelkê gundê “Omo” – navça Mabeta nav erd û zeviyên wan ên çandiniyê, û qedexekirina çinîna berhemên simaqê û gûza, da ku, ew bi xwe bidizin. Û giropeke çekdar hemwelatî “Sîno Hemo”, bi behaneya qedexebûna gerê li derveyî gund, ji nav darên wî qewitandin.

– Ferzkirina dorpêçeke pihêt li ser bajaroka Kefirsefrê – navça Cindirêsê. Û di vî warî de, milîseyên “Lîwa’i Semerqend” hemî riyên axî yên çandiniyê yên jê derdikevin bi bendên axê girtin, û çar rêbend li ser riyên serekîn ên derinê çêkirin, da ku, bi behaneya nexweşiya Korona (kovîd19) xelkê wê qedexe bikin têkevinê yan jê derkevin.

– Ferzkirina xerciyeke nû ye bilind/60/hezar PS, li ser cotariyên gundên “Xezîwê, Şadêrê, Birc Ebdalo, Îska”, ji aliyê milîseyan ve, ji ber her carek avdanê û ji her hiktarek erd ve.

– Desthilatên dagîrkeriyê li ser hemî makînan û aletan tabloyên nû ferz dikin, û xwediyan neçar dikin ku, makînên xwe tomar bikin û wênan û derîban jî bi pereyên Turkî li şûn pereyên Sûrî bidin.

 Xelkê Efrînê bangewaziya “Rêxistina Yûnîsêf, hevrêzkar Netweyên Yekgirtî yê rewşên mirovane di Sûriyê de û lê rûniştî, û bi taybetî Rûsiya û Emrîka” dikin, ji bo bi erkên xwe di dermafê xwendekarên Efrînê de rabin, û li hikometa Turkiyê û milîseyên pêve girêdayî û herweha jî li hikometa Sûriyê fişarê bikin; Da ku, ji xwendekarên serkeftî û yên dixwazin li kîjan deverê li ser xaka Sûriyê bixwînin re, rê bidin herin û werin bajarê Heleb û hemî bajarên Sûriyê, ji bo kanibin xwe di dibistan û zanîngehan de tomar bikin, û pêdiviyên rabûn û rûniştinê peyda bikin. Ji ber ku, ev ji girîngtirîn mafên mirovan ên xweza ye, yên ku, ji hemî rêxistinên navdewletî û desthilatên xwecihî ve tê xwestin ku, werin parastin.

2.08.2020an                                                

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

———————————

Wêne:

– Girtî avokat Luqman Henan Hemîd.

– Gundê Tirmûşa – navça Şiyê.

– Bajaroka Kefirsefrê – navça Cindirêsê.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: