جديد الموقع

Çima nivîskarê Kurd bi Kurdî nanivîsîne?
Cansoz Dabo*

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, ji ber rewşa ku Kurd tê re derbas bûne û qedexeya zimanê Kurdî ji aliyê desthilatên Şamê yên nijadperest û şovenîzm, xelk neçar diman, zarokên xwe dişandine dibistanên Erebî. Vê rewşê hîşt ku piraniya nivîskarên Kurd ji her du zayendan, berhemên xwe bi zimanê Erebî binivîsînin û zimanê xwe yê zikmakî piştguh bikin. Gelek ji wan navdar bûn û bêyî ku berhemekê jî bi zimanê xwe biafirînin. Her çendî rewşa herêmên Kurdî ji sala 2011an ve, ji dema ku kirîza Sûriyê dest pê kirî de, hatiye guhertin. Ji aliyekî ve zimanê dibistanan bi Kurdî ye û ji aliyê din ve ew kesên ku berê li dibistanên Erebî xwendibûn, ji nû ve li waneyên zimên beşdar bûn û xwe hînî Kurdî kirin. Lê hîn jî rêjeyeke mezin ji nivîskaran bi rijd in ku bi zimanê Erebî biafirînin. Sedema vê yekê li gor şopandina me ew e, ku her aliyek aliyê din gunehkar dike, ango nivîskar dibêjin: Xwendevanên Kurdî kêm in û ewên ku hene jî piraniya wan bi Erebî dixwînin, xwendevan jî nivîskaran tewanbar dikin û dibêjin: Ev kêmahiya wan e û wan xwendevanên xwe hînî xwendina bi zimanê Erebî kirine.
Di vê derbarê de, min rapirsînek li ser tora civakî, gurûpa bi navê «Kurdên Zanîngeha Helebê» ku hejmara wan bêhtirî pênc hezar kes e, ew hemû xwendekar û derçûyên wê zanîngehê ne û beşên curbicur xwendine. Paşê min ew li ser rûpela xwe ya kesane jî weşand. Tevahiya kesên dengê xwe dane 207 kes bûn, ji wan _Kurdî: 57 kes. _Erebî: 39 kes. _Kurdî û Erebî: 109 kes. Du «2» kesan jî lome kirin û gotin em Kurd yekcar naxwînin, ango bi tu zimanan naxwînin. Beşekî ji wan nêrînên xwe dan û gotin: Xwendina bi zimanê Kurdî xweş û hêsan e û em tu astengiyan tê de nabînin. Beşê din, ew yê mezin bû, got: Xwendina bi zimanê Kurdî ne hêsan e û carina em di têgihîştina hin têrman de zehmetiyan dibînin, ji ber ku me ji biçûkî ve li dibistanên Erebî dixwend û çanda me bi wî zimanî ye.
Li gor dengdanan, 57 kes berê bi Kurdî dixwînin û 109ê din jî, ew kesên ku bi her du zimanan, Erebî û Kurdî dixwînin, ew jî bi Kurdî dixwînin. Bi vî awayî 166 kes ji her du zayendan bi Kurdî dixwînin, ji tevahiya kesên ku dengê xwe dane, ew jî 207 bûn, ji bilî her du kesên ku gotin, Kurd naxwînin, dixwînin. Li gor vê lêpirsînê, diyar dibe ku nivîskaran hewl nedane bi Kurdî binivîsînin û xwendevanên xwe hînî xwendina bi Erebî kirin. Bi nêrîna min, divê ji ber du sedeman nivîskar girîngiyê bidine zimanê xwe û hinekî xwe pê mijûl bikin. Yek jê, kesên ku berê bi Kurdî nedixwend, di van çend salên dawiyê de xwe li pêş xist û êdî pê dixwînin. Sedema din ya sereke jî ew e, nifşê nû li herêmên Kurdî tenê bi Kurdî dixwîne û peywendiyên civakî yên rojane jî wek berê di navbera pêkhatên Sûriyê de kêm bûne. Ji xwe berê piraniya herêmên Kurdî sade Kurd in. Lewre jî dibe ku di çend salên bên de, wek herêma Kurdistana Îraqê, pir kes ji bilî berhemên Kurdî ne bixwînin û ne jî guhdanê pê bikin.

* Rojnama Newroz – hejmar /145/ – 01ê Tîrmehê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.