جديد الموقع

Dumahîka gotara: Peydabûna hunerê
Mihemed Qere Hesen*

Derketina (ter, teryog, Qeşmer)

Navêkirina lîstokvan ji navê pîrê Kurdê yezîdî tereyok hatiye, ewênê ku di boneyên olî beniyên royê de dikirin. Wek C.C.Firêzer dibêje: Postê binznê li kalekî dikirin, û zengil dikirin ustiyê wî. Ew di dor kesên li wir kom bûne re bi çarlepan dimeşî û zevî kar û berxikan dikir (me›i, me›i). Ev şanoya ji kesên kom bûn re ye, û bi gera di dor wan re sêncek veşartî çêkiriye, ku dijmin nikane wê derbas bike.
Ew karê ku kincên ji çermê bizinê li teryog kirine, gava yekê bû di dîrokê de ku şanoya lehengê diramî yê xwe veşartî henera tiracîdî bû.

Têrma kurdî (direm – dara) di şanoya girîkî kevin de.

Ew pîrê teryog, kurdê yezîdî bergên bizinê li xwe kirî, û di dor koma bawemendên perestiya royê dikirin re digerî. Ew valahiya sêncî li dor xwe çêkirî, bi kurdî jê re dibêjin dara (der). Ne dûre ku têrma girîkê( dromoc) bi wateya (gerwera rewanê),ji wê têrma lîstoka şanoyê – direme- cihê pêşkêşiya êşê ye.

Setêre.

Hatiye navkirin lêstokvan(actor) bi bêjeya setore, ji rê teryog (ter, der) hatiye. Ew pîrê di dor xelkê bawermend re gilover digerî valahiyek pîroz çêdikir ji bo ku xwedêyê mezin bi teşeyê Tekiş (nêrî) bibe. Bêjeya Sertêre wiha çêbûye (sa) ji navê nîsandekê ya Vîdî ye, ter- der ji kurdî ye, bihe ketiye bûye setêre.

Teatr (Tiyetir, Şanogeh).

Tiyetir ji Vîdî- Arî dhi (dîtin, pêhay dibe) û bêjeya kurdî dî, dîtin. Ango ew dera (cihê) dîtinê ye, cihê sêrkirinê ye. Niha têrma tiyetro di piranya zimanê Hindo- Awrupî de bikartê.
Dirame (drama).
Têrima dirame ji bêjeya kurdî (der- dara) hatiye, û paşkîta me Vîdî pêketiye.

Komîdiy (Comedy).

Ji kevin ve bêjeya komîdiye bi wateya şahî û kêfê hatiye. Ew ji gome, ew cihê dibinê zemînê de gom (şiket), û pez dikirê, an cihê tê de pez bi xwerindidina( alîf). Li ba kotiyan gava pezên xwe li destpêka biharê dizên dibû roznama saleke nû, royek nû.
Gava pezên xwe dizan şahiyek mezin li ba bapîrên Kurdan çêdibû, şahî bi koman e li dar dixistin. Dibû şahiya serê salê( roja nû) Newroz- sala nû- roja nû.
Beşê dudiyê ji medya ye, koka xwe Vîdî medhe (mey) ye. Ew şahiya weke serxweşiyêye , ew kesên tev şa û bi kêf in. Ew kesên hemî serxweş.

Defremp (def+ rim).

Defrim destpêka karê olî tercîdî ye ( lavj û stiranên vejîna cedî ‹ tek, tekiş› )bû. Li destpêkê dikirin borbor û qêrqêr got ( ayet) dixwendin û sema dikirin û li dor hev digerîn, û bi rimê li defê dixistin, remprempa rtimê û awaz jê bi derdiketin. Ev borboriya cadoyî şana komkirina hêzên mêran ên moralî û giyanî bûn, wê qêrqêrê yekîtîk razberî di nav hemî kesên ezbetê de çêdikir û bi xurtî heve girêdidan.
Ew pîrê Kurd yê ku bergê çêrmî li xwe dikir, xwe dikir qeşmerê olî û di dor kesên bawermend re digerî, der û dîwarekî derûnî çêdikir û gotin dixwend û lavj dikir. Ev kirar di boneyên olî û leşkerî de dikirin, û bergeriya xwedêy cedî( tekiş) dikirin, di boneyên leşkerî de jî ku pê dijmin û neyarên xwe bitirsînin. Ew cih nav lêdibû direme, ango ew dera ev kara lê tê pêşkêş kirine. Eristo dibêje: Defremp ji Esiya biçûk derketiye.

Şahmar.

Li gor têtalên Hêtîtan, ku rim xesyeteke ji xesyetên xwedêyê birûskê (pirîsk) ye, bi teşeyê marê bi dubaska ye.
Li devera loristanê (golar) pîrozkirina şahmarê sipî li pêş bû. Li sala 1812 an serbazekî înglîz dibêje: Kurd li çiyayê Hemewendê mehrecana rizgarbûna wan ji Ejdihayê Ezdihak li dar dixin. Koka bêjeyê Vîdî – Ariye ji ( axi- bydhn) heye. Hêjayî gotinê ye ku Kurd li cîhanê miletê tekaney ku şahmaran pîroz dike.

Dewrêş (Devrişî)

Kurdan ta roja îro bi vê bêjeya Vîdî – Arî bi kartîne. Bi navê qelenderê yoge nas dibin. Ev bêje bes di zimanê kurdî de bi kartê. Bi demê re bû têrmek olî jep yoga. Ev bêje wih hatî kişandin. Reca bi kurdî xwestek e, berger e. Rsî Hindo- Awrupiya dêrîn e. Dev bi Hindo- Cirmanî û Vîdî – Ariye. Wateya xwe xwedê ye (dêwas, dêw, zivis). Dewrîş, ew kesê bi dev berger û lavjan ji xwedê (Dêw) dike.

Yoge (Yoga).

Yoge koka xwe ji bêjeya êge (tûjkirin) ye. Seydayê wê bi gyry nas dibe, ew ji bêjeya gor (bi hêze).
1- Hatha- yoge: Serdestiya li govde, ji lêkera hatime.
2- Karme- yoge: liva dirust. Ji lêkera kar e.
3- Bhakt- yoge: Ji bhare
4- Jnyana- yoge : Ji zanîna yoge ye
5- Raja- yoge : pêşxistin yoge. Koka xwe ro ye.
Japa yoga: wateya xwe pispisî, û denkirins nizim, an pejirandina olê ye. Ew jî pirgotin û lavjkirina ji xwedê ye.

Bêl (bel).

Koka vê bêjeyê Hindo -Ariye bely. Bi wateya nas û berz e. Bi înglîzî bold e. Ev bêjeya derbas pir zimanan bûye (somerî, Ekedî, Rûsî, bilocî). Li rome di serdema şahan de destek (komît) bi navê byle( komîta nasan) hebû. Navê miletê Bilocî. Ango miletê nas berz. Navê desteya dewlemendên Hêlînên – Elîzon byle bû.
Xweşxewanên olî di perestgeha Tekiş û Beran de bi van navan bû (got: kurdî ye. Ayet: girîkî ye. Gat: Avisteî ye. Geyetrî: Denbêja perestgehê ye sênsêkrîtî ye ,ayetên Quranê). Li çiyayê kurmêç gundê Bêlê heye.
Dirûmê: deşt an gewera ku hespan lê disamînin. Li herêma Efrînê kaniya dirûmê heye nêzîkî deşta kitxê ye.
Kin: (Kin: Kotî ye. Kene: Simerî ye. Kind›› gund››: Kurdî ye. Ken: Semî ye). Bi van wateyan dihate zanîn: Welat, herêm). Dera mirov lê rûniştiye. Navê paşên kevin serkin an sergon. Ango serekê gund.
Ser: Bi kurdî ser . Bi firensî: Sieur. Bi înglîzî: Sier. Bi Sensêkrîtî: yr. Wateya xwe hêz e.
Hirî: hirke: Hiriya miyê, kincên rehîban, cireyek ji miyan.
Messi: Mî ye. Li ba Girîkan kurê xwedê ye. Ji bêjeya kurdî hiristos hatiye.

Jêder:

• Ariya dêrîn û Kurdistana herdem
• (Kurd kevintirîn gel in)
• Selewet Golyemof
• Wergerandin ji Rûsî: D. Îsma›îl Hsef

* Rojnama Newroz – hejmar /145/ – 01ê Tîrmehê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.