جديد الموقع

Yekirina zimanê Kurdî… Yekirina gel û welêt e
Memê Alan*

Gelî xwendevan, zimanhez, zimanzan, rewşenbîr, siyasetmedar û navendên biryardana kurdî û Kurdistanî…!

Weke em tev dizanin ku, dijminên gel û welatê me yên dîrokî, ji roja roj de bi her awî hewildane û welat û gelê me kirine çar perçe, û hîn jî di hewildanên xwe de berdewam in, da ku, hîn bêtir me perçe – perçe, lawaz û qir bikin, û me di çarçewa netewên xwe de bipişêfin û tune bikin. Em Kurd jî, ji aliyê xwe ve(keç, xort, mêr û jin) berevaniyeke bêhempa li hember wan hewildanên dijminan me kirî û em dikin, da ku, nehêlibin aramancên wan bi cih werin, û herweha yekrêzî û yekîtiya xwe pêk wînin, da ku, mafên xwe yên rewa bi dest bixînin. Lê, em zanin jî ku, yek ji stûn,emraz û mercên sereke ji yekirin û hevgirêdana gel û welatê me re, yekirina zimanê me ye. Yekirina zimanan û yek jê jî yekirina zimanê me yê Kurdî li ser sê bingeh û stûnan tê avakirin. 1- Yekirina alfebeyê (abeyê). 2- Derhênandina Ferhengeke giştî ji zaravên kurdî ( Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dumilî…H.W.D) re. 3- Avakirina Yekrêziman ji zimanê dê re. Di vê rewşa ne li hev û kambax de ku gel û welatê me tê re derbas dibe. Ji alîkî ve, dabeşkirina gelê me yê Kurd û Kurdistanê li ser çar perçan di nav çar dewletan ( Turkiyê, Îran, Îraq û Sûriyê) de, teybetiyên rewşa siyasî, civakî, çandî û aborî ya her beşekî, û berjewendî û têkeliyên curbecur ên wan dewletan bi cîhanê û bi hev re, herweha jî, lihevkirina wan a li ser me, ya ji bo tunekirin û pişaftina me û zimanê me. Û ji alîkî din ve nakokiyên aliyên kurdî xwebixwe bi hev re, di pir waran de, geşbûna zarav û devokan li ser hesabê zimanê stander, bikaranîna gelek alfebeyan ( Latînî, Erebî, Kilîrî…û H.W.D), tunebûna yekrêziman û yekferhenga giştiyane ku, hemî got û bêjeyên zaraveyî di hundir xwe de kom bike. Lê, li rex wan zehmetî û aloziyên me li jor anîne zimên û yên dibin kend li pêş yekirina zimên, gelek erênî û emraz û faktorên rêdûzkirin, hêsankirin û alîkarbûnê jî hene, ew jî ev in: 1- Hebûna gelek zimazanên zimanê Kurdî yên dilsoz û ji hemî zaravan û gelek saziyên zimên. 2- Serdema em tê de dijîn, serdema şoreşa teknîkî û toreyên hevgihandina civakî yên pir pêşketî ye, ya ku, mirovan li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakurê dinyayê bi hêsanî digihîne hev û bi hev ve girêdide, yanê cîhan kirine gundekî biçûk û mirov li kû dibin bila bin, kanin – bê ku tengasiyan bibînin – xwe bighînin hev û kar û barên xwe biqedînin û cîbcî bikin. 3- Hebûna navendên me yên siyasî yên kurdî ( Herêma Kurdistanê û Rêvebiriya Xweser a Demokrat). 4- Peydabûna pêdiviyên kar û barên cîbicîkirina vê piroseyê. 5- Hêsanbûna gera di nav civakê de, ji bo guhdariya li zarav û devokên xwecehî û herêmî, û komkirina bêje û têrmên bi kar tên. 6- Hêsanbûna peydabûn û bidestxistina jêderên gerek, çi pirtûkên rêzmên ên zaravên kurdî dibin, an jî ferheng dibin. 7- Peydabûna pêzanên zimanên biyanî (bi taybetî zimanên Latînî) yên Kurd. Vêca, pirsa mezin ew e, ma di siya vê rewş û heyama heyî de, emê kanibin zimanekî stander ava bikin û damezrînin? Bi dîtina me, li rex wan xalên erênî yên ku, me li jor anîne zimên, ger bîr û bocûn vîna me yên yekirina zimên li cî bin, û viyana siyasî li ba navendên biryardana kurdî (herêma Kurdistanê û Rêvebiriya Xweser) hebe û bixwezibin hevgirêdanê di nav gelê me de û di herçar perçên Kurdistanê de xurt bikin, berevaniya me li hember hewidanên dijminan ên pişaftin û qirkirinê pihêt û bi hêztir bikin; Emê kanibin piroseya yekirina zimanê zikmakî cîbecî bikin û bibin serî. Vêca, bangewaziya me ji hemî dilhezên yekirina zimên, gel û welatê me re, yên ku, me li jor bi navkirine û xwe di ber vê dozê de berpirsiyar dibînin (bi taybetî jî H.K û R.X) re hene ku, îro berî siba biryara yekirina zimên bistînin, û kanîn û taqetên hene top ser hev bikin, û dest bi gavên piraktîkî bikin, da ku, vê piroseyê di pêşerojeke nêzîk de, bi dawî bikin. Û ji wan re dibêjin: Bawer bikin, ger em vê piroseya pîroz bi serî bikin; Pir pirsgirêkên jihevcudakirinê di nav me de, wê çareser bibin, em û zimanê me wê di çavên cîhanê de wê werin berzkirin, û dijminên me yên dîrokî jî, wê qels bikevin.

* Rojnama Newroz – hejmar /145/ – 01ê Tîrmehê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.