جديد الموقع

Şam şekir e… Welat şêrîntir e
Newafê Bişar*

Li cîhanê, gelê Kurd bi du taybetmendiyan navdar e. Yek jê mêrxasî û ya din jî girêdana wî bi xaka bav û bapîrên wî re ye. Ji ber vê hindê, wî çendî sitem û zordarî li ser destê neyarên xwe yên bê ol kişandiye ye jî, lê, qet wî xaka xwe, ango welatê xwe Kurdistan bernedaye û koçber nebûye.!..

Ji xwendina rûpelên dîrokê bi zelalî tê zanîn ku , çendî neyarên vî gelî hewil dane, pilanên gemar ên ne mirovane ji bo valakirina welatê wî hûnane jî, lê ew pilan têkçûne.  Ji bo man û hebûna xwe, gelê Kurd pêdarî û berxwedaneke bê hempa kiriye, û ew ji holê ranebûye.

Çendî vî gelî kuştar û kerxên hovane yên mîna Dêrsim, Aleqemş û Helebçeyê…û hwd dîtine, gund û bajarên wî hatine şewitandin jî, lê, dîsa wî welatê xwe bernedaye û taromar nebûye. Yekcaran, ji ber serhildan û têkoşînê hin xebatkarên gelê Kurd ji bin darê zorê ji welêt hatine bidûrxistin û sergonkirin, lê, wan dil, hiş û giyanên xwe li welêt hiştine, bêriya dar, çiya, dehl û zozanên xwe kirine!! Sed mixabin, tiştê îro mirov seyr dihêle ew e ku Kurdên Sûriyê xwe li ber vê pêla demkî û awarte ne girtine, bi dehê hizaran mirov gund û bajarên xwe hiştine li dinyayê tert û bela bûne, hin li dewletên sînordaş û hin li dewletên Ewropayê cîwar bûne.

Bêgoman e ku rewşa aborî li welatê me Sûriyê kambax bûye, bê karî, perşîanî û hejarî pir bûye, gerdûn li serê me hemiyan teng bûye…Lê, piraniya derketiyan karîbûn debara xwe bikin û welatê xwe bernedin. Mixabin ku cihê xemgîniyê ye îro li bajarekî mîna Qamişlo rêjeya Kurdan tê de hindik bûye, eger rewş bi vî hawî derbas bibe, nêzîk dê Kurd di bajarên xwe de hindikayî bêne jimartin!!

Li dawiyê, ez dixwazim pexşaneya têkoşer û rewşenbîrê Kurd ê navdar Dr.Nûredîn Zaza ya ku bi sernava «Derketî» ya di Kovara HAWARê de-hejmar(27)- Hizêran 1941 de hatibû weşandin, pêşkêşî we bikim, da ku em hemî tehliya derbederiyê nas bikin û jê hînî evîna welatê xwe bibin:

 «DERKETλ

Terka welatê xwe da û kete dinyayê.

Xwedê rêberiya derketiyan bike!

Ez di nav miletan re derbas bûm,

li min nêrîn, min li wan nihêrt;

lê me hevdû nas ne kirin.

Derketî li her derê bi tenê ye!

Gava roj diçû ava û ji xircikên newalan dû û dûman radibûn;

min ji xwe re digot:

“Çiqas bextiyar e ew mirovê ko êvaran vedigere mala xwe û di nav zar û zêçên xwe de rûdine”.

Derketî li her derê bi tenê ye!

Bi kû da diçin ew ewrên ko ba wan dide ber xwe?

Ba, min jî wek wan dide ber xwe û bê hemdê min, bi kêfa xwe min dajo.

Derketî li her derê bi tenê ye!

Ev dar spehî, ev kulîlk xweşik in;

lê ev ne dar û kulîlkên welatê min in: Tu tiştî nabêjin min.

Derketî li her derê bi tenê ye!

Ev çem bi dilekî şikestî li deştê diherike;

lê xurîna wî, ne wek ya çemê me ye ko min di zarotiya xwe de dibihîst;

ev tu tiştî nayine bîra min.

Derketî li her derê bi tenê ye!

Ev stran şîrîn in; lê ahengên wan ên geş û zîz ne wek yên stranên welatê min in.

Derketî li her derê bi tenê ye!

Ji min pirsîn: “Çima hergav bi girîn î”?

Gava min sebeb gote wan;

tu kes bi min re ne girî;

ji ber ko derdê min fehim ne kirin.

Derketî li her derê bi tenê ye!

Min kalin dîtin; zaro li wan hêwirîne,

mîna zeytûnên kevnare ko kelem û derxik li wan hatine hev.

Lê tiwan ne gote min, “kurê min”! tu zarokî ne gote min” bavo”!

Derketî li her derê bi tenê ye!

Min di ser kelat û bircan re alin dîtin;

lê ne bi reng, ne jî bi pêldana wan,

dilê min geş ne bû; ew ne keskesorên me bûn.

Derketî li her derê bi tenê ye!

Heval,

bav û bira, xweşî,

rehetî û serbilindî,

bi tenê li welêt hene.

Derketî li her derê bi tenê ye!…

* Rojnama Newroz – hejmar /145/ – 01ê Tîrmehê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.