جديد الموقع

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (96):
Armanckirina hemwelatiyekî hişnelicî, teqandin, dizîna werza simaqê, dûzkirina gireke kevneşopî bi erdê re, piştî kolan û dizînê

Rast Turkiyê ne dewleteke dagîrker e?! Çawa na, û ew bû ya bi sê piroseyên leşkerî dijayetî “Mertala Feratê, Şaxa zeytûnê, Kaniya aştiyê” bi hemî çekên asîmanî û bejayî, û bi şêwakî yekser, û bi piştgiriya milîseyên Îslamî yên Sûrî û tundrew, ên girêdayî Itîlafa Elsûrî – Elixwanî, li dijî Sûriyê rabû. Û bi wan piroseyan hemî belge û hevpeymanên navdewletî, biryarên pêve girêdayî, sinciyên cîrantî û tevaya bangewaziyan li erdê xist, û herêmên (Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê sipî) dagîrkir. Û ew bû yê ku, ew milîs li dijî Efrînê û xelkê wê hurhutindin, da ku, tê de gendeliyan bikin, û hemî binpêkirin û tewanan li dijî ademîzadî, dar û keviran pêkwînin. Di heman dema ku, di bin şîretdayîn û serpereştiya yekser a destlat û istîxabaratên wê de, ala Turkiyê lê tê hildan, ziman û çanda Turkî di dibistanên wê de têne  xwendindan, û  karanîna perê Turkiyê li şûna ya Sûriyê tê giştîkirin.

Ji roja yekê ya dagîrkirina herêma Efrînê, ji aliyê Turkiyê û nandozên wê ve, ji bo cîbicîkirina siyasetên xwe yên dijayetî û dîrokî, û bikaranîna kiryarên qirêj, li dijî Kurdan bi giştî; Tu ked li arê nehate dandin, û tu dudilî çênebû. Û ta ku, yên bêhiş û kêmendam jî jê nehatin parastin. Û vaye çîroka bi êş a hemwelatiyê kêmhiş (Ehmedê dîn) ji gundê “Me’iserkê”- navça Mabeta: Ehmedê dîn, bavê çar zaroka, û bi nexweşiya mejî ye, û ji ber tenduristiya wî, jin rêvebiriya malê û perwerdekirina zarokan dike. Piştî ku, artêşa Turkiyê û nandozên wê ketin gund, “Ehmedê dîn” dîsa weke berê bi şev li nav gund digeriya, û li Havîna 2018an, di gereke wî ye bi şev de, gerokeke çekdar -ji bo naskirinê – bangê kir. Lê ew nesekinî, û ji ber wê, yekser hate qurşînkirin. Û bi sedema qurşînkirinê, lingek hate qutkirin, û yê din jî seqet bû. Yanê kêmhişî ne bes bû, lingan jî da ser. Divê were zanîn ku, milîseyên li gund, bi rewşa wî ya tenduristiyê dizanîn.

Û di çarçewa binpêkirin û tewanên berdewam dibin de, me ev şopandin:

– Li gundê “Dargirê”- navça Mabeta, û bi alîkarî bi keyayê gund re, milîseya”Elhemzat”, darên zeytûnê yên hin zeviyên gund qutkirin, bi dehan nişteciyên resen, li dirêjahiya du sal û nîvan ve girtin, diya “Mihemed Mile” ji gundê “Coqê” yê nêzîk jêve, bi hevkariya Yekîneyên Parastina Gel re  tuhmetkir û darin wê yên zeytûnê jî qutkirin, dest danî ser şênberê fîxanê, û nehîşt xelk sûdê jê bibîne.

– Dema ku, hemwelatî “Şe’iban Ebid Elrehman E’teş” yê di temenê siyan de, ji gundê “Şingêlê” – navça Bilbilê, bi matora xwe ya dutekerî, di pêş biryargeha milîseyekê re derbas bû; Ew bi qurşînan hate armanckirin, ra nexweşxaneyeke Ezazê hate birin, jêre piroseyeke teraşkirinê hate kirin, û li 22.6.2020.Z li malê hate vegerandin.

– Teqînkirina makînakê di kolana vêlata ya çûnûhatê de, li 20.6.2020an, û di encamê de, ziyanin şênberî çêbûn, û şeş birîndar bûn, û di nav de jî zarok hebûn. Û di heman pêvajoya fewdalîzim û serberdayetiyê de, li 24.6.2020an roja Carşemê, dema ku, matorek dutekerî di ber bermîlek gemarê (ye ku, bombeyeke teqîner e kontirolkirî tê de danîbûn) re derbasdibû, pêde teqiya. Di encamê de, birîndar û ziyanên şênberî li derdorê rûdan, û du şehîd jî ketin. Ew jî ev in:

1- Ciwan “Îsa Husên /17/sal” ji gundê “Maratê” – Efrîn, ji bavê ve sêwî bû, û mal jî xwedî dikir.

2- Ciwan “Mihemed Ehmed Hemalîko/33/sal” ji gundê “Husê”- Mabeta û bavê du zaroyan. Lê me nikanî navên birîndaran bi dest bixistana.

– Li gundên “Bêlê, Ehmed Misto, û Qizilbaşa” – navça Bilbilê, anîndeyên hatine niştecîkirin – bi ser ku, hîn simaq nebûye jî – dest bi çinîn û dizînê kirin. Û dema ku, xwediyê zeviyekê li pêş wan sekiniya, wan şormor pêre kirin û qurşîn di ser re avêtin. Û dema wî li ba milîseya “Siqor Elşam” gilîkir, yekî ji dizan got ku, ewê bê tirs ji kesî simaqê berefbikin.

– Milîseya “Elcebhe Elşamiyê” ya ku, gundê “Erendê” – navça Şiyê destlat dike, kolan û lêgerîna di girê “Erendê” yê kevneşopî de bi dawî kir, û bi erdê re dûzkir. Û berê jî, dora/500/darên zeytûn ên ku, li ser rûbera gir hatibûn çandin qutkir.

– Ji ber sedema girtina derbasgehan, tevgereke revandina mirovan – ne tenê xelkê Efrînê, lê yên anîndindane û li herêmê bi cî kirine jî – di navêna Heleb û Efrînê de, di herêmên Niblê û Zehrayê û derdorê re û bi pereyin pir, tê kirin. Û di heman pêvajoyê de, her kesê bixwazibe ji Efrînê derbas Munbicê bibe, da ku, bigihê derbsgeha “On Dadat” a di nabera herêma Cerablus û Munbicê ve, û milîseyên ” Mertala Feratê” li ser destlat dikin; Gerek/100/$ dolarî bide.

– Milîseyên “Elsultan Silêman Şah”- Elemşat, li navenda navça Şiyê û gundê “Kaxrê”, her hemwelatiyekî di mala xwe yan a bilî xwe de, bi tenê rûdine jê derdixin, da ku, bi kirê bidin anîndeyan û li şûnê bide niştecîkirin. Û di pêvajoya bi wê ve girêdayî de, ji xelkê gundê “Kaxrê” vêrgiyekê dixwazin, yan jî wê ji mal werin derxistin. Û hin malbat jî ji malên wan biderxistin, di konên nêzîk malan de rûnişkindan, û malên wan bi kirê dan anîndeyan.

Bi ser êşên xelkê Efrînê ji bindestî, binpêkirin, tewan û çetiniyên jiyanê yên nayêne tehmûlikin ve, û bi ser hestiyariya wan bi tenêtî û xwedîlêderneketinê; Lê ew bi guftûgoyên Kurdî – Kurdî yên tên kirin pir şa ne, û hêvî dikin ku, ew guftûgo di nav aliyên Tevgera niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê de çêbibin. Ji ber ku, ew têdighên ku, ew guftûgo bi sûde ne, û di gufûgoyên Sûrî – Sûrî yên pêşerojê de  û çareserkirina siyasî ji tevahiya dozên niştîmanî yên Sûrî, û bi taybetî doza Kurd ya dadmend de, bi erênî alîkar in. Lê, bê ku, ew aliyên Kurdî, dozên herêmên dagîrkirî (Efrîn û yên din) pişguh bikin, û bidawîkirina dagîrkeriya Turkiyê yan vegera wan herêman ra serweriya Sûriyê û rêvebiriya xelkê wan ji bîr bikin.

28.06.2020an                                                

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

———————————

Wêne:

– Pakrewan “Îse Husên”.

– Pakrewan “Mihemed Ehmed Hemalîko”.

– Hemwelatî “Şe’iban Ebid Elrehman Eteş”.

– Wêneyek şopa teqîna Mehmûdiyê.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: