جديد الموقع

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (94):
Kuştinên mebestkirî û mirin, revandina keçeke ne gîhayî, awertekirina nişteciyên resen ji alîkariyan, desteserkirina çekdarane û dizînan, şewtandin

i şopandin û xwendina rewş, kiriyar û siyasetên heyî re, nêt û timayên Anqerê yên mandina domdar di herêmên bakurê Sûriyê yên di bin bandorî û dagîrkeriya wê de, bi zelalî xuya dibin. Ji nimûnên ku, li ser erdê têne kirin, ferzkirina çalakiyên serwerî, mîna hebûna rêvebirî û leşkerî yê çekdarane, rakirina ala Turkiyê, damezrandina binevahiyên stratîcî (toreyên êliktirîk û hevgîhandinê, postgeh û guhestinê, derbasgehên sînorî yên nû, saziyên perwerde û hînkirinê, dad û olê), bidestxistina warên bazirganî, pêşesazî û çandiniyê, û ya dawiyê jî, ferzkirina danûstandinê bi perê Turkiyê li şûna yê Sûriyê. Ew jî bi riya derbaskirina tibabeke pir ji perên Turkiyê bo herêmên dagîrkirî, û bi pejirandin û alîkariya Hikometa Demkî( Elmu’eqet) – Ixwanî û Hikometa Elinqaz – Elqa’îde,  tê kirin.

Kuştina mebestkirî û mirinên di mercên ne diyar de:

Pakrewanê ciwan”Kemal Mihemed Elî”

Ji nûçeyên xemgîn ên ku, li vê dawiyê gîhane me: Ciwan”Kemal Mihemed Elî” ji xelkê gundê “Xezîwê” – Şêrewa (yê ku, bi malbata xwe re li gundê “Birc Ebdalo” – yê nêzîk gundê wan û mal û milkên wan lê hene – radibû û rûdinişt), li heyva Gulanê 2018an di gel mirovekî ji xelkê “Seraqibê” – Idlib – dema ku, bi hev re baxçe avdidan -, li ser destên çakdarina ji milîseyan, tûşî lêdan, işkence û kuştina mebestkirî hat. Lê, wê hîngê, li ser alavên ragîhandin û hevgîhandina civakî nehate belavkirin, ji tirsa ku, malbat rastî tewanên din netê. Û weha tewana pakrewan”Kemal” hate ji bîrkirin, û li dijî nediyariyê hate tomarkirin!

Vêgunehber “Mistefa Mihemed Şewax”.

Li /5/ î pûşberê(Hizêran) hemwelatî”Mistefa Mihemed Şewax kurê Hec Ebid” ji pêkhateya Ereb, û ji gundê “Yalanqozê” – Cindirês – piştî lêvgera wî ji mala wî ya li bajarê Cindirêsê re ( ya ku, milîseyên “Ehrar Elşam” dest daniye ser û razî nabe radestê bike) – kete rewşeke tenduristiyê ne baş. Ji ber wê, ew guhestin nexweşxaneke Efrînê, û li wir jî di mercên ne zelal de mir. Lê, piştî çar rojan û li /9/ ê Pûşberê, termê wî radestî xwediyan kirin, û li goristana gund hate binaxkirin. Hêjeye diyar bibe ku, berê jî – bi ser ku, wî demeke dirêj bi giropa ” Nûr Eldîn Elzenkî” ya çekdar re, ta piştî dagîrkeriya Efrînê kar dikir – bi tuhmeta danûstandinê bi Rêvebiriya berê re, neh mehan hate girtin.

Vêgunehber”Arif Ebdo Xelîl”.

Li siba 9.6.2020an, hemwelatiyê kal “Arif Ebdo Xelîl /80/ sal” ji mala kurê xwe – keyayê gundê “Qizilbaşa” navçeya Reco, û yê ku, ji aliyê destlatên dagîkeriyê ve hatiye binavkirin –

derket, da ku, here mala kurê xwe yê din û di heman gundî de, lê mixabin hinda bû û venegerî. Ta bi şev termê wî li ber mirinê yan jî mirî giha nexweşxaneyeke Efrînê. Lê, gotinin ne weke hev(xwebixwe kuşt, di gola Meydankê werbû, bi dilseknê ket, û milîseyan zêr û dolarên vêre dîtine radestî kurê wî kirin) ji hin nêzîk jêve derketin. Lê, bi şopandina bûyerê re, ji me re xuya bû ku, meriv û xisimên kalê nesûcdar, di bin gefan de, newêrin zanyariyên rast hewaldin. Çimkî, kal ji deh salan ve ji ber pûçbûnê rûniştî û nexweş e, ji bilî hewşa malê û hin riyên li nav gund, bi kursiya xwe ya çartekerî, nikane di wan riyên kaş re, dora /10/K.M qutbike û bighê gola Meydankê, û li wir di golê werbe yan xwebixwe bikuje?! Gerek were zanîn ku, kalê dilovanber halxweş bû, baş zanî samanên xwe biparasta, û bi hêz û mejîvekirî bû.

Ev rûdanên kuştina mebestkirî û mirinên mercnediyar, armanckirina sivîlan li Efrînê, û bi taybetî yên temenmezin ên li dû hev û di siya dagîrkeriyê de – yên ku, li herêmê û li dirêjiya dehsalan, pir kêm û biyan bûn – ji aliyê milîse û saziyên asayî û dadî yên hene ve, têne nixumandin, û tu pêngav ji bo bicihanîna dadmendî û asabûnê, nayêne avêtin. Li rex wê jî, xelkên qurbanêran bi hemî şêweyan tên gefkirin û neçarkirin ku, rastiyan veşêrin û bi dijkeran re li hev werin.

Revandin û girtinên zordarane:

Keça negihîştî “Melek Nebîh Cuma Xelîl”.

– Keça negîhayî”Melek Nebîh Cuma Xelîl/16/sal” ji gundê “Dêrwîş” – navça Şera (ya di bin destlatiya milîseya”Ceyş Elnuxbe” de), li siba rawestana Cejna Rojiyê 23.5.2020an, ji aliyê çekdarina ve hate revandin, û ta niha çarenûsa wê ne diyar e.

– Li 8.6.2020an, ev hemwelatî (Mihemed Menan Birîmo/32/sal, Lewend Umer Simo/20/sal, û Ciwan Şukrî Umer/20/sal) ji xelkê gundê”Memila”, ji aliyê milîseya “Lîwa’i Mihemed Elfatih” û asayişa Reco ve hatin girtin û birin navenda Reco, û ta niha çarenûsa wan ne xuya ye. Ta niha jî hemwelatî”Ehmed Osman Mihemed” yê ji heman gundî, û li 15.5.2020an hatiye girtin, di zîndana Maratê ya Efrînê de ye, ji ber ku, merivên wî nikanîn vêrgiya diravî bidana. Herweha, ciwan”Dujiyan Ehmed Kurdî /21/ sal” yê ji heman gundî, ji destpêka Cotmeha /2019/an ve, girtiye û çarenûsa wî ne bêlî ye, û xwediyê wî gûman dikin ku, di zîndanên Turkiyê de ye.

Karûbarên rêxistinên fîxaniyê:

Di warê alîkariyên mirovahî û fîxaniyê de, gelek rêxistin li Efrînê, di bin serpereştiya destlatên dagîrkeriya Turkiyê de, kar dikin. Lê, di karê xwe de, belengazan diçewsînin, hînkeriyên dixwazin bi wan didin fêrkirin, çanda Osmaniyan û tundrewiya olî belav dikin, û herweha cudahiyê dikin navbera nişteciyên resen û yên bi navê penaberbûnê li herêmê bi cî kirine. Yanê, piraniya nişteciyên Efrînê yên resen û li wir mane – bi ser ku, rewşa wan ya diravî, bi sedema şûnketina jêderên wergirtina samanan û dizîn û talankirinê ne baş e – ji alîkariyan bêpar in, an jî ger carina dane wan, di asta herî nizim de didinê. Li vê dawiyê, navên /500/ mal ji xelkê bajarê Cindirêsê, ji lîsteyên alîkariyê (yên li cem komîta karûbarên civakî ya di encûmena xwecehî de tomarkirî )hatin hilanîn. Û hin caran jî, cudahiyê dikin navêna penaberên kevin û nû. Ji xwe hemî rengên cudahiyê, ji siyaseta nijadî tên, kîn û zikreşiyê kûr dikin, û kêşeyên mezin li ser erdê çêdikin. Herweha, ew rêxistin 10% ji wan alîkariyan – weke çilizînê – didin endamên encûmenên xwecihî û keyan (mixtaran), da ku, alîkariyan wekû dixwazin belav bikin. Ji ber wê, karê wan rêxistinan ji çarçewa xwe ya mirovî derdikeve.

Û li aliyekî din, rewşên jiyankirinê li Efrînê – ji ber dorpêçkirin, girtina derbasgehan, daketina nirxa perê Sûriyê, nizimbûna asta berhemdanê di hemî waran de, bêkarî û pirbûna nişteciyan ji ber piroseyên niştecîkirinê – her çû zehmetir bûn. Nimûne ji wan zehmetiyan re: buhabûna berdewam e (1litir mazot ji /1300-1500/P.S, 1litir benzîn /1400/ P.S, 1 K.G bacanê sor /1500/P.S, 1K.G çayê /20/hezar P.S, û 1K.G nan bi /1200/P.S ye).

Fewdalîzim, serberdayetî û binpêkirin:

Hemwelatiyê seqet”Elî Derwîş”.

– Li 12.6.2020an, li ser riya”Basûtê” – Xezîwê, hemwelatî “Elî Derwîş” (yê ji xelkê bajaroka Sermedê – Idlib, li Efrînê rûniştî, û di warê guhertin û veguhestina peran de kar dike), li ser destê çeteyine çekdar ve – di wexta diçû Idlibê de – tûşî şelandineke çekdarane bû, û bêtirî/400/

hezar dolar jê hate şelandin, û paşê ji bo dermankirina birîn û derzandinên govdeyê wî, birin Efrînê. Weke zanyarî ew rê di bin destê milîseyên “Elhemzat û Feyleq Elşam” de ye.

Tûrek nan bi navê”nanpêjgeha Qemrîn”.

– Li gor agahiyên ku, ji derdora “Lîwa’i Elsultan Silêman Şah” hatine der; Tê gotin ku, serkêşê wê “Mihemed Elcasim – Ebû Emşe” tevî giropeke nandozên Sûrî, ji bêtirî heyvekê ve, li Lîbiya tûşî piroseyeke leşkerî hatin, lê, ew bi şêtûmêtbûnî jê filitî. Û dema ku, vegerî navenda xwe ya li gundê “Qermîtliq” – navça Şiyê – bi behaneya ku, ew dixwaze li kêlek belengazan bisekine – wî “”nanpêjgeha qemrîn” di avahiya fabrîka avê ya berê de ( ya li rex dibistana navendî) vekir, û heyvekê nan -ji bilî nişteciyên resen- li yên bi anîndindana belaş belav kir. Û ji her malbateke Kurd jî /100/ dolar weke vêrgî stand.

-Li 9.6.2020an, milîseya “Ehrar Elşam” tevaya toreya êliktirîkê û du guherînokên(muhewil) serekîn li gundê “Çobana”- Cindirês vekirin, û dema ku, xelkê gund li pêşiyê sekinîn; Serkêşê wê yê ku, bi ” Ebû Se’îd”

tê navdan, ew gefkirin, û ji wan re got: Fermana vekirinê ji pêşengên wan”Ebû Selûm” e.

Şewatên daristanan:

Ta niha, şewat rûberên fere ji nixuma geyayî ya Efrînê daduqultîne. Nimûne:

Li herdu rojên Înê û Şemiyê yên borî, agirên ku, bi bakurê çiyayê Hawrê – Reco ketine, dora deh hiktar ji daristanên xwezayî yên li van cîgehan ( Kazkê, Şe’ibê Mamedê, Bozê Mişmiş, Qula Dêwa, Erdê Enkûrê, Gulhişkê), û dora hezar darên zeytûnê yên derdorê şewitandin.

Şewatên rojavayê gundê “Bêlê”.

Li 6.6.2020an, agir bi zeviyên zeytûna yên xelkê gundê “Bêlê” – navça Şera hate xistin, û dora hezar darên zeytûnê hatin şewtandin.

Şewatên daristanên  çiyayê Qaziqlî.

Li 7.6.2020an, agir bi daristnên ihraşê yên Çiyayê”Qaziqlî”- Cindirêsê hate xistin, û rûberin fere ji daran hatin şewtandin. Lê, bi ser ku, şewtandinên daristan û zeviyan pir dubare dibin (yên ku, berê li herêmê tunebûn an pir kêm bûn jî ), lê destlatên dagîrkeriyê, tu pêngavên gerek ji bo parastina daristan û daran ji şewtandinê navêtin. Ji bilî şewtandinê, dar û daristan -ji bo êzingan û çêkirina komirê – bi şêwakî tewşankî û hovane têne qutkirin jî. Ev kiryarên jorin, ji nixuma geyayî û jîngehiyê re, xişim û bêtar e.

Herêmên di bin bandorî û dagîrkeriya Turkiyê de, wekî ku, ji Sûriyê cûdabûne diyar dibin. Ji ber ku, ne asa û ne aramî, roj bi roj girseya binpêkirin û tewanan têde fere dibe, û Anqerê weke jêdereke nandozan vêre dide û distîne, da ku, wan bişîne Lîbiya. Û bi serkêşiya wê ji dehezaran terorîstan re, pê gefan dide Ewropa û gelek dewletên Ereb.

14.06.2020an                                                

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

———————————

Wêne:

– Pakrewanê ciwan”Kemal Mihemed Elî”.

– Vêgunehber “Mistefa Mihemed Şewax”.

– Vêgunehber”Arif Ebdo Xelîl”.

– Keça negihîştî “Melek Nebîh Cuma Xelîl”.

– Hemwelatiyê seqet”Elî Derwîş”.

– Tûrek nan bi navê”nanpêjgeha Qemrîn”.

– Şewatên rojavayê gundê “Bêlê”.

– Şewatên daristanên  çiyayê Qaziqlî.

———————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: