جديد الموقع

Ez ê Vegerim Cengeke navxweyî
Osman Îso*

Veger dermanê dila ye, dûrbûn derdekî bela ye û destar e, şahiyan dihêre, dem cercere; sapê laşê me hur dike, û roj bêdera temenê me li ber bayê toz û telaza dûrbûnê liba dike, û pişta me ji êşan xûz dike, û porê me ji qisawetan kal dike.

Çav li rê ne, tasûm herdem amade ne, li pê ne. Di quncekî çadirê de tîrêjek ji ronahiya heyvê di qulekê re xwe dişimitand quncikê tarî û li ruyê Azêd dibû rik û liv, û semaya xwe li gorî ba û bahozê derve li saz dixist, geh ruyê çepê bi lêvan geş dikir, û geh ruyê rastê bêhn dikir û dişimitî stuyê Azêd bi pişkovan re daxivî û ji nû ve hildikşî jor û rû ji xwe re dikirin mitêl, û nivîn û fêrmiskên azêd dikirin orxan. Azad li cihekî din bû , li semaya biskên ronahiya Heyvê ne haydar bû, bêdengiya şevê û êşên xwe di quncikê tarî de hembêz dikirin û rewşa Efrînê dar bi dar, rê bi rê, gelî bi gelî, ça bi ça, kevir bi kevir û zêtûn bi zêtûn di pêş çavên wî re melûl, lê pêdar derbasdibûn, û cengeke navxweyî di navbere hiş û dil de gur dibû.

Azêd bi xwe re digot: Ez ê vegerim mala xwe, gundê xwe, nav darên zêtûnê. Lê eger ez vegerim û wan ez binçav kirim û goştê min hêdî hêdî hil kirin. Bila çi dibe bila bibe, – Ev ne ti gotine birayên min, hinek hatin kuştin û hinek hatin surginkirin, çawa ez ê vegerim?! Belê mal û milkên me namûsa me ne, divê em mala xwe sêwî nehêlin û berevaniya bîraninên bav û kalan bikin, lê çawa û em bê pişt in û bê çekên giran in û mûşekên li dijî balafiran em di şer de ne tişt in. Eger ez vegeriyam, ûştê darên zêtûnê û dîwarên bav û kalan biparêzim û ez ne xwedî hêz im, û ev ên teres hatin û qurşîn kirin serê min û mala min li pêş çavên min talan kirin û darên zêtûnê birrîn û bar kirin û ez nikanim tiştekî bikim, wê çaxê ma mirin ne baştir e??.. Belê rast e, lê eger her yek wisa birame, tikes venagere û çiyayê Kurmênc wê ji Kurdan vala bibe, û dagirker va yekê dixwazin!.

Ew dixwazin ta rûyê sirûştê biguhêrin, ji ber vê yekê jî, şûnwarên dîrokî topbaran dikin, çiyan dişewitînin û darên kevnar dibirrin û hil dikin. EFRÎN ji berê de cihê wekhevî, hezkirin û aramiyê ye, û cihê xwandin, rewşenbîr, xebatkar û stranbêjan e, loma ew hovên xwînmij dibistanan armanc dikin, bijîjkan bin çav dikin, stranbêjan zîndan dikin, û bi her awakî dixwazin te surgin bikin , cilûbergên Kurdî ( şewler û şemla sor û fîstanê Kurmancî), hovîtiya wan gur dike. Ji ber va yekê dayîk û bavên me dikujin…..Yan mayîn û mirin, yan tu wê dilê xwe li şûna xwe bihêlî û bibî rêwî û penaber!. Belê, eger ez vegerîm dilê xwe EFRÎN, çawa ez ê bijîm? Li kolanan û aşkere ew bê şerm û fedî, û li pêş çavên leşgerên Tirk ti peran di berîkan de nahêlin, yan otombîlên bombekirî diteqînin. Ser van kul û derdan de, kar hemû rawestîne. Yanê li dawiyê, yan te dikujin an jî te dişelînin û kesek berevaniya me nake û eger ez mirim jî, kesî ne xeme (ha mirovek mirî ha kûçikek mirî) vêca ji bo çi ez ê vegerim?. Ji bo dîwaran biparêzim û rûmeta xwe jî erzan bikim?! Her tişt hat talan kirin, bes rûmet maye û eger yek gotinekê bi min re bike yan silekê li min xîne, ez ê ji qehra re bimrim. Kuro! Tu çi dibêjî RÛMET!! Gotin!! Sîlek!! Ma bê mal û bê war û bê bîranînên zaroktiyê û bê hevalbend û bê pişt, ax ax bê welat rûmet heye? Rast e, yanê mirin tim mirin e. Eger em çiqas bijîn dawiya me mirin e û jixwe berê em mirine, her rojek bi salekê ye, û her roj em têne kuştin û bi girî em têne şûştin, û bêtirî deh salan ketine ser temenê me, û ji hundir û derve ve em kal bûne û axaftinên me lal bûne, dûrbûn ji mirinê xerabtir e, yê dimire vedihese, lê yê xwaş û mirî, derdê wî zorgiran e.

Ez ê vegerim, Na na ez venagerim, na ez ê vegerim, bi Xwedê ez venagerim. La bi tirba dayîka dilovan û bi axa pîroz ez ê vegerim û çi dibe bila bibe û eger ez mirim bila li ser axa bav û kalan ez bimirim, ez ê vegerim.

* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.