جديد الموقع

Dîroka Hin Bêjeyan
Mihemed Qere Hesen*

Kotî (Gotî)

Dîroka bêjeya kotî. Gava mirov li deşt, gelî û newalên çiyayê Zagrosê dijiyan, bi rojan re tenê ên çandiyê ji hev nas kir, û xwer. Ji wan kait nas kir. Ev bêje bi ji koka xwe ve Hindo- awrupiya derîn e. Bi navê tena Gênimê çolê  hate nasîn. Jê nan bi navê geto hate çêkirin.

Bêjeya kotan( hevcar) koka xwe bi kurdî  û Hindo Awrupî kot e. Ango birîne. Gava genim pale dikirin( tayê gênim dibirî ), lê bi vê wateyê di zimanê kurdî pir bi karnehat, lê li ba Alman û Îglîzan cut(birîn) bi kartê.

Li ba Êzîdiyan pîr heye: wek ew kesê li ba Şêx kar dikin( keten). Navên pîrên kotan ji karê palê ( birîn)hatiye. Ew ên pala(birîna) yek ji gênim, ku bibin jerjêgeha xwedê, ku qurban bi dawî bibe.

Di zimanê kurdî yê kevin de kotan birîne . 

Ev bêjeyan wiha jê hatin kişandin:

Genim: pir xwerin jê tê çêkirin.

Kat: curekî şîrîniyê e.

Kulîçe: curekî şîrîniyê ye

Ka: Xwerina dewarane.

Gam (kam, kazmik): aceteke pê Sap dikutin.

Kadîn: cihê kayê dikinê.

Kotan: hevcar e, pê çandinî tê kirin.  Û li ba hin zarava bi navê cotariyan nas bû. Li ba hinan jî bi kevirê mezin pê gênim dihêre nas bû. Gundek bi vî navî li herêma Efrînê heye( kotana).

Ev yek ji bêjeyên zimanê kurdî ya resen û kevnare, dîroka  zimanê gotî ( kurdî) vedigere heşt hezar sal B.Z

Ev bêje di pir zimanan tê dîtin û li gor sîstema wî hatî ristin.

Em tev zanin ku dewleteke kevin bi navê gotî  li Mizoptemiye û çiyayê Zagrosê hebû, û zimanê kurdî neviya zimanê gotiye.

Mêr (Merotî)

Ev bêjeya li ba Kurdên kaşî bi martalash wek xwedêyê cengê nas dibû. Ji navê Hindo- Arî  Mertofî  di vîdiya  Arî ya Kuro de hatiye. Ta niha bi kurdî ( Mer e) . Ew hesinê behin û ser tûj û  bi serê çoyan ve dihate girêdan, di Vîdiye de wiha hatiye.

Mendel 2 (34).

1-   Merotî, ey lêmişta bihêz û nerm.

2-   Ew hespên xwe yên resen amade dikin

Bi pîroziya pîran

Hespên wan li rewan dikevin.

Wih, Merotî kesên leganên (paflagon, xozê)bi perên zêrî.

Ew ên bihêz cîhanê dihejînin

5 – Ey kesên merên (rim) xwe vedibrûsin

Ew ên bi hev re û bi meraq, weke qazan diherin cihên xwe

Berve şahiya hingiv diçûn

8- Bes Merotî depên zêrî bi sîngê xwe ve girêdida

Hespan tev ereban  berve serbilindiyê dikişandin

Çekên siwarên Kurdan wek ên xwediyên kevin mer û rimên zêrî bûn. Ji ber ku di wê demê de hê kanên din nizanîn. Hemî amûrên cengê ji zêr çêdikirin. Kaşiyan wan zêr bi derdixistin, li ba wan bi navê kaşî nas bû, û bi zimanê Sênsîkrîtî dibû qaş. Kaşmîr, li ba Kurdan du wate nîşan dide. Kaşî, zêr, navê kincan jî tê. Navê Kaşî ew kesên ku zêr bi derdixin û ronahiyê didin.

 Ji tîtalên Kurdî – kotî, ku serên cegewerên Meryeno, gava diçûn cengê leganên( xozên) çêrimî didan serê, û bi qoçên ga dixemiladin .û di destên wan de pêtên êgir û dikirin borbor û bergên çêrimî li bejnên wan bûn û berpêş diçûn, ku dijminên xwe bitirsînin. Ev nerît ta dema kîyîxesroyê farisî ma bû.

Nerotî li ba Yonan û Roman bû Maris xwedîyê cengê.  Û meha avdarê pê bi nav bûye.

Di Rîgevîde wiha di çêroça xwe de li ser Merotî wek niştcihên çiyan hatiye.

Mendel 5 (54)

1-   Komên Merotî, hûn xwediyê vebrûsek taybetin.

Ey ên miyan dihejînin5,…

2-   Mêrên weke birûskan bi hêz, li kevran dixin

Bi hêz in, weke Bayan çiyan dihejînin.

11 – Mêrên( rim) Mer li ser piyan, û xilxal di lingan de

Depên zêrî li ser sîngê wan, û erebanên xemlandî.

Pêtên ji agir di destên we de, weke birûskê ronî didin

Li serên we kumên zêrî.

Bêjeya mêr îro bi wateya we kesê nêr Ku Ji zarokiyê bi derketiye û kanê zarokan wîne, Ji her Ku bi keçek dibêjin dema ya xwe mêrkirinê bûye. Mêrkirin ango şokirin. Gava mirovek kane zarokan wîne jê re dibêjin: Tu ne mêr î.

Mêr ew kesê ku temenê xwe gihîştî ku pirç li govndê wî şînbûye û kane û bi jinekê re şobibe û mera zêrî rake û here cengê.

Mer: Ew acetê ku serê xwe hesine û pê  dor dar, mêw û axê dikolin.

Bi zimanê Hindo- ariya kevin ciwan e, û bi êraniya kevin ( Aviste) cengevane.

Êlên Keşiyan hezarê dudiyê berî zayînê li çiyayê Zegrosê dewleta xwe ava kiribûn.

Di meha avdarê de li rex cejna Newrozê bi cejna netewî ya din bi navê vira (cejna mêrê mêran). Ango mîrê mîran, ew vir sê rojan diêj dike, ta niha herêma Mokriyan pê şa dibin.

Ev bêje di piraniya zimanên Hindî – Awurpî de heye, merot, merî, meryene, mêrotus, mêror,…

Kurmanc (kur – man – cih)

Di tîtalên Hindo – Ewrupî  kuro de, Man kurê Vîvavasvarte ye- şana ronahiyê ye- xwedêyê royê ye, bi roniya ji ezmên ve li ser zemînê nas dibe.

Li ba Someriyan Ano xwedêyê ezmên e.

Man serwerê ezbetî ye. Mirovê yekê ye di pişt lehiya mezin re paristiye, û wateya xwe jî ewê di piştî lehiyê re maye, û bûye bapîrê mirov. Birayê  wî cêwî Yem ê yekê miriye, û bûye şahê miriyan.

Ezbetên Mende yên li çiyayên Zegros dijiyan di jêderên Somerî û Ekediyan de ber 23ê serdeman B.z li ser nivisî bûn, û pişt re di zagonên Hêtîtan de li ser çalakiyên wan ên leşkerî nivisî bûn. Tê xuyan ew bi xwe Hêtît bûn.

Di Rêgevîde de hin çêroçik li ser hatine.

Mendele 10, 84( ji Men re )

1-   Bi te re di erebanekê de me dijmin herifand

Şiyar e, tu dilewerî

Maryts bi rim û çekên xwe yên tûj li dor te ne

Bila mêrên bi çekên agir êriş dijmin kin.

2 – Man tu weke bi serketî wan bişewtî ne

Ey serketî, ku tu ji me re bibî serwer

Kînga dozî te kirin, dijminan bikuje û dewletên wan belav bike

Ez hêza te zanim, ku tu dijmin şerpeze dikî !

3- Man ji bo me here !

Ku dijmin hilweşîne, biherifîn, bişkîne

Êriş dijminê xwe ke

Qet bi sernakevin û nikanin hêza te ya gewre rawestînin

Tu fermandarî,

Tu wan dikî bin destê xwe,

Tukes ne wek te ne

Li ba êraniyên cirmanî ( Alman, Denîmerkiyîn, Înglîz ), Mano weke bapîr perestiya wî dikurin. Ji ber ku Mano weke pabîr di efsanên Afiste û Rîkevîde de, ji gelên cirmanî re, ev xwedê ji zagrosê derbas gundokoşê ( Hindokoşê û Awrupa ) bû.

Kurd bi zimanê kurmacî( kurmaciya bakur, kurmanciya başûr )  dipeyvin, û êlek bi navê Mande jî heye. Kur man cih, û herêmek kurdistanê bi navê Çiyayê kurmênc heye. Ango ev cihê kurên Man e( kurmanc), welatê neviyên Man e.

Li ber vê rastiya dîrokî – Etnogirafiya ku di hin çêroçkên Rîkevêd de, nêrîna Etnogirafiya  ezbetên  kurdî nîşan dide.

Rîkevêd. Mendel 1.

Çêroçik 44 ( ji agir re)

11 -Ji bo qurbanê em te dilivînin,

Ey agir, weke mirudan, herdem qurbanin,

Weke berê di serdema Meno de,

12- Gava serwerê xwedêyan bû,

Weke Mître gewre ye,

Weke pêlên Sendîxo( çemê Diyele ye) bideng in…

Rîkevîd, Mendele 60, 111 (ji Reybix re)

3-   Reybîx# dostaniya Îndire vexwer,

Neviyên Mano bi rêketin.   

Ewê ku tîr û erebane li ba Horî – Mîtaniyan çêdikirin, û bû bapîrê Hindo- Ariyên gelê Asiya bi çûke.

Bi destê ezbetên Kotî yên kevin kişwerek bi navê Mana avakirin, ew jî bûn jêderên bazirganiya ceh û gênim, ew têkiliya bazirganî di pirtûka pîroz heziqyel (27:1,2,14,17) de hatî nîşan kirin.

1-   Xwedê bi min re got:

2-   Û tu ey kurê ademiziyad, lorînek li ser wêneyan bixwînî

14- Niteciyên Tucreme kelûpelên te bi hesp, mehîn û qantiran guhartin,

17- Mala Yehoze û Îsra›îl bi te re bazirganî bi genimê Mînît kirin .

Di dîroka berî zayînê de pêximberek bi navê Manî bi derketibû.

/Dumahîk heye…

* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.