جديد الموقع

Li Başûrê Cîhan Dengê kalekî Kurd!
Riza Çolpanê Dêrsimî*

Xuşk û birayê minên xoşewîst, xwendevanên vê rojname ya ku nav Newroz e. Ez di hivdeh (17) salîna xwe, ango 14 Avrêl, 1951’î da li ser erdê heftsed bav û kalên xwe dûrketim bûm terkî welat, lê laşê min li xurbetê, balam gîyana min her dem li welêt, ango Kurdistanê, li gundê min e; lê sed mixabin ku rastîya ber bi çav, di vê dema kaltîya xwe da, ez ji warê bav û kalanên xwe 18.000 kîlometre dûr, (50 sal)  li ser erdê Cemsera Başûrê cîhan, Kîşwera nav Awistûralya, li bajarê nav Sydney da dijîm. Ango ev e 68 sal in ku ez ji welatê bav û kalên xwe dûrketime, di kûrahîya dil da jî kesera welêt, qom û qebîl, gelê xwe yê mazlûm û bindest, Kurdistanek Azad, Demokratîk û Serbixwe dikşînim; ku mirim jî, divê laşê min were şewitandin, xwelîya laşê min here Kurdistana bav û kalan, herêma Dêrsima xopan, gundê min Kûpik. Gelo kê ez kirim terkî welat, sedem çi bû???

Xwendevanên berrêz, ez li çar Kîşwerên cîhan gerîyam, min gelek erd û welat, erdnîgarîyên cîhan dîtin, lê min ji bilî gundê xwe Kûpik, bajarê xwe Dêrsim, cîyekî dî ne dîtibû. Piştî gelek salên dûr û dirêj,  min biryar stand ku herim welatê heftsed bav û kalên xwe, tevahîya Kurdistana çeleng, xweşik û wekî bihişt bibînim û min wer jî kir. Di destpêkê da hatim wî parçeyê ku bi hezaran sal berê, bav û kalên we yên qedîm, îro jî hûn li ser dijîn, ji du dijminên har, hov û barbar ra şer dikin, li tev şerê nexweşîya lata corona, Kurdistana Rojava.

Xuşk û birayên delal, berê ez li Helebê peya bûm, bûm mêvanê terzî Osman, ku ew camêra îro li Danîmarkê dijî, dûra jî di roja 7-5-2001’î da li Qamîşlokê bûm mêvanê Kek Îsmaîl Omerê dilovan û gor bihişt, hevalê wî yê hêja Kek Newaf Abdullah. Piştî mêvandarîya heftekî ez çûm Başûrê welêt, parçeyê azad, li wir jî dîsa dagerîyam Qamîşlokê, mala Kek Newaf, piştî çend rojan, vêca jî min berê xwe da Bakûr û gundê xwe; li wir jî çum parçeyê Rojhilat, li çend cîh û bajaran gerîyam, bûm mêvanê Kurd-birayên xwe û nasê erdnîgarîya çar parçan. Ango wan rojên gerra çar parçan di jîyana mina heya roja îro da, cîyekî taybetî standin, ez bûm nasê gelek Kurd-birayên xwe û erdnîgarîya welatê bav û kalên xwe, kêfxweş û serbilind bûm; lê sed mixabin ku hêj ew erdnîgarîya bav û kalan, wekî bihişt, di bin lingê sê nijadên har û hovan da dinale, Kurd-birayên me jî bi tevahî ji hev ra nebûne bira, nebûne dost, hêzên xwe li hember dijminan nekirine yek, dost û dijmin ji hev cihê nekirine, ku ev rewş jî dilê hemû Kurdperwerên Kurdistanê diêşîne. Hêvî dikim êdî hemû Serok û rêberên gelê Kurd, dost kî ye, dijmin kî ye, ji hev cihê, hemû hêzên xwe jî li hember dijiminan dikin yek. Bi vê hêvîyê, ez ji dil 25 salî ya vê weşana Kurd û Kurdistan î, ku navê vê Newroz e, ji dil pîroz dikim, hêvî dikim rûpelên vê weşana Kurdî ji hemû Kurd-biran ra bibe weşana kevoka aştî, balyoza biratî, hest û hişê demokrasî û jîyanek wekhevî, şewqa rêya dost kî ye, dijmin kî ye. Bi vê hêvîya dilê keserkêş, ji hemû nivîskar, xwendevan û radeksîyona Newrozê ra silavên biratî û Kurdperwerî rêdikim, ji rûpelên Newrozê ra jî du helbestên xwe dişînim. Hêvî dikim bên weşandin.

Dayîka Min

Gundê min, warê min

Ez di axa te da derketim

Welatê min

Bi wê axê hat surandin

Hevîrê min

Goştê laşê min axa te

Hestîyên min kevirên te

Xwîna min av, kanî û çemên te

Gîyana min hewayê te

Por û pirçên laşê min

Dar, daristan û kulîlkên te

Tu yî jîyana min

Tu yî gîyana min

Nan û av û xwê ya min

Hiş,  pejn û pênc hestên min

Tu yî dayîka heftsed bav û kalên min

Ez ji te ra bibim cangorî

Bedewa cîhana min

Dayîka min

Kurdistana min.

Min Nedît Welatek Wek Welatê Xwe

Gerîyam cîhan, ez welat, welat

Min nedît welatek wek welatê xwe

Amed, Cizra Botan, tev birc û kelat

Min nedît welatek wek welatê xwe

Dêrsim, Riha, Mêrdîn, Mahabad, Hewlêr

Warê mêr-mêrxwasan, lana piling, şêr

Li her derê sifir, nift û zîv û zêr

Min nedît welatek wek welatê xwe

Çem kanîyên avsar, deşt, çîya, zozan

Dîmena gund goman, gelîya Barzan

Bin holikên çilo, raketin, razan

Min nedît welatek wek welatê xwe

Pirr xweş û şîrîn e, çar demên salê

Zivistana sîs-berf, ser pişta malê

Nêçîrvanên kewan li Kûpik, Dalê             Kûpik gundê ku ez li wir

ji dayîk bûme

Min nedît welatek wek welate xwe      Dal, mezra bapîrê min e

Bîst yekê Adarê cejna Newroz e

Li her derê agir, roja pîroz e

Dirizin, şîn dibin, gîya, çirpoz e

Min nedît welatek wek welatê xwe

Dengê pepûk, kewan, bilbil, şelûlan

Rengê mexik, beybûn, nêrgiz û gulan

Bîhna wan jîn dide nexweş û kalan

Min nedît welatek wek welatê xwe

Havîna germ xweşik, gîşt rez û bostan

Bêhrîvan xwedikin, reng bi reng fîstan

Bihişta Kurdan e, ew erd Kurdistan

Min nedît welatek wek welatê xwe

Kalandina mî û berx û karikan

Guftûgoyên pîran, li tev canikan

Lê tama sêv, hêrmî, gîjok, xîlokan?

Min nedît welatek wek welatê xwe

Germika Golanê, lê yên Baxînê?

Bin ezmanê şîn da cîyên evînê

Evîndar li wir in, wek Mem û Zînê

Min nedît welatek wek welatê xwe

Çi bixwazî heye li ser erdê wê

Bi hezaran nebat, li ser in hevrê

Ji bîrnakim çucar, gurzên genim, cê

Min nedît welatek wek welatê xwe

Çîyay Sîpan, Cûdî, Nemrût, Ararat

Çemê Minzûr, Xarçik, Dîjle û Firat

Av kanîyên Cêwlîg, zozanên Serhat

Min nedît welatek wek welatê xwe

Welatê min bihişt, lê jîyan doj e

Li ser hêwirîye Roma mêrkuj e

Zilm û zora wê jehr, axû û tûj e

Min nedît welatek wek welatê xwe

Çiqas salix bidim dîsa jî kêm e

Histêr çavêm min da wek ava çêm e

Digîrim ez her roj, dil tijî xem e

Min nedît welatek wek welatê xwe

Şêşt sal zû hatin çûn ji welêt dûr im

Dikşînim keserê, ez birîn kûr im

Temen bû  heftê çar, êdî pîr kal im

Min nedît welatek wek welatê xwe        Îro sal bûne 85

Riza me dibêjim “Ax li min welat”

Har hovan nehîş ku Kurd bibin felat

Li Başûrê cîhan derd bûne qat qat

Min nedît welatek wek welatê xwe.

/Sydney/rizacolpan@gmail.com

* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.