جديد الموقع

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (86):
Niştecîkirin, girtinên bêsûcane… Bangewaziyek ji bo serbestberdana yên revandî, girtî û wendayiyên zorane

Ligel ferebûna belavbûna serpêhatî û bêtara “Korona” li cîhanê, dîsa jî asta binpêkirin û tewanan li Herêma Efrînê kêm nebûye, û hîn siyaseta dijayetiyê ya rêkûpêkirî ya li dijî Kurdan – a ku, destlatên dagîrker bi riya destikên xwe, bi rik cîbicî dike – berdewam e.

Heyit Eltehrîr Elşam (Cebhet Elnesra ya berê), herdu derbasgehên (Dêrbelût û Xezîwiyê) yên di navbera Parêzgeha Idlib û Efrînê de, ji /1/ê Nîsanê ve – weke dide xuyakirin, ku bi sedema kirîza “Korona” ye -, li pêş tevgera sivîlan girt; Paşê, li /11/Nîsanê, /24/katan tenê,  derbasgeha “Dêrbelûtê” , ji nû ve vekir. Ji ber wê, û di encama berdewamiya agirbesta hevpeymana Rûs û Turkan de; Ji karwanên makînên, ku ji Efrînê vedigerîn herêmên valakirî û hîn artêşa Sûriyê derbasî wan deveran nebûye, xirbeliqiyek pir çêbû. Lê, ji ber kurtedema vekirinê, bi dehan makîne û alav, li nêzîk Gundên “Dêwa û Dêrbelûtê”- Cindirês  – bê ku kanibin, derbas bin – man. Gûman heye – ger ji nû ve derbasgeh vebin – hejmarên vegeriyan pirtir bibe. Lê, niha herdu derbasgeh, heftê du rojan, ji sivîlan re – bervajî – berve  Efrînê têne vekirin, û derbasgeha Xezîwê tenê ji tevgera makînên mezin ên baran û kelûpelan re taybetkiriye.

Niştecîkirin:

Bajarokê “Celemê” – Efrîn ji derdora /1200/malî pêk tê, ji nişteciyên wê yên resen dora /2500/kes mane, û dora /10/ hezar ji yên bi anîndindane, di malên xelkê gund de, û li derdorê di çadiran de, bi cî kirine. Û xelkê wê rastî pir binpêkirin û tewanan hatin, bi taybetî destdanîna ser mal û milkên wan, dizîn, û binçavkirinên bêsûcane. Herweha, daristana, ku li Rojavayê gund dikeve, û bi qaserî/30/hiktarî ye, bi temamî hate qutkirin. Û li şûnê jî kon û çadirên koçberên gundewarên Idlib û Heleb hatin vegirtin.

Gundê “Husê”.

Lê, Gundê Husê/ Mîrka – Mabeta, ji dora/300/malî pêk tê,  dora/2000/kes ji xelkê wê yên resen mane, û dora/50/malî ji yên bi anîndindane, di malên ên ku, ji gund derketine û dest danîne ser mal û milkên wan de, bi rûniştindane. Û dizîn û ferzkirina vêrgiyan gihîşte piraniya xelkê gund, bi dehan hatin binçavkirin, işkencekirin, û yên hatine niştecîkirin jî, pez û dewarên xwe bi xwe re anîne, û serbest li nav milk û zeviyan diçêrînin û ziyana ku, dighêje dar û çandiniyan paşguh dikin. Ji bilî darên bi ber ên ku, tewşankî ji bo êzingan qut dikin.

Girtinên bêsûcane:

Mirovê ku, rojek bi tenê, di dema Rêvebiriya Xweser a berê de, derketibe gundê xwe pabe; Bes e ku, ew bi tewanbariya danûstandina bi “rêxistinek teror” re, were tuhmetkirin, qedirkêmkirin, girtin, işkencekirin, û bi diravekê were cezakirin. Herweha, girtina heman hemwelatî, û bi heman tuhmetê were dubarekirin, li ba destlatên dagîrker tiştekî asa ye.

Li Bajerokê “Be’idîna”, li /12/ê Nîsanê, careke din hemwelatî “Mihemed Xelîl Şe’iban”, li kêlekê jî “Mustefa Reşkêlo kurê Mihemed”, hatin girtin, û paşê jî, li /16/ ê Nîsanê – piştî dandina /125 – 150/ hezar perên sûrî wek kefalet -, bi hin din re serbest hatin berdan. Û ta niha “Adil Xelîl Sîdo Hemetko” yê ciwan û ji heman bajarokî binçavkirî ye.

Li Gundê Coqê, li /6/ê Nîsanê, hemwelatî “Beşar Menan Emîn”, ji aliyê rêbenda asayişa leşkerî ve, li derbasgeha Bajarê Efrînê ji aliyê Bakur ve – yê ku, berê jî carekê hatibû girtin- hate girtin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Li Gundê Şêxûtka – Mabeta, li /14/ê Nîsanê, hemwelatî “Ebid Elreof Arif Ibrahîm” – keyayê gund – , ji aliyê milîsên “Ceyş Elnuxbe” ve, hate girtin, û piştî du rojan – piştî dandina /250/ hezar perên sûrî – hate berdan.

Hunermend ê gelêrî “Se’îd Husên Mîro”

Li Gundê “Qermîliq” -navça Şiyê, li /9/ê Nîsanê, hemwelatî “Husên Cemîl Qurê”, ji aliyê rêbenda asayiş ve, li derbasgeha Bajarê Efrîn – Cindrêsê hate girtin, û piştî pênc rojan -piştî dandina diravekê – serbest hate berdan. Û “Seyf Eldîn Casim”, birayê “Mihemed Elcasim” serkêşê milîsên “Lîwa’i Elsultan Silêman Şah”, vexwende hemwelatiyê hunermend ê gelêrî “Se’îd Husên Mîro”, ji ber ku, wî du jinên çekdaran -li ser daxwaza wan- , bi tiraktora xwe, ji Bajarokê “Şiyê” veguhestibû gund. Û ji bo wê yekê – bi ser ku, “Se’îd” bi nexweşiya şêkir bû jî-, wî lêdan xwar û hate rezîlpezîlkirin, û ji ber wê jî, tenduristiya wî bi şûn ve çû.

Li Gundê “Çeqelê Cûmê”- Cindirês, li /17/ê Nîsanê, herdu hemwelatî (Subhî Cemîl Soranî, û Zûhêr Hesen Ebdo), ji aliyê asayişa leşkerî ve hatin girtin, û ta niha çarenûsên wan ne xuya ne.

Li aliyekî din, li /15/ê Nîsanê, hêzên dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê, derdora herdu gundên (Bircqas û Kalûtê) – Şêrewa, bi avêjtekan hatin bombebaran kirin,û li kêlekê jî, hin gund û bajarokên Şêrewa û Şehbayê – Bakurî Heleb, bi awakî qutqutî bombebaran bûn.

Xelkê Efrînê, bangewaziyên xwe dubare dike, da ku, fişar li ser hikometa Turkiyê were kirin, û were neçarkirin, ku zaroyên wê ên bi zor revandî, girtî û wendayî, serbest werin berdan. Ji ber ku, jiyana bi sedan ji wan, di bin metirsiya vegirtina veyrosa “Korona” de ne. Û herweha jî, ji bo rêgirek ji binpêkirin û tewankirinan re were danîn, da ku, dagîrkerî û ew milîsên terorîst, ji holê werin rakirin û tunekirin.

19.04.2020an

 Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

———————–

Wêne:

– Daristana  Gundê Celemê ya Rojava, berî û piştî qutkirinê.

– Hemwelatî “Se’îd Husên Mîro”.

– Gundê “Husê”.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: