جديد الموقع

Bîrvejîn
Mihemed Qere Hesen*

Wê rojê li bajarê Helebê di şarêya Baron re digizdirîm, çavên min li qarima yekîtiya niviskarên Ereb, şaxa Heleb ket, vê bîranînên rojên berê bi vejandin, ku çiqas li simîner û şevbuhêrkên wê beşdar bûme, û ew dostên em bi hev re rûdiniştin û daxêvîn. Bê hemdê xwe di derecan re hilkişîm. Bê ku li derî xînim, li ser piştê vekirî bû, derbasê bûm, tu kes li hole û odên wê tune bûn. Min bi dengekî dudiyan bankir, dengê mirovekî li paş sekretona pirtûkan hat û jê bi derket û pêşwaziya min kir û bi destên bi toz silav da min û ez birim oda rûniştinê. Lê mixabin ji min e ez derbaz axirekî bi toz û malkên pilindir li koşên wê yên bilind girtibûn, ji te ye kavilekî mirov ji sed salî ve derbasê nebûye. Piştî em bi rewş û tentîlên hev pirsîn. Min xwe wek Kurdekî bi zimanê kurdî dinivise pê danasîn. Wî jî xwe weke helbestvanekî û serwerê pitûkxana yekîtiyê danasîn. Wî ji min pirs kir: Tu çima bi zimanê erebî nanivisîne ? Min jî bersivandê: Ez ji dê û bavên xwe bûm, û fêrî zimanê wan bûm, wê jî berpisiyariya nivîsandina bi zimanê wan hilda ser milê min. Ew helbestvana piçekê bi ser xwe de ponijî û xazî daqirtand û bê bersiva ma. Dostên min ji Kurdên Îraqê hene û bi zimanê erebî dinivisin, tu çima li Sûriyê bi kurdî dinivisî ? Min bersivandê: Gava em jî Kurdên Sûriyê wek ên Kurdistana Îraqê mafên xwe destûrî werbigirin, û yekîtiya niviskarên Kurd damezerînin, wê Kurdên bi erebî dinivisînin ji we û kesên bi erebî zanin berhemên di rêya şevbihêrk û simîneran ji we re bi xwînin. Wî helbestvanî carek din ponijî û xazî daqirtand. Û li paşiyê got: Zimanê erebî yê bihiştêye, li wê jiyanê em tev dê pê bixafin. Min gotê: Mamoste em niha jîndar in ne mirîne, de niha em her netewek bi zimanê xwe fêr bibe binivise û pê zanînê biberhimîne… Hê em di axaftinê de ne, mirovekî temenê xwe kêmtirî sih salî derbas odê bû, û xwe wiha danasîn. Ez bavê filanim ji asayîşa konevanî me. Dixwezim serokê yekîtiyê bibînim, ji ber ku em lêkolînê li ser dikin.
Edresa serwerê yekîtiyê bir û rabû çû. Di paş re helbestvan ne vehesiya xwe bi çend pirsan xuya kir. Ez jî bê ku bipeyivim, min xatirê xwe jê xwest û bi derketim.
Di pê re min çend pirs ji xwe kirin. Çiqas kar û cefa bi rewşebîrên Kurdan gerek in, ku dademendiya mafên Kurd bi rewşenbîrê ereb bide nasîn, ta hişê hevjina hevbeş di serê wan de cih bigre?. Ta kîngê ev rijîma dê zana û rewşenbîran rêzbigire?

* Rojnama Newroz – hejmar /143/ – 14ê Avdarê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.