جديد الموقع

Termê Qaçax
Osman Îso

Dr: Divê win nexwaşê xwe rakin û bilez bibin Tirkiyê yan Helebê… Çare li ba me nîne… Ew şêtûmêt dimînin, dest û lingên wan têne girêdan, lê ew neçar dibin, nexwaşê xwe dibin mal, û di nav pêlên dudiliyê de melevaniyê dikin, û di orta du rêyan de hatine parvekirin; her du rê dijwar in û di bin destên çeteyan de ne, her du rê gava bihna peran dikin gilêz ji devî wan diherike, û asta mirovahiyê nizim, nizim û nizim dibe, û asta hovîtiyê bilind, bilind û bilind dibe; her du rê cefayên salan ji berîka te rêş dikin û bi ser de rûmeta te jî melûl dikin, û çavên serbilindiyê bêzar dikin… Malbata ku sêrib li Ewrupa ne û ribek jî li welêt maye, li hev civiyan, û piştî danûstandinê biryarek standin; wê nexwaşê xwe rakin Helebê tevî metirsiyên li ser rê, lê ew ji rêya Tirkiyê baştir e, û eger nexwaş li Helebê mir, laşê wî bi temamî û bê kêmasiya endaman wê bin ax bibe, lê nexwaşxaneyên tirkiyê mişt qirik in, qirik in awerte ne, laşan ji hundir ve vala dikin û didirûn û dikine tabûtên oflaz û ji te re birêdikin. Malbat gerî û pirsî, û li dawiyê wan qaçaqciyek dîtin û gelekî berhevdan li ser rê û li ser peran, lê gava tu dibînî giyanek tê şewtandin bi agirê kul û êşan tu bi hemû tiştan razî dibî, bes bila aramî û saxlemî vegere û giyan ji nû ve şax bide, û gupikên ken carek din vebin û bihna şahiyê belav bikin. Li nîvê şevê ji mal derketin û berê xwe dane Helebê… Otombîl rêyên qaçax dadiqirtîne û gava rastî gelek rêbendan tê, ew dev û çavên wan mişt pere dike û ew derbas dibin, û piştî roj û şevek ji temênê wan, mîna deh salan kêm dibe û gelek pere ji berîka wan diherikin, û alozî û astengî xwe di aramiya wan werdidin, ew derbasî Helebê bûn… Nexwaşê xwe di nexwaşxaneyeke taybet de bi cih kirin (şev bi 12000 L.S, bes xewkirin, ji bilî dermên), te digot qey Hotêleke bi pênc stêrkane 5*… Roj şepelkûrkî diborîn û berîk di xwe de diqusqusîn û dinalîn, û yawaş yawaş geşbûna wan dadirvî û qelewbûn ji wan direvî, û bi ser kul û derdan de pêşketin û tenduristiyê her dem xwe didane alî û çav li revê bûn û nedixwastin vegerin laşê bêkes û belengaz. Bijîjk li gorî zanîna xwe wî derman dikin lê rewşa tendurustiyê paş ve diçe û nexwaşê perîşan dadirve û rojên temenê wî diqujmirin… Wî dawiya xwe baş nas kiribû, loma gote birayê xwe: Keko eger ez mirim min li Efrînê bin ax bikin… Du sê roj derbas dibin ew dere ser dilovaniya Xwedê… Birayê wî dixwaze xasteka birayê xwe bi cihê wîne û termê birayê xwe vegerîne Efrînê û bin ax bike… Lê çawa ?? Belge gerek in û destûr, rêdan û îmze jî nîvî temenê te dibin… Nêzî heft rojan birayê belengaz li deriyan vedipeke, ji va derî dişînin wa derî û bê sûde û bê encam… Berpirsiyar rêdanê nadin, ji bo bira termê birayê xwe vegerîne Efrînê… Ew neçar dibe, wek çawa bi rêya qaçaxan hatin Helebê dîsa bi wa rêkê vegerin… Qaçaqciyekî dibînin û wî bi sêsed hezar lêre bi razîkirin didin… Û li nîvê şevê termê seqamgirtî ji nexwaşxaneyê dikin Tabûtê û li otombîlê sîwar dikin… Û dikevin rêya vegerê… Lê berî ew bi rêkevin xwediyê nexwaşxaneyê /30000/L.S ji ber heft rojan ve ji wan xwast… Hevalê birayê belengaz ji hêrsa re dibêje: Yanê we firavîn, taştê, şîv û paşîv dida rihmetî ??!!
Belê term bi qaçaxî vedigerînin Efrînê û bi dizî tê pêşwazîkirin….
Di vê cenga bênamûs de termên Efrîniyan bûne Efyon… Çiqas zor e term bi qaçaxî vegere axa xwe!! …

* Rojnama Newroz – hejmar /143/ – 14ê Avdarê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.