جديد الموقع

Hin xalên giring Ji nameyeke min bo dostekî
Newafê Bişar

…. Di vê nameya xwe de, ez dixwazim hin nerîn, bîrbawerî û xemên dilê xwe, li ser gelek rewş û bûyerên ku vê dawiyê li devera me rû dane bi te re parve bikim.
Tişta herî balkêş li ser asta cîhanê ew e ku îro ademîzadî di xaçerêk, serdem û qonaxeke metirsîdar re derbas dibe, ji ber ku siyasetmedar û navendên çêkirina biryarên stratîjîk ên dewletên mezin ên cîhanê, yên mîna Emerîka, Rûsiya û Yekîtiya Ewropayê, berjewendiyên welatên xwe yên aborî danîne pêşiya hemî nirxên mirovatî, mafên mirov, belgeyên rêxistina navnetewî û parastina jîn û jîngehê, ew a ku em hemû, çi piçûk, çi mezin, hevparên wê ne.
Ji ber vê yekê jî, ango ji bo bidestxistina destkeftiyan û zeftkirina gepên xweş û mezin ji samana gelên piçûk, nakokî di navbera hêzên mezin de derketine, zarziman û gotara hişk û tundtûjiyê hawîr belav bûye, hêzên tariyê geş bûne… Lê, ya ji hemiyan xirabtir jî ew e ku rêxistina navnetewî(Yekîtiya Netewan) bûye qurbana van nakokiyan ku mixabin îro ew nikare yek biryarê beramber bûyereke mezin a navdewletî werbigre, yan bi yek dengî ew li hember dewleteke çavsor a zorker biryarekê bistîne!.
Her kes dizane ku ti civak, çi ya mirovan, çi ya lawiran be, ew nikare bê yasa û zagon jiyaneke xwezayî û dirust bijî ku tê de her kes, her alî erk û mafên xwe nas bike, li cem wan raweste, zêdegaviyan neke. Û eger hat û zêdegavî kir, ew ê sezayê bibîne. Mixabin ku kiryarên dewletên mezin, rêxistina navnetewî qels û lawaz kirine, ew bê rûmet û riswa kirine. Ev yeka han, bûye egera ku serberdayetî li cîhanê belav bibe, û rewşa cîhanê îro bûye mîna ku ji mêj ve Kurdan gotiye: «Zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane!.». Mirovatî, mafên mirov û hûrgelan, parastina jîn û jîngehê, aştî û azadiya gelan û hwd… hemû bê rêz û bê wate mane, hatine jibîrkirin û tu alî li wan xwedî dernakeve, zordestiya reş a çepel pêl daye, konê xwe vegirtiye.
Li ber çavan e, ku îro li devera me Rojhilata Navîn, li Afrîkayê, û gelek deverên din, zagona daristanê ketiye rêya destelatê, tu rêz û rûmet ji gelên piçûk û dewletên qels re nema ye, her hêz, her alî ya xurt, maf dide xwe ku sînorên qelsan derbas bike, gelan dîl bike, bêyî ku ew li hemberî dadmendiya navnetewî bêne darizandin û sezaya tewanên xwe bibînin!. Wekî çawa ku îro welatê me Sûriyê ji dewletên mezin re bûye gastîna şer, bûye gola xwînê, welatiyê wî têne kuştin, agir tê de dilîze û bûye dojeh, civaka navnetewî bi erkên xwe ranabe, vî şerî ranawestîne û vî gelî ji mirinê rizgar nake, naparêze!.
Di rewşeke wiha mij, moran, girik û gemar de, rê û derfet li pêş keftar û koviyên dirinde yên du ling dûz dibe ku ew tewanên mezin bikin, xwîna gelan birjînin, xelkê talan bikin û mirina reş belav bikin!.
Ma gelo îro dewletên mezin ên mîna Emerîka û Rûsyayê, dewletên herêmê yên mîna Turkiyê û Îranê ew bi çi mafî sînorên welatê me Sûriyê derbas kirine, şerê ji bo berjewendiyên xwe li ser xaka me dikin?!. Ma gelo li gora kîjan yasayê dewleta Turkiyê deverên Kurdî li bakurê Sûriyê (Efrîn, Girê Sipê û Serê kaniyê) dagîr kirine, nişteciyên wan ên resen (Kurd) ji cihê bav û kalên wan rakirine, kesên biyanî di malên wan de cîwar kirine û ew li ber deriyan bê cih, bê bask û per hiştine, mişext û penaber kirine?!..
Dost û hevalê min …
Ez baş dizanim ku dilê te bi rewşa gelê te yê Kurd ve girêdayî ye, ger rewş baş be, dilê te şad e, ger xirab be, ew jî xemgîn û bi girîn e. Lê, weke rastiyekê ji te re bêjim, rewşa me ya îro bi her hawî xirab û ne baş e!… Mixabin ku hêzên me yên siyasî, ne li gora vî barî û vê serdemê ne, ev rastî çiqasî tal be jî, lê ew li ber çavan e, tu kes nikare wê bide mandelê. Ta vê rojê ku nîvê welatê me hatiye dagîrkirin, yê mayî jî di bin metirsî û gefê de ye, hê jî tevgera me nakokiyên xwe jibîr nekirine, bernedane, tenê carekê ji bo doza vî gelî civîneke hevbeş lidar nexistine, hevdu nepejiandine!… Her aliyek li singa xwe dixîne û dibêje «ez», û yê din dibêje «tew ji xwe ez»!!, di nava vê ezîtiya malwêran de, gel ji xaka xwe tê qewitandin, pilanên hilkirin û tunekirina wî birêve diçin!!..
Lê, tevî vê rewşa me ya xirab, gelê me bê hêvî nabe û her ew ê têkoşîn û xebatê bike, herwiha mirov bawer e ku xêrxwaz û têkoşerên dilsoz ên vî gelî ji bo manê û bidestxistina mafên wî, dê xebatê berdewam bikin, ew xebata wan a îjdil, dê rûreşiya xwefiroşên ku rastiya xwe di bin saloxan û perdeyên derew de veşartine, ji gel û dîrokê re aşkere bike!.
Li dawiyê, dixwazim bêjim ku ev bêdengiya berpirsên civaka navnetewî li hemberî êrîşên hovane yên qirkirinê ku dewleta Turkiya dagîrker û patoxwerên wê yên Sûrî li ser Kurdan bi behaneya derewîn «Şerê terorê»!!, ew a ku di rastiya xwe de, şerê gelê Kurd e, ew ji dewleta dagîrker a çavsor re rêdan û piştgrî ye, herweha, ew ji bo vejîna rêxistina terror «Daiş» û hevalbendên wê re dibe derfet û xelateke zêrîn, da ku careke din ew xwe birêxistin bike, kînê, ramana reş û mirinê li cîhanê bi tevayî belav bike, hemû gelên cîhanê, dê baceyeke giran bidin. Wê demê, ew ê li vê bêdengiya xwe ya hemberî fermana Kurdan polî poşman bibin, tiliyên xwe gez bikin, lê poşmanî bê sûde ye!…
Gelek sipas…

* Rojnama Newroz – hejmar /143/ – 14ê Avdarê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.