جديد الموقع

Dijmin nabe dost
Nazdar Hesen

Bêguman, em tev dizanin dijitiya dewleta Turk bi gelê Kurd re dijitiyeke dêrîn û berdewam e, ne ji rojekê û dudiyan ve hatiye, ew di dirêjiya dîrokê de her tim hewl dida Kurdan qir, bin ax û tune bike û wan ji gelên bîrçûyî û windayî bike. Belê dewleta Turk her tim hebûna xwe di tunebûn û qirkirina Kurdan de dibîne, û neyartiya wê ne bi partiyek kurdî yan bi hêzên parastina gel ên li Bakurî Rojhilatî Sûriyê ( YPG – YPJ – QSD ) re ne, û bi gotina wê: «Ger Kurd ji xwe re konekî li Efrîqayê vegirin, emê li dijî wî bisekinin û ji bin de hilweşînin» bêtir sextekariya xwe zelal û aşkere dike, û vê dijmantiyê dupat dike, û bi dagirkirina wê bajarê Efrînê hinde ji kelîna kîn, nijadî û çavsoriya wê ji serkeftinên Kurdan li hember hêzên terorîst û radîkal derdixîne, û diyartir dibe ku ev ceng û şer ne ji bo sînorên xwe biparêze an eger hêzên me zû vekşiya ev ceng ne diqewimî, na ev ceng cengek pîlankirî bû û pîlanên wê yên serek e ji bo dehadin û herfandina miletê me bû, û guhartina heyama wê ya civakî û bicihkirina biyaniyan û çeteyan li cih warên wê û belavkirina ramanên xwe yên olperest û radîkal û serdema dewleta xwe ya osmanî vegerîne.
Ji ber vê yekê jî her ku dem di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibe nexweşî û birînên kûr û bê derman di hiş û canê civaka efrînî de peyda û belav dibin, û wê civakê dixe tehlûkiyek bê dawî. Belê dijmin her dimîne dijmin û çendî bi diroşmên demokras, wekhevî û biratiyê xwe bixemlîne, ew nayên guhartin û wek bapîr û dapîrên me digotin: «Qijik nabin bilbil û eger rih jî bibe bost tu carî dijmin nabe dost».

* Rojnama Newroz – hejmar /143/ – 14ê Avdarê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.