جديد الموقع

21ê Sibatê (Reşmehê), Roja Cîhanî ya zimanê Dê

Desteya Newrozê*

Li cîhana me ya îro bêtir ji 7000 zimanî dijîn, lê mixabin ji ber egerên cuda ku sitem, çavsorî û rikgîriya nijadî ji hêlekê ve, û pirsa gilobalizmê ji hêleke din ve, pir ziman ber qelsbûn û wendabûnê ve diçin!.
Gelek pispor û zanyarên itnolojiyê, zimanzan û civaknas tekez dikin ku bi wendabûna zimanekî, dîrok, tore û kultûra miletekî ku bi sedê salan hatiye ser hev û cih girtiye winda dibe, ewqas zaniyarî û ezmûnên dirêj bi xwerist û jiyanê re ku ew ji kultûra cîhanî re semyan û dewlemndî ye, wenda dibe û ji dest diçe, ji cîhanê bi tevayî re ziyan û xemgînî ye.
Sazbûn û rûniştina zimanekî ne karekî hêsan e, lê belê ew encama pêwistiyên jiyanê hatiye pê, durva xwe ya dawî wergirtiye, bi demê re xwe diguhêre, xwe nû dike û pêşve diçe. Ango, ziman mîna her jîndarekî li vê gerdûnê ye, da ku zindî bimîne, ew peyv û bilêvkirina bêjeyan li gora dem û rewşa jiyanê sivik dike, diguhêre.
Gelo çima roja 21 Sibatê (Reşmehê) bû Roja Cîhanî ya Zimanê Dê?.
Beriya ku di Avdara sala 1971an de gelê Bengalî bibe xwedî dewleteke serbixwe, ew di çarçewa dewleta Pakistanê de dijî. Li roja 21ê Avdara sala 1948an, Mihemed Elî Cenah ê ku destelatdarê giştî yê Pakistanê bû, di civîneke cemawerî de, biryar da ku zimanê Ordo bibe zimanê fermî yê dewletê, bê ku tu rêz û rûmetê bide zimanê Bengalî ku ew zimanê piraniya xelkên rojhilatê welêt bû. Gelê Bengalî, bi comerdî, bi hevgirtina hemû qat û pêkhateyên xwe berevanî di ber nasnameya xwe ya netewî de kir, û li dij vê biryara nijadperest û sitembar serî hilda, bi nave «Tevgera zimanî ya Bengalî» serhildan û xwepêşandanên mezin birêve birin.
Li roja 21ê Sibatê (Reşmeha) sala 1952an, di xwepêşandaneke mezin a xwendekarên zanîngeha Dakka yê de, asayîşa dewletê ew xwepêşandana aştiyane gulebaran kir, di encam de, 5 xwendekar hatin kuşitn!…Piştî vê bûyera xwînî, xeleka xwepêşandanên gel berfirehtir bûn û xaka bin lingê rijêma dîktator M.E.Cenah hejandin… Paşê ew neçar bû ku biryara xwe biguhêre, zimanê Bengalî jî li kêleka zimanê Ordo bibe zimanê fermî yê dewletê. Hikûmetê ji pakrewanên wê rojê re, li zanîngeha Dakka yê peykerek bi navê şehîd Minar ava kir.
Li ser destpêşxeriya dewleta Bengladişê, sala 1999an, rêxistina UNESCO yê ev roj mîna «Roja Cîhanî ya Zimanê Dê» bi nav kiriye.
Li devera me ya Rojhilata Navîn îro derdora 45 milyon Kurd li ser xaka welatê xwe, di nav sînorên çar dewletan de (Turkiyê, Îraq, Îran û Sûriyê) de dijîn, li ser destê rijêmên van dewletan, ew toşî siyaseteke pilankirî a tunekirinê dibin. Ziman, folklor, zargotin û nasnameya Kurdî qedexe ye. Û bi armanca pişaftina gelê Kurd û tunekirina zimanê wî, bi her hawî, bi dijwarî şerê wî dibe. Zarokên wî, bi zimanê netewa serdest dixwînin û perwerde dibin, helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd ji bo belavkirina berhemên xwe yên bi zimanê Kurdî têne girtin û hin jî têne kuştin ku şehîd Mûsa Enter yek ji wan e…HWD.
Herweha li bakurê kişwera Afrîqayê jî gelê Amazîg ku bêtir ji 35 milyon mirov in, nişteciyên resen ên welêt in, beriya ku bi navê ola Islamê Ereb welatê wan dagîr bikin, ew ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar in, ziman û nasnameya wan qedexe ye, û li ser destê dewletên deverê bi çavsorî têne tepeserkirin û mafên wan têne daqurtandin!.
Ji bo parastina pirengiya netewî, olî û çandî, ji bo belavkirina çanda nûjen a aştî û mirovheziyê, ji bo bihevrejiyana hemû gelên cîhanî dûrî kîn, zikreşî û nijadperestiyê û avakirina cîhaneke xweş ji hemû gelan re, pêwiste rêxistina navnetewî UN bi hemû hêza xwe zimanê hûrgel û kêmnetewan ji winadabûnê biparêze, rê li ber pişaftina gel û zimanan bigre, da ku di baxçeyê ziman, wêje û kultûra navnetewî de, hemû reng bêne dîtin û parastin.
«Roja Cîhanî ya Zimanê Dê» li hemû gelên cîhanê pîroz be!.

* Rojnama Newroz – hejmar /143/ – 14ê Avdarê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.