جديد الموقع

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (80):
Niştecîkirineke pirane li “Aşkê Şerqî”, hilweşandina minare û firoşxaneyên mizgefta “Şiyê”… Tevliheviya rewşa asayî, belavbûna rakirina çekan ji bilî Kurdan.

Wergerandin ji Erebî

Di tabloya zehmetiyên xelkê Efrînê de, ya herî êştir ji nav yên aşkere û ragihandî , yanbasî û nerazîbûna ku li dijî yên li hundir mane tê kirin, û ji bo yên bi zor koçberbûyî mişextbûn û wendakirina xak û cîwaran e. Û ya herî qebhetir ew e, ku hemwelatiyê li rex dagîrkera Turk disekine û binpêkirin û tewanbariyan di dermafê xelkê xwe de pêk tîne; Ewê ku divabû tu vê re welatekî hevbeş biparêzî û avabikî.

Gundê Aşkê Şerqî – Navça Cindirêsê, berî dagîrkirina Turkiyê, hejmara malên wê dora /100/ î bû, û hejmara nişteciyan jî /700/ bû. Lê aniha û piştî koçberbûna zorane, ya ku tevaya Herêma Efrînê tûşê hatî; Hejmara nişteciyên wê yên resen tenê /100/maye, û hejmara yên anîndindane û bi zorê di malên gund de, û  herweha di /200/ konên ku li nav û derdora wê venane de  hatine bi çîkirin, dora /4000/î ye. Milîsên ku gund desteser dikin, ên bi ser ” Nûredîn_ Elzenkî” ve ne. Û xelkê wê yên mane rastî cûrbecûr binpêkirin û dizînê hatin, û hemwelatiyek jî, ji salekê ve ta niha girtî û çarenûsa xwe wendayî ye.

Li Navça ” Şiyê”, ji sê heyvan ve, milîsên “Lîwa Elsultan Silêman Şah – Elemşat” binê avahiya Mizgefta kevin – Gundê jêrîn – a ku temenê xwe bêtirî /100/ salî ye û weke nîşandeyeke olî tête nasandin -, piştî sergirtina wê bi çadiran, ji bo lêgerînê li entîke û tiştên nirxbuha – ji ber ku ew û malên başûrê wê bermayên kevin hembêz dikin – dikole. Ew kolandina bû sedema hilweşandina minare û heft dikanên wê, û me  berê jî, di rapora xwe ya (69) a 04.1.2020 an  de jî çêra van kiryarên bi gûman kiribû. Ji bîr nebe, ku artêşa Turkiyê ya dagîrker û nandozên wê ji milîsên bi artêşa niştimanî ya sûrî û azad (elceyş elwetenî elsûrî we – elhur) têye navandin, milk û mewalên Efrînê yên çandeyî armanc kirin; Ji destpêka êrişa xwe li ser herêmê, bi dehan cîgehên dîrokî û zaretên Islamî û Êzdî, bi şev û ro û bi acetên giran, di bin çavdêriya Ìstîxbarat û berpirsiyarên Turkiyê yên li herêmê û serpereştiya wan de, kolan û hilweşandin; Da ku kultûr û çanda Kurdan bipişêfin, girêdana wan a dîrokî lawaz bikin û entîk û tiştên nirxbuha bidizin.

Di siya vê fewdalîzim, serberdayetî, rewşa asayî ya tevlihev de, û lihevxistin û nakokiyên di nav milîsan de; Bombeyeke teqînî di pîkabekê de – li kolana Bazara kevin a navenda bajarê Efrînê, sekinî bû –  li siba Yekşemê  8 ê Avdarê teqiya, û di encamê de, kesek hat kuştin û çar jî birîndar bûn; Û piştî nîvro di heman rojê de, li rex avahiyên kelûpelên temwînê, li kolana Reco ya Efrînê, matorek dutekerî teqiya, lê tu ziyan bi kesî nebû; Û “berevaniya sivîl a sûrî – kumsipiyan” xeber dan, ku bombeyeke teqînokî, di makînakê de, li Efrînê, li siba Sêşemê 10 î Avdarê teqiya û mêrek birîndar bû.

Û di heman çarçoveyê de, bazirganiya çekên tekane, li Efrînê belav û rêdankrî ye; Pir kes û bazirgan – di firoşgehên bajêr û li navendên navçeyan de, an bi awakî yekser di nav xelkê de –  bê qeyd kar dikin; Ta asta ku, rakirina çekan li ba milîs û hemî anîndeyan – yên ku li herêmê hatine niştecîkirin – bûye rûdawek rêdankirî; Û di dan û standinê xwe yên rojane de, pê  nişteciyên resen ditirsînin, bi taybetî jî avêtina qurşînan bi awakî tewşankî û gef û gurên têne kirin. Wekî ku rûdawên çekdarbûnê di nav sivîlên biyanî de bibe tiştekî normal. Lê , çênabe hemwelatiyekî Kurd ji xelkê herêmê – ta ku gerek be yan ê awê be jî – çekan rake. Û ger ku ruxset li ba yekî hebe jî, nikane çeka xwe hilgire, da ku bi “PKK” an tewanbariyeke din netê tuhmetkirin, an jî çeka wî – di bin çi behaneyê de – jê netê standin.

Ji aliyekî din ve, artêşa Turkiyê bombebarana xwe li ser gund û bajarokên Şehba û Şêrewa – Bakurî Heleb, li navbera rojên çûyî berdewam kir.

Û ji pênc mehan û vir ve, li bajarê Istambûlê, hemwelatiyê temenmezin “Isma’îl Şukrî Henan” û keça wî ya ciwan “Kudistan” ji xelkê bajarokê Bedîna, li piş tuhmetkirina wan bi têkelbûnê bi rêvebiriya Xweser a berê re, hate girtin.

Û agahîn gihan me, ku milîsan li deşta Coqê, bi rengekî hovane darên zeytûnê qutkirine, û piraniya xwediyan ditirsin gilî bikin, ji wan daran /110/  ê hemwelatî “Cemîl Ehmed Husên” e, /100/dar ê dilovanî lê “Ehmed Minle Mohemed” e, û /40 / jî ê kurên “Mehrem” e, ewê ku berhema xwe ya îsal hatibû dizîn .

Xelkê Efrînê bi aramî bendewar in, ku dilhezên mirovahiyê, bervedêrên mafên mirovan û alîgirên Aştî, Azadî û Wekheviyê, û niştîmanperwerên bi rûmet bi wan re alîkar bin, da ku zor û zordariyê, îro berî siba ji ser wan rakin.

14.03.2020an

 Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

…………………

Wêne:

– G. Aşkê Şerqî

– Minara Mizgefta Şiyê berî û piştî hilweşandinê.

– Ciyê teqîna bombeya teqîne di makînak pîkabê de, li navenda Efrînê.

– zeviyeke darên zeytûnê bi awakî hovane hatiye qutkirin.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vê bitikînin: