جديد الموقع

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (79):
Xapandin û gulêkirineke kûrane ji Turkiyê re, binçavkirinên zordarane… Qutkirina daristan û darên zeytûnê, bombebarankirina malên sivîlan.

Wergerandin ji Erebî

Ji dagîrkirina Efrînê ve, gotinin ji nav milîsan derdikevin, nişan dikin ku çiqas Hikometa Eledalê We-eltenmiyê ya Turkiyê, zikreşî û kînê di nav endam û serkêşên wan milîseyên ku bi reseniya xwe cîhadîst û tundrewin de, çandiye, herweha asta setemkarî û guhertina demografî, ya ku hewil dide ku di dermafê Kurdan de – nişteciyên herêmê yên resen- di riya salixdana wan bi cudaxwazî û gawirbûnê, dijbûna ji şoreşê re û metirsîdarbûnê li ser asaya netewî ya turkî, cîbicî bike, diyar dike. Di vê derbarê de, li vê dawiyê, jêdereke xwecehî ye pesendkirî, li ser zimanê serkêşekî milîsan guhest, ku berpirsên Turkan ji wan xwestiye, ku pileya herî bilind ji zext û fişarê û binpêkirinan, di dermafê Kurdan de bikin, da ku wan neçar bikin, ku koçber bibin û cî û warên xwe berdin, û bersiva wan li ser pêşinyara bikaranîna hêzê bi awakî yekser ji bo derxistina Kurdan weha bû, na em naxwazin ragihandin û raya giştî ya cîhanî bi xwe bihesînin, û ya çêtir ew e, em bi şêwakî pilekirî û rêkûpêkirî wan bi derînin.

Û me ev binpêkirin û tewanbarkirin berçav kirin:

Li 2 yê Avdarê, hemwelatiyê temenmezin Eqîl Wezîro yê bi (Îsmayîl Wezîro)tê nasîn, li Taxa Eşrefiyê, li Efrînê, ji aliyê asayişa leşkerî û istîxbarata Turkiyê ve hate girtin. Ji bîr nebe jî, ku ew ji gundê Xezîwiyê ye, ji aliyê destlatên dagîrker ve, bû keya ji taxê re, û îro piştî nîvro hate berdan.

Li 4 ê Avdarê herdu hemwelatiyên bira (Nezmî û Osman Ne’san) ji Gundê Husê – Navça Mabeta, ji aliyê milîsên “Elcebhe  Elşamiyê “ve- ji ber erênekirina wan ji niştecîkirina malbatên ku bi anîndin dane, bi zorê di malên wan de- hatin girtin.

Ji dora deh roja ve, hemwelatiyê bi navê Lewend Hesen yê 24 salî, ji gundê Miskê Jorin hate girtin, bi ser ku berê jî carekê hatibû girtin û piştî dandina berdêleke diravî hatibû berdan.

Serkêşê milîseyên “Lîwa elfatêh” yê ku bi “Ebû Eymen” tê naskirin, zeviyên zeytûnan ên xelkê Bajarokê Bedîna û Gundê Dêrwîş, û yên li nêzîk cîgeha Dirûmiyê -Deşta Kitix-  dikevin, bi /1.7/milyon perên Sûrî, bi kirê dan şivanan, da ku pezên xwe lê biçêrînin. Lê ,serkêşê “Lîwa 112” yê ku bi “Ebû Elnor” tê navdan, destêwerda, şivan ceza kirin, û qedexekir ku pezên xwe berdin nav; Herweha endamên milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” û çekdarine din ve, li nêzîk çaterêka navça Mabeta, li ser demana zeviyên zeytûnan – di çarçewa nakokiyên navxweyî yên li ser bandorbûnê – rabûn hev, birîndarbûn û belkîm kuştin jî çêbûbe, lê me nikanî tu encam werbigirtana.

Milîseyên “Lîwa 112”, li bajarokê Bedîna, dest danî ser kilfetora tirektorê ya ku di destê Reşîd Hesen Cefer de, bi behanya ku ew ya kurmamê wî yê  penaberbûyî Cemîl Mohemed Cefer e.

Li 1 î  Avdarê, sê kes ji gundê Bedîna yên alîkar bi destlatên dagîrker re, û bi hevrêzî bi “serokê encûmena xwecehî ya Reco” re – bi derewa ku ewê li navenda Reco alîkariyên xwerinî werbigirin- ew vexwendin kombûnê li pêşiya avahiya şaredariyê. Dora du sed kes – piraniya wan jinên Kurd bûn- vexwendin bi cih anîn. Lê,ew bi ser fêşekê ve hatin, dema ku ew neçar kirin, ku di xwepêşandana piştgiriyê bi artêşa Turk re pişikdariyê bikin û serkeftinê di Idlibê de, jê re bixwazin. Wan xwe vedizîn, û bi nerazîbûn ji xapînokê û şermezarbûna wan xapînokdaran vegerîn mal. Hêjaye were gotin, ku alên turkî û tabloyên piştgirî û pesindariyê pir hatin rakirin – weke çawa li hemî herêmên din ên li Sûriyê ji aliyê Turkiyê ve dagîrkirî – yên pişikdar ji nav Itîlafa Sûrî ya Ixwanî û milîseyên bi ser Anqerê ve, tabloyek hate rakirin, li ser weha û li gor gotara Osmanî ya nû (neviyên osmaniyan li vir in) hatibû nivîsandin. Û yeke din jî (piştî Xwedê ,baweriya me bi Erdoxan e) weke nîşan ji koletî û gulêkirina wan ji serokê Turkiyê re, bi rengekî dûrî ola Islamî û çanda “azadî û rûmet ê” ya ku gelê Sûriyê ji dehsalan ve, ji ber ve xebitiye ye.

Daristana Betêl a qutkirî

Daristana “Betêl” ya  ku dikeve navêna gundê Miskê ji aliyê Rojhilat ve, û gundê Çobana ji aliyê Rojava ve, rûbera wê dora 30 hezar metro çarkoşe bû, û ew bi darên sinober û sindiyanê yên temenmezin dagirtî bû. Lê, ji dema êrişkeriya bi ser herêmê ve, û avakirina artêşa Turk bargeheke xwe ya leşkerî li nik wê, beşek jê, burc û bingeheke “Sêryetêl” a xilyewî hate rakirin. Xezanê avê yê ku ava vexwarinê dida şeş gundan, bi bombebaranê hate hilweşandin û dema riya dere çiyayê “Hebîba” fere kirin bingehên xezanê avê ji nav rakirin. Ji bîr nebe jî, ku di du salên borî de, qutkirina darên daristanê bi dawî kirin.

Hemwelatî Ekrem Hec Elî û hevjîna wî, dareke  zeytûnê ye qutkirî hembêz dikin.

Hin milîseyên çekdar, bêtirî /150/ darên zeytûnê yên hemwelatî Ekrem Hec Elî ji xelkê gundê Coqê – Efrîn – ewê ku, tev hevjîna xwe di wêneyeke dilşewat de, koka dara qutkirî hembêz dike- bi rengekî hovane qutkirin; Herweha dora /100/darên /60/salî yên hemwelatiyê bi navê Reof Mustefa ji heman gundî, li nêzîk gundê Tiltewîlê- Efrîn jî qutkirin. Herdu hemwelatiyên bi bîrhatî, li ba pir aliyan gilî kirin, lê bê fêde. Birîna daristan, darên hîracî û zeytûnan bi destên milîsên çekdar – bi armanca êzingkirin û çêkirina komirê- li pêş çavdêriya Istîxbarat û artêşa Turkiyê, bi şêwakî fere pêk tê. Û navendên pêşesazîkirina komirê, komkirina êzingan û bazirganiya wê, têne belavkirin, bêyî ku tu hesab li ser wan tewanbariyên ku di dermafê jîngeh û mal û milkên xelkê de têne kirin, ji hin kes û aliyan were xwestin.

Li hefta çûyî, artêşa Turkiyê û nandozên pêve girêdayî, bombebarankirina li ser gund û bajarokên Şêrewa û Şehba- Bakurê Heleb -ên ku ji koçberên Efrînê dagirtî- berdewam kirin. Li roja Çarşemê 4 ê Avdarê, gundê “gundê Mezin” hate gulebarankirin, ziyan gihîşt dora deh malan, û bêtirî nîvî nişteciyan penaberî şikeft û gundên derdorê bûn.

Li 5 ê Avdarê, matoreke dutekerî, li pêş firoşxana zêr a nêzîkî rawestgeha “Berekat” a mazot û benzînê, li Şariya sereke ya bajarê Cindirêsê teqiya, û ziyanên şênberî gihîşte firoşxaneyên derdorê, û birîndarkirina hin kesên li wir.

Şûnewarên avahiya ku li bajarê Efrînê hatî bombekirin

 Duh êvarî, du avêjtek bi ser avahiya ku li rojhilatî şariya Navenda Çandeyî – Efrîn dikeve ve ketin, hin ziyan gihîştin avahiyê û sê kes jî birîndar bûn.

Desteseriya rasteqîn û giştiyane ya artêşa Turkiyê li ser herêma Efrînê û girêdana wê ya rêvebirî bi parêzgeha Hatay a Turkî ve, destêwerdana istîxbaratên wê di her çûn û hatinê de, û gihîştina hebûna Turkiyê – bi hemî pîvanên navdewletî- ta asta dagîrkeriyê; hikometa Anqerê – ji ber hemî binpêkirin û tewankariyên cûrbecûr yên ku li gor siyaseteke rêkûpêkirî di dermafê herêm û xelkê wê de têne meşandin de- dike bin berpirsiyariyeke rêzanî, zagonî û sezayî.

07.03.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

…………………

Wêne:

– Du tablo ji xwepêşandana Reco.

– Daristana Betêl a qutkirî.

– Hemwelatî Ekrem Hec Elî û hevjîna wî, dareke  zeytûnê ye qutkirî hembêz dikin.

– Şûnewarên avahiya ku li bajarê Efrînê hatî bombekirin.

———————————————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vê bitikînin: