جديد الموقع

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (76):
Teqîna otombîlekê û pakrewanbûna sêvîlina… Desterkirin û girtinên bêsûc, bi karanîna hemwelatiyan û qewtandina xoceyê mizgeftekê, pêşdelivandina sînor

Wergerandin ji Erebî

Destlatdariya Anqerê herdem dibêje ku navçên di bin destlata leşkerên wê de aramî peyda ye, lê bûyerên tal û kambax ên hene derewîna wan kifş û tazî dikin. Li herêma Efrînê ya dagîrkirî, lawên wê û bi taybetî yên ciwan ji tirsa girtin, revandin, lêdan, dizîn an bûyereke çêkirî – ger ne gerek be – nikanin kînga xwestin li nav gund, bajarok û berve navenda bajêr ve herin û werin weke ku di zîndaneke mezin de bin, bi ser de jî tunebûna parastina arzî, mal û milkan û redkirina setemkariyan. Herweha bûyerdana teqînan bi şêweyên cûrbecûr herwext di nav sêvîlan de, ewên ku imzeyên terorê û rêxistinên tekfîrî û tundrew hildigrin û di paş de jî alîne ku armanc û berjewendiya wan tenê berdewamiya fewdalîzim û serberdeyatiyê û koçberkirin û derbederkirina hejmareke zêde ji xelkê herêmê yê Kurd e. Lê,hercar destlatên dagîrker (yekîneyên kurdî) bi lez û bê nişaninan an lêkolînine zelal berbiçav bikin, tewanbar dikin. Weke ku çawa li vê dawiyê şalyara bergiriyê ya Turkiyê ji bo teqîna sîtêra mazotê ya li siba 10 ê Reşmeha 2020an li navenda bajarê Efrînê daxuyankirî û dîsa (hêzên kurdî) pê tewanbar kirî. Hêjaye were diyarkirin ku ew teqîn li orta bajêr, kolana Reco û li pêş firoşxana Fetayêr Mîlano bûyerda, agirikî mezin û pir gur û hêgin vêket, ziyanine şênberî mezin gihîştin firoşxanan, avahî, makîneyên derdor, 11 kes birîndar bûn û 6 şehîd (pakrewan) bûn, ji nav wan şehîdan Henan Ebdo 53 sal, kurê wî yê tekane Ebid Elreman 13 sal û Cangîn Mihemed Ebdo 32sal ji gundê Husê yê girêdayî navça Mabeta, û nivîsgeha tenduristiyê ya Efrînê diyar kir ku Semhan Elon ji Xanşêxûnê, Raêd Etal ji Helebê û mêrekî bê nasname bi wê teqînê hatin kuştin. Ji bîr nebe ku çawa piştî her teqînekê yan ketina avêjtokan, çawa tirs û xof di nav hemewelatiyan de peyda dibe û ta çend rojan xelk ditirse ku ji malên xwe derkeve, û bi ser ku kamîreyên çavdêriyê li hemî kolan û zikakan belavkirî ne, dîsa jî destlatên dagîrker nikanin ên ku van teqînan dikin nas bin û diyar bikin, yan jî nas dikin lê naxwazin diyar bikin ji ber ku di nav riyên wan de ne.

Girtin û desteserkirin li herêmê berdewam e. Li gundê Kanîgewrikê yê girêdayî navça Cindirêsê, hemwelatiyê bi navê Alan Mihemed Ebdo, li 6 î Reşmehê hate destserkirin, piştî wê bi rojekê birakê wî Xelîl hate girtin ji ber lêpirsîna wî li birayê xwe û ta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.
Hemwelatiyê ciwan Izedîn Cemal Şêxo ji gundê Omo yê girêdayî navça Mabeta berî niha bi salekê û sê heyvan ji aliyê milîsên Sultan Mûrad ve desteser bû û ta vê kêlîkê çarenûsa wî jî ne xuya ye.
Piştî ku asayişa leşkerî û istixbarata Turkiyê bi ser gundê Gemrûkê yê girêdayî navça Mabeta ve cûn, herdu xort Cîhad Ibrahîm kurê Hesen û şiyar Mihemed Mustefa girtin û piştî du rojan berdan. Gundê Sêmalka jî, li 2 î Reşmehê ji aliyê milîsên Sultan Mûrad ve desteser bû û ev hemwelatiyên wê, hersê bira Ednan û Ehmed û Mehmûd kurên Hemîd Mihemed hatin girtin û piştî lêkolînê hatin berdan, herweha herçar bira Idrîs û Ibrahîm û Esmet û Hemîd kurên Mustefa Hemîd hatin girtin û işkencekirin, Esmet ji ber tenduristiya wî ya xerab hate berdan û hersê birayên din jî ta niha li navenda navça Bilibilê girtî ne.
Lê, gundê Gobeleka yê girêdayî navça şera ji 55 malan pêk tê, 25 mal ji hemwelatiyên resen ji Avdara 2018an de, vegerîne ser cî û warên xwe û 80 ê mal ji yên nû anîne li gund bi cî kirine, hemwelatiyê bi navê Mihemed Horo kurê Kemal ê 30 salî û bavê sê zarokan destserbûye û ji Nîsana 2018an ve hatiye veşartin û çarenûsa wî ne zelal e.
Li gundê Kotana yê bi ser navça Bilibilê ve, ji 11 ê Reşmehê ve, ev hemwelatiyên temen mezin, Sefer Ehmed Çolaq 70 sal, Ednan Mihemed Hesen 50 sal hatin girtin û piştî dandina cezaya 150 hezar kaxes sûrî ji ber her yekî ve, hatin berdan.
Di çarçewa belavkirina çanda cîhadîst ya osmaniya nû de û dorpêçkirina kar û barê xoceyên “Îmam el_xetîb” mizgeftan û karanîna olê di siyaset û karên leşkerî de, serkêşê milîsa “lîwa 112” li bajarokê Badîna û li ber roniya biryara Istîxbaratên Turkiyê, li roja Pêncşemê 13 Reşmehê xocê gund, şêx Ebid El_rehman Ramûsê (bavê Mihemed) bi sedema ku navê wî di lîsta wan a xoceyan de tune ye hate qewitandin. Divê bête zanîn ku xocê rêzdar bêtirî carekê hatiye lêkolînkirin, dizîna kelûpelên baqirî yên mizgeftê yên taybet bi şuştina miriyan, tabloyên ênerciya royê yên eletirîkê û betariyan û amûrên denghêziyê ji aliyê milîsên çekdar ve dema derbasbûna wan nav gund şermezar dikir û wî di gotara xwe ya hefteyî li rojên Înan karûbarên wan ên qirêj ji dizîn, talan û zordariyên civakî di dermafê xelkê sêvîl de riswa dikir û dicerisand. Ji bîr nebe ku bavê Mihemed ji xelkê gundê Şehbayê yê Bakurê Helebê ye, 20 salan li ser daxwaza xelkê gund û ji kîsî wan li wir xizmet kir, ciyê rêz û heza piraniya wan bû û wî bi xemgîniyek mezin û hestên nerazîbûna gundiyan xatir ji wan xwest, û ji bîr nebe ku mala wî ya li Efrînê jî li Havîna 2018an hate dizîn û xerakirin.
Li 13 î Reşmehê, serkêşê milîsa “Siqor El_Şemal” li 10 hemwelatiyên gundê Bêlê yê girêdayî navça Bilbilê zorkir ku Tiraktorên xwe bi behana ku wan av jê re nanîne_ radestê bikin û dema yek ji wan ji ber barana berfê li şûn ma, serkêş tekerên tiraktora wî gulebaran kir û xwediyên tiraktoran bi tirs in ku da ku berdin pere ji wan werin xwestin, weke ku çawa li gundê Qirigolê yê bi ser Bilbilê ve mlîsên “Sultan Mûrad” li xwediyên tirektoran zor dike ku ava vexwarinê ji xelkê ku hatine niştecîkirin re – bê pere – peyda bikin. Herweha ji bo wan destên xwe jî dîdinin ser êzingên hemwelatiyên gund û hin endamên wê ji salekê ve – du carin – derin mala pîrejineke gund a bi navê Sedîqe Elî û peran û hinde kelûpelên wê yên bi nirx jê didizin.
Li aliyekî din, Hikometa Turkiyê li dirêjiya çiyayê bi ser gundê Zerê- Bilbilê ve, ji bo leşkerê xwe kanibe bi hêsanî çavdêriya deverê û kontirolê bike, dora 300 m sînor bi aliyê Sûriyê ve, pêş de daye, yanê sînorê fermî derbaskirî.
Tiştê barê xelkê Efrîn hîn giran dike, niştecîkirina bi sedhezaran ji koçberan û malbatên çekdarên milîsên sûrî yên girêdayî Turkiyê, di nav mal û milkên xelkê û li ser hesabê mafên wan û li rex bindestkirina bi hemû cûreyan, bi armanca guhertineke demografî bi rêk û pêk ji aliyê destalatên dagîrker ve ye. Û ta niha jî karwanên koçberan berve Efrînê diherikin, di dema ku bêtirî 200 hezar ji nişteciyên Efrînê yên resen ji çarêka yekem a sala 2018 an ve, bi zor hatin bi derxistin û li gundên Şehbayê û hin gundewarên bakurê Helebê û li hundir Sûriyê û welatên der ve hatin derbeder û mişextkirin.
15.02.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

…………………
Wêne:

– Teqîna sîtêra mazotê li nav Efrînê.

– Pakrewan, Henan Ebdo û lawê wî Ebid Elrehman û Cangîn Mihemed Ebdo.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vê bitikînin: