جديد الموقع

Hin Têbîn Li Ser Şêweyê Nivîsê
Mihemed Qere Hesen*

Weke em tev zanin ku şêwyê her nivîsekê xweyetiya nivîskar nîşan dide, û parek ji derûna wî ye. Ji ber vê têveliya nivîsê dewlemendîke ji wî zimanî re ye.

1-Nivîsara darijtî:

Darijtina vȇ nivîsarȇ bi vaceke « mentêq» ku mejiyȇ mirov erȇ ȗ pesend dike ȗ wateya her bȇjekȇ bi vaca xwe ya xwezayî cihȇ di hevokȇ de digre, wate ȗ agahiyan serast diyar dike, ȗ hemî bȇjeyȇn di ferhenga zimȇn de bi kartȇn tu merc ȗ bend li ber nivîsarȇ tunene, ew jî li gor genca zimên ȗ derȗna kesȇ dinivîse û şȇweyȇ nivîsînȇ tȇ darijtin ȗ bȇjeyan jȇ re hildibjȇre ȗ hişȇ şiyar»eqil-Elbatên» vî karî dike ȗ vaca zanistî bi awayekî xwezayî bi kar tȇ, ev jî dikeve bin sîwana vî şȇweyî ( gotarȇn rȇzanî, civakî, abȗrî ȗ zanistî …). Ji ber vȇ xwȇnerȇn vî şȇweyî bi qolayî ȗ serast bȇ westan tȇdighe wateya wȇ ȗ serȇ xwe pȇ re nȇşe ȗ pȇ narame , bi gelemperî hemî cemawer dixwîn e.

 2-Nivîsara wȇjeyî:

Ev şȇweyȇ nivîsandinȇ vajayî zagon, vaca mirov ȗ xwezayȇ ye, wateya wȇ şana wateke din dide. Ango bȇje wȇneyȇn tȇ ristine, nivîsandin bi xwe şan ȗ kodine, bi hȇsanî ȗ serast watȇ nade, ew wate hiş ȗ vaca wî napejirîne. Jȇdera vȇ ramanȇ ji ya olî û evsaneyî hatiye , di vê vacȇ de rola hişȇ şiyar ȗ neşiyar hebȗ ku xwe pȇ bawer bike, hest ȗ henasȇn xwe vehesîne ȗ çareyan ji gelşȇn jiyana xwe re bibîne. Wek jiyana di paşî mirinȇ re, bexşen ȗ piyariya»rhima» Xwedȇ ȇşkencekirina ne rind, zordar ȗ mafxweran di dojehȇ de… Ev nêrîn ȗ vac bi xwe nêrîn û vaca wêjeyî ne, ku karê mirov nikare bike û netê kirin û bûyîn dike û tiştan ji ber xwe dafirîne û di xwe de çê dike, û kar û berpirsiyariyê pê hildipesêre. Wek afirandina hêzên rindiyê û nerindiyê, bihuşt û dojeh…nimûne:» Gava em dibêjin av ji jor ve berjêr diherike». Ev hevok darijtî ye , hiş û zagona xwezayê dipejirîne, zû û zelal mirov têdighe. Ger astên xwe yên zanistî çi bin jî. Lê eger em bibêjin:» Çemê avê berjor hildikşe û li ezmên deryakê çêdike!» Ev hevok vajayî vaca têgeh û zagonên xwezayê ye û hişê mirov napejirîne. Ango hevok wêjeyî ye, gava nivîsandina wêjeyî darijtî be û serast jê were agah kirin, jê re dibe leke û jariyê dide wê mijarê, ev şêweya nivîsandinê xwenerên xwe başqe hene û hindikin in, wêje bi hişê mirov re napeyve , lê deng li sawirê dike û çêja xwe pê dide zanîn.

Berhemên dikevin bin siya nivîsara wêjeyî ev in: Berhemên olî, evsanî, helbest, çêrok, roman… Piştî me raman û xêzên qaling ên herdu şêweyên nivîsandinê bi kurtî dan zanîn û qonaxa zimanê kurdî tê de dijî û rojên li pêş wî diyar in. Ango zimanê kurdî pê şaristana nûjen nehatiye çêkirin û di pir waran de cihê xwe negirtiye û bêjeyên xwe di kelepûrê de xewekirine, ji nuh ve were vejandin da ku careke din can pê werin , ev jî di rêya bikaranîna wan di hemî berhem û karan de werin kirin. Gava mirov berhemekê dinivîse tê de şêweyê darijtî û wêjeyî tev hev dike , wê hîngê jariyê dide wê berhemê, ne ku bêjeyên tê de bi karanîne, ne yên ku naskirî û nenaskirî, ji hêla din ve gava mijarek ji bêjeyên têvel û bi kar tên hêz û dewlemendiyê dide wê berhemê. Lê gava di çarçewa bêjeyên naskirî de be , dibe kilasîk ji şêweyê nivîsandina heye û cudahî û guhartin di nivîsandinê de çênebûye. Lê gava hin bi navê serastkirinê li gorî ferhenga têgeha, dilxwazî, gundîkî û zarava herêma xwe berheman binirxînim û bipîvim ! Tevî ku ziman ji hemî zaravan peyda bûye, zaravek ji ya din ne çêtire, bêjek ji ya din ne bi nirxtire. Gava zimanek di hemî war û aliyan de bi kar netê û bi hemî şêweyan jî netê nivîsandin, û xwe herdem neguhêre û nûjen neke, manda wî dêris û mirine. Divê deriyê nivîsandinê li ser piştê vekirîbe daku hemî şêweyên nehatine nivîsandin tê re derbasbin. Bi zimanekî din, yek ji mercên pêşketinê ye, gava hevokek cara yekê bi şêwekî nû tê ristin, wate, raman û wênekî ecer dide ew bi xwe pêşketine bêyî ku ew hajê hebin destê xwe tê pêşa vejîn û pêşketinê. Bi nêrîna min zelalî û ne zelaliya nivîsaran ne bikaranîna bêje û gotinan ve ye lê bi şêweyê nivîsandinê ve girêdayî ye, ev ji hêlekê ve û ji hêla din ve jî, giring e xwêner here ba asta nivîskar û jê ve nêzîk bibe, ne nivîskar dagere asta xwêner. Ji ber ku çavên mirov herdem li pêşe. Li van çend salên dawî hin biwêjan an hevokan li şûn bêjekê bikartînin, tevî ku zimanê kurdí zimanekî kîteyî ye. Ango her bêjeka watekê dide û ramanekê şanî dide. Ne wek hin zamanane ku her hevokek ramanekê nîşan dide weke zimanê çînî. Wek hevoka « jiyana xwe ji dest da «wate û ramana xwe jî mirin e. Çima bêjeya mirin a ku ji pênc tîpan bi kar netê li şûnê hevokeke ji deh u hrft tîpan bi kar were. Hevok awazê girantirî gotina mirin e. Û hefdeh caran tiliya xwe li tîpan dide. Û nivîsandin bi şêweyî pir in. Dest nîşan kir. Çû ser qedera xwe. Hevcêwî ….Ev ton şewe nivîsandinê pir lawaz dike, û nivîsê paşde dide. Berê pêşketinê ber ve kurt û sivikirinê ye. Hin jî hene bê li bêjeyên berê li ser zar û zimanê gel diger bi kar nîn hema bilez dibezin gotina bi hev dixin û bêjey in nû çêdikin û dibêjin em zimên bi pêş dixin, tevî ku bi xwe jî di zimanzanînê de ne pisporin. Nimûn e: jînistan. Li vir mirov dipirse ma kîjan paşkîta raste bi bêjeya jîn keve( stan, geh, xan…) ? û ev hemî navê jîn dikin navê lûsê. Şêweya nivîsa pir kar anîna bêjeyên li hev siwar kirî, şewekî xwêner di têgehê de dilukimîne serast û zelal tênagehe wateyê. Û awazê bilêvkirinê li ser guh giran dibe. Ev şêwe kevneşop dimîne û ji rêya bilindkirina nivîsê bi der dikeve.

* Rojnama Newroz – hejmar /142/ – 24 Tîrmeh 2019 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê