جديد الموقع

Bi Agirê Kîna Reş Dar, Ber Û Zeviyên Me Têne Şewitandin!
Desteya sernivîser*

“Na, na…Ev ne ew dojeh a ku navê wê di ola misilmantiyê de hatiye. Ev bihuşta me ya ku îro bi agirê kîn û zikreşiya hovan tê şewitandine!”

Piştî ku, li ser destê hêzên Kurdî, bi alîkariya Hevbendiya Navdewletî, rêxistina terorist a cîhanî  hate bezandin û şikandin, dewleta wê hate rûxandin, pilan, derew û xapînokên hin dewletên herêmê bi zelalî ji raya giştî re hatin xuyakirin. Ew dewlet û hêzên ku rêxistina Daişê û xwişkên wê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe mîna alavekê bikar tannîn, dîn û har bûn, pêla şerê xwe yê gemar li dij gelê Kurd bilindtir kirin, ta asta ku abor û xwerista welatê wî ji xwe re kirine armanc, daristan û zeviyên wî bi hovîtîke kesnedî şewitandin!.

Li Efrîna dagirkirî, hêzên tariyê bi têvedan û rêberiya dewleta Turkiyê, dest bi şewitandina dar û zeviyên zeytûnan kirin, saman û şûnemayên dîrokî dizîn, birin, û  ji bo birçîkirin û xizankirina şêniyê wê, nirxê zeyt û zeytûnê erzan kirin. Li vê havînê jî, bi heman armancê, û ji bo têkbirina abora deverê, dest bi şewitandina dexil û danên xelkên Cizîr û Kobaniyê kirin, bi dehê hizaran hiktarên xaka ku bi ceh û genim hatibûn çandin, şewitandin, dû û dûmana agirê kîna wan blind bû, giha asîman. Li şûna wan, tenê arî, rengê reş, rengê al, hiş û baweriyên rêxistina teror û hevalbendên wê yên şovenist man.!

Bêgomane ku tevî gelek têbîn û rexneyên me li kar û barên Rêveberiya Xweser hene, rû bi rû, di civînên xwe yên hevbeş de, em wan şaşî û zêdegaviyan destnîşan dikin, daxwaza rastkirin û çareserkirina arîşeyan dikin, lê di nerîna me de, yek ji armancên sereke yên van êrîşên hovane, serê vê rêveberiyê bi xwe ye!, ji ber ku, bi saya wê, aramî û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan cih girtiye, pilan, dek û dolabên tixumperest û şovenan naçin serî, xelkên deverê dest bi dst û mil li mil, aştiya navxweyî diparêzin, ew bi ser û guhên hev nakevin, rê û derfetê nadin ku neyarên mirov û ronahiyê cihê piyên xwe di welatê wan de çêkin. 

Ev ji hêlekê. Ji hêleke din ve, tiştê balkêş ew e ku, asta doza Kurdî li cîhana siyaseta navnetewî bilind bûye, mîna dozeke dadmend û rewa ku çareseriyeke aştiyane dixwaze cih girtiye, ew a ku hiş û sewdan di serê şovenên deverê û neyarên hebûna Kurdan de, yên mîna berpirsên dewleta Turkiyê nehiştiye. Nemaze ku di vê dema dawî de, destpêka têkiliyên siyasî ji bal dewletên mezin ên cîhanê bi doza Kurdên Sûriyê re têne avakirin, û guftûgoyên beşdarkirina nûnerên Rêveberiya Xweser di civînên çareserkirina qeyrana Sûriyê de.

Tevî ku gelek ziyana aborî, derûnî û civakî li gelê me, nemaze cotkaran bûye jî, lê ji ber em armancên wan aliyên ku ev tewana kirêt kirine nas dikin, pêwiste em şiyar bin û hemû bi hev re pilanên wan pûç derxin, vê ezmûn û destkeftiyê ji gelê xwe re biparêzin, birînên xwe derman bikin, xaka pîroz a bav û kalan bernedin, li ber xwe bidin û xebata xwe ya aştiyane bidomînin, xeleka dost û alîgiran ji vê dozê re berfireh bikin, bi nimûne û belgeyan ku rûyê dagirker û xulamokên wan ên hov li hember raya giştî û rêxistinên navnetewî reş bikin. Di heman demê de, em guh nedin wan kes û aliyên ku di bin perdeya hin diruşmên welatperwerî de, kîn û dubendiyê di nav hêz û aliyên Kurdî de belav dikin, nakokiyan kûr û fireh dikin û rê li pêş diyalog û lihevkirinê dixitimînin. Herweha,  divê em bawer bin ku ev ton gotar û siyaset, tu aqilmendî û mêrxasî tê de tune ye, tenê ew dilê şoven û dagirkeran hênik dike!.

Li dawiyê, xwesteka me ji Rêveberiya Xweser ew e ku bi baldarî û berpirsiyarî rewşa cotkarên me di ber çavan re derbas bike, û ji ber ku gelê me di encama şerê dij terorê de ev baca giran daye, pêwiste alîkariya diravî ji Hevbendiya Navdewletî bê xwestin, û eger hevbendiyê xwe neda ber, Rêveberî dest hilîne, bê dudilî cotkarên me yên ziyan dîtine, ji diraviya rêveberiyê qerebû bike.

Digel ku peyva yekrêziya Kurdan pir hatiye cûtin jî, lê, bê derengî tê xwestin ku rewşenbîr û nivîskarên me yên dilsoz, hemû welatparêzên serbixwe û yên di partiyan de, bi hemû hêza xwe, çand û gotara rêzgirtin û ji hevhezkirinê belav bikin,  ji bo hemerengiya civakê û piraliya wê têbikoşin, û daxwaz bikin ku partiyên me, di vê qonzxê de, nakokiyên xwe li hêlekê deynin, li hev rûnin, pirs û xalên ku ben li stoyê gelê me teng kirine gengeşe bikin, û ji bo sistkirina wî, bi dil û can, bê derengî xebatê bikin.

* Rojnama Newroz – hejmar /142/ – 24 Tîrmeh 2019 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê