جديد الموقع

Ma bi rastî ziman dayîk e
Mihemed Qere Hesen*

Di dîroka zendegeyan de hatiye tekez û dupatkirin, ku gava guhartinên bingehîn di pêkhatên mêjiyê mirov de çêbûne, bi taybet di qaliq de ew bû nevenda hiş, û rewişta mirov werbigire , û qatê di bin re cihê daxwezên bê vîn ( xerîze ) wek ma bi jiyana ajalan re hevbeş ma. Berhemê wê guhartinê jî raman bû. Ramankirinê jî hêşt ku bi xwazê û diyardeyên»rûdaw» wê birame û pê re têkiliyê bike, wê têkiliyê jî hêşt ku herdu alî hukariyê bi hev bikin. Ango mirov yek ji berhemên xwazayê yên zendege ye.

Bi demek pir dirêj û ne nas, mirov diramî û bi mirovê hişmend hate bi navkirin. Aya berî mirov deng bike diramî, ji ber wê ziman ne bû raman û bi rêya wî xwe derbirî, li vir rola emrazek daxwez, derbirîn û hevghêştinê lîst.

Li gor têklî û jiyana mirov di heyamên suriştê de û şêweya xwerinê ya serek e şîvên bi êgir dihatin çêkirin, û têkariya wan  li wî û li ber rola pêgerekî û pêwîstiya derbirînê, wî kanibû dengkira. Gava mirov axivî, ziman afirî. Ango ziman wek ramanê bû berhemê mêjiyê mirov. Vêca ziman zarok e, mirov dayîk e, zarok şêrîn û kezeb e, parek ji heyîna wî ya henasî û derûnî ye û jê re bûye nasnam e.

Gotina ku li ser zar û zimanan digere, ku ziman dayîka mirov û netewan e, ev dûrî rastiya zanistiyê ye. Lê gava rol û bandora zimên bilind hate nirxandin û girîngiya wî di pêşketina netewan de baş hate zanîn, raku payebilindiyê pê din bi dayîkê hate nimandin.

Zimanên ku ji despêka axftina mirovan ve û pê hatine nivîsandin û şaristanî tomar bûye, îro bikarnetê û di tomargehan de maye, mirov kane bi zimanên di belgeyan bi nsv bike. Minak zimanê Somerî, tevî bêjeyên wî li hemî zimanê herêma me belav bûne.

Pir netew hene zimanê xwe winda kirine, lê nasnama xwe ya netewî winda nekirine. Û îro xwedî dewlet in. Piraniya miletên Emrîka Latiniyê zimanê xwe yê resen bikarnîn û Spenyolî yê ji Spanî û Pertkuzî peyda bûye. Û bûye zimanê netew û dewletên wan.

Hin dewletên Efrîqî zimanê Firensî bûye yê gel û dewletê.

Mirov dikare bêje belikî netew zimanê xwe ji ber sedemên di ser şiyan û pêkanînê wî  re be winda bike lê hiş û hestên xwe winda nake.

Ji ber pêwîstiya zimên û rola wî dijminê û netewa Kurd baş dizanî. Ji ber wê qedexe dikir, nedihêştin ku were xwendin û nivîsanadin. Kurdan ji ber zimanê xwe ve qelengên pir biha dane. Ji ber ku Kurd û neyarên wan rind zanibûn ku ziman şana hebûna wan e, û bûye emrazek ji rizgarkirinê re.

* Rojnama Newroz – hejmar /141/ – 07 Gulan 2019 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê