جديد الموقع

Digel hemû êş û azaran, roja rojnamegeriya Kurdî cejin û şahî ye*

Ji ber sedema nesaxiyê, li zivistana sala 1898an, bi armanca ku dermanekî ji êşa xwe re bibîne û saxlemiya xwe vegerîne, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ji Istenbolê berê xwe dide Misrê û demekê li paytexta wê dimîne. Li wî bajarî dibîne bê çawa xelk dixwînin û di warên zanîn, wêje û pîşesaziyê de gavên mezin davêjin, bi dehan rojname, kovar û pirtûk têne çapkirin û belavkirin, ew ên ku rêya pêşketinê li pêş gel ronî dikin, ramana wî geş dikin û wî bi nûçe û bûyerên giring serwext dikin.

Mîr, bi kul û hesreteke mezin vê rewşê bi ya gelê xwe re berhev dike, digihe encama  ku gava pêşîn ji bo pêşketina gelê Kurd, belavkirina zanînê ye. Û gava pêşîn ji belavkirina zanînê jî weşandina rojname û vekirina dibistanan e. Ji ber vê baweriyê, ew biryarê dide ku dest bi vî karî bike û ji bo Kurdan rojnameyekê bi zimanê Kurdî li Qahîre yê biweşîne, û her car 2000 hejmar rêke Kurdistanê da ku Kurd bixwînin û asta zanebûna wan bilind bibe.

Li roja 22ê Nîsana sala 1898an xebata wî ber girtiye û hejmara yekem ji rojnameya xwe ya bi navê KURDISTAN bi nav kiriye bi zimanê Kurdî û tîpên Erebî Osmanî wşandiye. Bi vî karê xwe yê mezin, ku di dîroka gelê Kurd a nûjen de yekemîn rojname bi Kurdî tê çap û belavkirin,  mîrê me zimanê Kurdî li kêleka  zimanê gelên cîhanê cîwar kiriye, rûmeta wî parastiye, û mîna hemû gelan, gelê Kurd jî bûye xwedî ragihandin û rojname, û vêga ew roja dîrokî, ji me re bûye rojeke pîroz, bûye şahî, bûye cejina rojnamegeriya Kurdî.

Di pêşgotina hejmara yekem de, mîrê me armancên xwe ji derxistina rojnameyê wiha diyar dike û dibêje:

«… gund û bajêrên hemiya de, mekteb û medrese û cerîde henin. Dinyayê de çi dibe, çi nabe, cerîde dinivîsin. Heyfa min têt ji Kurda re, Kurd ji gelik qewma zêdetir xwey hiş û zeka ne, camêr in, dînên xwe de rast û qewî ne, xurt in, û dîsa weke qewmên dî ne xwenda ne, ne dewlemend in. Dinyayê de çi dibe, cîranê wan Mosqof çawe ye, wê çi bike, nizanin. Lewma, riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî. Bi izna Xwedê te›ala, paş niho her pazde roja de carekê, ez ê cerîdekê binivîsim.

Navê vê, min kiriye»Kurdistan». Vê cerîdeyê de, ez ê behsa qenciya i›lm û me›rifeta bikim, li kû derê mirov di›elime, li kû derê medrese û mektebên qenc hene, ez ê nîşa Kurda bikim, li kû derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawe şer dikin, ticaret çawe dibe, ez ê hemiya hikat bikim. Heta niho, kesî cerîdekî holê ne nivîsîye. Ev cerîdeya min a ha, ya e›wilî ye. Lewma, wê gelik kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim kêmaya cerîdeyê ji min re binivîsin. Hemî tişt wekî nû çê dibin kêm in, paşê hingî diçe, dikeve rê de. Eve êdî ez ê dest meqsedê bikim. (we mine ellahî el tewfîq)..»

Lê sed mixabin, piştî derçûna vê rojnameyê ku ji Kurdan re cihê dilxweşî û mizgîniyeke mezin bû, zikreş û kîndarên derdora Sultan Ebdulhemîd dilteng û çavsor bûn, jê xwestin ku yekser ew rê li ber derçûna vê rojnameyê bigre, rawestîne. Sultan radibe hoşdariyê dide mîr Miqdad û dibêje ez nahêlim li ser qada dewleta Osmanî ku Misir parçeyek jê ye ev rojname bête weşandin!.

   Mîrê gewre çendî naman jê re dişîne û hêvî dike ku ew derfet û rêdanê bide rojnameyê da ku ew asta zanînê li ba Kurdan bilind bike, lê Sultan gotin û hêviyên mîr nabihîze, wan red dike!. Mîr neçar dibe, piştî belavkirina hejmara 5an a ku roja 27ê Muherrem a 1316 ê Koçî beramberî 16ê Hizêrana 1898an, ew rojnameya xwe radiwestîne û vedigere Istenbolê rûdine, jiyana xwe berdewam dike. Piştî demekê, birayê wî mîr Ebdurehman Bedirxan barê berdewamiya wê  rojnameyê hildide ser milên xwe û di pêşgotina hejmara 6an de wiha dibêje:

« … Ev cerîdeya ha, heta niho, birayê min Miqdad Begî derdanî, lakin, çiku Xinkar nehişt ew li Misrê rûnit, vegera Istanbolê. Cerîdeya xwe nikarî Istambolê derînit, seba wê jî çiku mirovê mezin yê dor xinkar hemî xayin, bê esil neseb in, neyarê ciwnmerda ne, çi xesma ku yek ji wan heye navê wî Ebu El Huda ye. Ew temamî esil û neseb mitirb e. Çiku ew ji hemiya bê esiltir e, ji hemiya zêdetir neyarê mala Bedirxan Begê ye. Ew neyarê hemî Kurda ye, navê qencî li Kurdan bibe. Ew Xinkar dixapîne. Be rastî, ew ne Ebu El Huda ye, ew Ebu El Delal e, fusq û hesedê de bê heval e!!. Ew nahêle lawên Bedirxan Begê cerîdeyek holê derêxin da qencî ji Kurda re bibit. Lewma ez ku lawê Bedixan begê me, ji te›esub û himyeta xwe , ji milkê Xinkar derketim hatim diyarên xerîb da ez vê xidmetê ji weten û ji miletê xwe re bikim. Ji kerema Xwedê hêvî dikim ku Kurd jî pê vê cerîdeyê ji xewa giran a kevnesala şiyar bibin..»

Di merc û hoyên pir dijwar de, ji derveyî sînorên dewleta Osmanî, li derbideriyê û her çend mehan ji welatekî Ewropayê, Ebdurehman Beg 26 hejmarên din diweşîne. Û «KURDISTAN» a hêja ku ji gelê Kurd re bûye jêder û samaneke mezin, li hejmara 31an yekcarî radiweste, çavan digre, û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka gelê Kurd de dinivîse.

Wekî çawa wê demê mirovên zikreş û kîndar ên mîna Ebû Elhuda hebûne, dijayetiya gelê Kurd kirine, îro jî ew bi hizaran hene, û da ku li hember daxwaz û azadiya Kurdan kelem û astengan peyda bikin, ew hemû bi hev re dixebitin û hewil didin dîrokê şûnde vegerînin. Di vî warî de, mînaka herî berbiçav û balkêş rewşa Efrînê ye ku berpirsên dewleta Turkiyê ya dagirker digel hêzên tariyê yên terorist ku navê artêşa azad a Sûriyê li xwe kirine, li ber çavên civaka navnetewî tewanên mezin ên kesnedî dikin, bi darê zorê şêniyên deverê ji gund û bajaran hildikin, Turkmen û Ereban li şûna wan cîwar dikin, dar û daristanan dişewitînin, şûnewarên Kurdan û her tiştê têkildarê dîrok û hebûna wan in, wêran û winda dikin!. Bi kurtî, mirov dikare bibêje ku tewaneke dijî mirovatiyê li Efrînê birêve diçe, pêwiste hemû mirovatî li hember wan kiryarên hovane serî hilde, û da ku  artêşa  Turk a dagiker ji xaka Efrînê û hemû deverên Sûriyê vekişe û ew tewanbarên devbixwîn li hember dadgehine dadmend bêne darizandin, kar û xebateke îjdil bike.

Digel hemû derd, êş û azaran, gelê me bê hêvî nabe, serî naçimîne ew ê birîna xwe ya kûr derman bike, kar û xebatê ji bo jiyaneke aram, azad û bi rûmet bike, û serkeftin ji doza wî re ye!.

Li dawiyê, di vê bîranîna giranbuha de, em pakrewanê çand û zimanê Kurdî Kemal Henan ku sernivîserê rojnameya NEWROZ bû, û birêz Salih Osman ku endamekî çalak ê kovara El-Hîwar bû, herweha nivîskarê zimanê Kurdî Diljar Seyda yê ku par mîna vê demê koça dawî kiriye bi rêzdarî bibîr tînin. Herweha em gelê Kurd û rewşenbîrên wî yên xemxurê dozê pîroz dikin, gurzek gul, nefel, nêrgiz û kulîlkên rengîn diyarî giyanê nemir Miqdad Bedirxan û hemû xebatkarên dilsoz ên gelê Kurd dikin û dibêjin :cejina we pîroz be!.

————

* Deqa gotina Kovara PIRS û weşana NEWROZ ya ku, hatiye xwendin di ahenga ku, roja Înê 26.04.2019an, partiya Elwehdê (Yekîtî) li gundê Dirêcîkê – Cizîrê lidarxistî.

** Rojnama Newroz – hejmar /141/ – 07 Gulan 2019 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê