جديد الموقع

ÇIYAYÊ XEWNAN
Hind Ebdelo*

Li vir, li ser riya, Çiyayê Xewnan hemû giyan mirin û tenê laş man. Li vir ji dest dîmenên ku bi êşê dagirtî bûn Xweda got: Nema ez heme û nema ez ê hebim. Li vir, li rawestgeha Çiyayê Xewnan berê Efrîniyan tev hilhatina rojê ji pişt çiyayê Lêlûn xewnên xwe bi tavên rojê dirêsan, ew xewn li ser zinarên vî çiyayî rê dixistin û ji sîngê kaniya Basûtê ew dimêjandin. Her ku dema rojavabûnê bihata bayê rojavayî radibû, wî ev xewnan bi xwe re dibirin serdangehên asoyên sor û ev xewn pîroz dikirin. Di dîroka 15/3/2018 de ev Çiyayê Xewnan bû çiyayê birîn û çiyayê xemgîn. Riya wî ya ku berê xewn ji Efrîniyan re dirêsan bû riya ber ve windabûn, nediyarbûn û koçberbûnê. Li vir karwanên koçber bi dilekî tijî êş û kul di vê riyê re hilkişîn, her ku wan gavek ber bi jor de davêtin axa Efrînê bi piyên wan digirtin û ew berve xwe vedigerandin. Lê giriyê zarokan û tirsa di çavên wan de bêlî bûbû dihîştin ku dê û bav xwe ji axa Efrînê bi dûr bixin tenê ji bo zarokên xwe ji mûşekên Tirkan û çeteyan biparêzin. Li vir hemû xewnên ku berê hatibûn hûnandin bi aleke reş hatin pêçan û di gornên asoyên bi dûmana mûşekan dorpêç bûbûn de hatin binaxkirin. Li vir zarokekî biçûk bi destê bavê xwe girtibû û di kaşê çiyayê xewnan re hildikişîn. Dema gihîştin nîvê rê dengê mûşekan bi hêz hat, bavê zarok li pişt xwe nêrî û zarok jî mîna bavê xwe li pişt xwe nêrî. Zarok dema ketina mûşekan dît wî got: Bavo mûşek li kolana me ketin û mala me jî hilweşî. Bavê zarok zarok  ji ser rê rakir û kire hembêza xwe. Kalek li nêz wan li ser zinarekî rûniştibû, wî jî li Efrînê dinêrî û gotinên zarok dibihîstin. Kalê ji zarok re got: Lawê min mexeyide eger mala we hilweşî bila mala min a we be, mexeyide lawê min tu hîn zarok î û ev derdan ne ji temenê te re ne. Li ser riya Çiyayê Xewnan jinekê keça xwe ya çend mehekî kiribû hembêza xwe û ew ji rondikên xwe dimêjand. Zarokê her ku rondikeke diya xwe dimêjî dengê giriyê wê bilind dibû û dengê giriyê wê dikete guhên hemû gelê karwanê. Her rondikekê êşeke giran dikire hindir zarokê, rondikekê ji zarokê re digot tu keça şehîd î, tu bê welat î, tu niha koçber î û li çolê bê mal î. Her ku zarok têr rondik dibû dilê wê ji pirbûna derdan kal dibû. Li ser riya Çiyayê Xewnan zarokekî 8 salî di vê riyê re hildikişî û her ku wî gavek davêt wî bi pênûsa di destê xwe de li ser zinarên vî çiyayî nîşanek çê dikir. Ez li pişt zarok dimeşîm û dema min nîşanên wî li ser zinaran dîtin, min di meşa xwe de lezand û ez berve wî zarokî ve çûm. Dema gihîştim ba zarok min jê pirsî: Lawê min tu çima nîşanan li ser zinaran çêdikî? Zarok got: Xaltîka min ez zarokek biçûk im, ez bi riyan pir nizanim lewma ez ji xwe re riya vegerê nîşan dikim. Min bi destê zarok girt û her ku me gavek davêt min û zarok nîşanek li ser zinaran çêdikir. Min û zarok mîna hemû gelê Efrînê riya vegerê ji xwe re nîşan kir lê ez û zarok ta niha koçber in. Riya Çiyayê Xewnan ne riyeke normal bû. Ev rê êşek giran e di dilê her Efrîniyekî de maye. Ev rê qet li ba Efrîniyan jibîr nabe çimkî her gavek ji vê riyê dîrokek bi xwe ye û ew êşên Efrîniyan ên ku wan di van rojên  15,16 û 17 Adarê de kişandinî vedibêje ye.

* Rojnama Newroz – hejmar /141/ – 07 Gulan 2019 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê