جديد الموقع

«Dewleta» Daişê… Hate herifandin
Desteya sernivîser*

Li roja 23.03.2019an, Piştî rizgarkirina bajarokê Baxozê yê girêdayî parêzgeha Dêra Zorê û ragihandina fermî  ya têkbirina rêxistina terorist «Daiş» li ser destê Hêzên Sûriya demokrat «HSD» bi piştevaniya Hevbendiya Navnetewî, li Sûriyê, qonaxeke nû destpê kiriye, ew jî qonaxa piştî Daişê ye. Ew rêxistina ku xwîna mirovên bê sûc û bê guneh li Sûrî, Iraq û gelek deverên din ên cîhanê rijandiye, bi hovîtî serê mirovan  jêkiriye,  li  kolanan  bi daran ve daleqandî hştiye, tirs, saw û mirina reş hawîr belav kiriye, îro ji holê rabûye, bask û perên wê hatine şikandin. Mirov dikare bibêje ku roja têkbirina Daişê, ji hemû gelên cîhanê re rojeke pîroz, serkeftin, mizgînî û şahiyeke mezin e.

Zaniyar û pisporên siyasî tekez dikin ku raste di meydana şer û leşkerî de ev rêxistin têkçûye, lê wekû raman, bîrbawerî û boçûn, hê jî ew li ser piyan e, metirsî heye ku dema ew derfetê bibîne, bi rengekî dîtir serî hilde, careke din teror, kîn û tewana xwe belav bike!.

Di mercên nezanî, xizanî û bêkariyê de, di siha rijêmên diktator ên kujer û devbixwîn de yên welatên xwe kirine zindan û dojeh, zemîn ji bo geşbûna raman û baweriyên  tund û hişk, amade bûye, xelkên perîşan ên wan welatan ji bo guhertina rewşê berew başiyê, hema destên xwe dipelînin û çi ji wan bête xwestin, bê dudilî ew ê bikin.

Li devera Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqayê, hêzên tewan û tariyê yên mîna Tevgera Ixwan Elmuslimîn û rêxistina El Qayide ji nêzîk ve wê rewşê dişopînin, xwe di bin perdeya diruşmên olî de vedişêrin û nêzîkî wan perîşanan dibin. Pereyan didine wan, hêdî hêdî, wan birêxistin û çek dikin û ji bo berjewendiyên xwe wan bikar tînin. Vêca, ji niha û şûn de, gava herî giring û kêrhatî ew e ku xebateke hevbeş li ser asta cîhanê ji bo qelskirin û lawazkirina ramana olî û hişkbaweriyê birêve here, mizgeft,  perwerde û xwendina dibistan û zanîngehan bêne kontrolkirin, fêrkirin û belavkirina çand û gotara kîn û zikreşiyê bête qedexekirin û li şûna wê, çanda mirovhezî û aştiyê bi cih bibe.

Ji hêleke din ve, bi armanca hilkirina vê ramana çewt û sexte ji kokê ve û birîna şaxên wê, pêwiste bi biryar û alîkariya civaka navnetewî, xebateke hevbeş bi rêve here, da ku rijêmên totalîter ji ser singa gelan rabin, demokrasî belav bibe, rewşa aboriya wan xweş bibe û ben li stoyê wan sist bibe, zanistî û çanda nûjen a mafên mirovan bi firehî belav bibe, zor û zordestî ji ser sînga gelên bindest rabe, û li gora zagonên rêxistina Yekîtiya Netewan, bê cudahî, hemû gel maf û azadiyên xwe wergirin,  tu kes mafê kesî binpê neke, koletiya mirovan, ew diyardeya kirêt ji cîhanê rabe û bikaranîna wê weke sûcekî giran bê hejmartin, û rêxistina navnetewî cihê xwe yê berz bistîne,  pirsgirêkên mezin ên cîhanê bi dadmendî çareser bike.

Li welatê me Sûriyê ku ev e heşt sal in ew toşî şerekî gemar bûye, bi sedê hezaran welatiyên bê guneh bi çekên cûr bi cûr hatine kuştin, mal talan bûne, gund û bajar hatine herifandin, û bi milyonan welatî penaber bûne. Ji bilî van hemûyan, dewleta Turkiyê hin deverên welêt mîna Efrîn, Cerablus û Idlibê dagir kiriye, ku ta roja îro rijêma Sûriyê giliyekî fermî jî li cem Yekîtiya Netewan nekiriye!.

Ustubarê dewletên mezin ên cîhanê ye ku bi dilsozî ew destê alîkariyê dirêjî gelê Sûriyê bikin û wî ji vî agirî rizgar bikin. Û berî her tiştî, pêwiste ku hemû hêzên leşkerî yên biyanî ji welêt vekişin û rê li pêş diyalogê di navbera hêz û aliyên siyasî yên Sûrî de dûz bibe, ji ber ku hatin û mana hemû hêzên leşkerî yên biyanî li ser xaka Sûriyê ne rewa ye, ew ji bo armanc û berjewendiyên xwe derbasî welatê me bûne, welat wêran kirine, ramanên çepel, gurî, çanda kîn û zikreşiyê di navbera pêkhateyên welêt de çandine, û bingehên bawerî û jiyana hevbeş bi xurtî hejandine.

Herweha, pêwiste ku hemû hêzên siyasî yên welatparêz ên Sûriyê, hişmend û kesayetiyên welatparêz ên navdar, ji bilî yên ku xwe firotine neyar û jê re bûne destik û xulam û li ser kurtêlên wan dijîn, vê rastiyê bizanin. Hemû alî li nerîn, hilwest û cîgehên xwe vegerin, hilwestên xwe binirxînin, hevdû bipejirînin û paşeroja gelê xwe pilan bikin, tevaya pirs û kêşeyan digel doza Kurdî li Sûriyê di çarçewa sînorên welêt de û li gora zagonên navdewletî çareser bikin, bersivên hemû pirsan bidin û rê li pêş hişkbawer û geşbûna ramana tundrew bigrin, û welatê xwe ji nû ve, li ser bingeheke nû, makezagonek nûjen û çanda mirovheziyê ava bikin.

* Rojnama Newroz – hejmar /141/ – 07 Gulan 2019 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê