جديد الموقع

Bûyera Lehiyî… Nemir Kemal Henan

Çiyayê Hawarê… Xişm û bêtara 12 Avdara 2004 an, herdem di bîr û bala nemir Kemal Henan de bû… Ev gotara wî ye.

Di salvegera şehîdbûna wî de, baştirîn tişt ewe ku, em li raman û gotinên wî vegerin.

—————-

Bûyera Lehiyî

 

Bîrewerîn- Hesenê Cumî

Rojnama Newroz- hejmar /90/- Sibat 2010 z  –  2621 k.

Li ezmanê çiyayê Hawarê , tîrêjên rojê  ewran diqelêşin , perên xwe bi ser Hawarê de berdidin . Sûsin , kulîlk û giya , Çiyayê Hawarê xemilandine . Bihna buhara rengîn dikeve pozê mirovan. Dengê bilbil û şalûran , mîna sînfoyonekê, bi ber gelî û nawalan dikeve.

   Ji  nişka ve , qîrî bi gînawer û teyrikan dikeve , ewrekî reş û tarî bi hev dikeve , baran bi hêz dibare , deziyên baranê mîna tenên tizbiyan , bi ser Çiyayê  Hawarê  de têne xwar , ax , giya , kulîlk , zinar û latên Hawarê , bi ber pêlên lehiyê dikevin û di gelî û newalan re serqotî hev dibin.

    Hemo , koka dara  êvrisê hembêz dike û xwe  dimelisîne . Di demeke kurt de , her tişt tê guhartin . Li şûna , kulîlk û giyayê Hawarê , bilî darên tamarên xwe kûr berdane erdê nema ye . Ev bûyer , Hemo vedigerîne şeva reş û tarî , şeva ku bi hêz li derî dikeve, bêtirî panzdeh leşkeran , derdora malê çember kiribûn , di ber  cilên xewê û çav girtî de, dibin paş deriyê reş . Ew deriyê ku , mirov ji hezarên salan ve , ji ber dike qîr , hawar û dinale , deriyê jiyana mirovan dixwe , deriyê ku , têde dixwazin mirovatiya mirovan wenda bikin , bipişêvin û mêraniya wî bişkînin . Di paş wî derî de , bi hezaran xort û keçan hatine girtin . Hîn Hemo di wê xwenê de ye . Kevokek xwe bi hêrs davêje hembêza wî. Kevok , ji tirsa re diliklike , Hemo kevokê hembêz dike destê xwe di ser govdê wê re dibe û tîne . Rasterast , liklikandina wî , li pêş serbazê polîs tê ber çavan . Kevoko ?!. Ew tirsa , ji hezarên salan ve  di dilê mirovan de hatiye çandin. Ta kîngê, wê ta kîngê bimîne ?!.  Ta kîngê wê ji vê tirsê rizgar bibe?.

Piştî kevok germ bû , kevok berda , kevok bi banî ket, di ser serê wî re, basikên xwe hejand. Qey tu dibêjî kevok sipasiya wî dike. Wê hîngê , bejina Roşînê ya zirav, porê dirêj û tarî, çavên reş û belek , rûyê geş û dîmê top, dîtina  pêşîn  ya li ser kaniya jorîn , soz û peymana wan bi hev re , destlibakirina dawî ya şeva girtinê bi bîra wî têne .

Lehî geyîkekê ( xezalek )  bi çûk dide ber xwe û berve newalê dikşîne , geyîk , bi hemî hêza xew ve , hewil û berxwe dide da ji nava lehiyê  derkeve . Lê mixabin , hêz û hovîtiya lehiyê nahêle ew ji wê bûyerê rizgar bibe û jiyana xwe berdewam bike.

Ev jî, wî vedigerîne xişm û bêtara 12 ê Avdara 2004 an, ya li bajarên Qamişlo, Serê Kaniyê, Dirbasiyê, Amûdê, Tirbesipiyê, Kobaniyê, Heleb, Zorava û  Efrînê qewimî ne. Fîşekê di dilê Gîvara, neviyê Hemîtê kal re debas bû ye. Kuştina hunermendê daholvan Ne’so di bin lêdanê de, kuştina keça çeleng Ferîde  û xwîna hemî şehîdan, yên bi hezaran kulîlk bi xwîna xwe avdane tên ber çavên wî.

    Di bin darê de, Hemo ji xwe dipirse: Gelo, ma ev xişm û bêtara vê lehîyê, ne mîna xişm û bêtara bûyera 12 ê Avdara 2004 an e ?!.  Ma ne herdu jî, hov in, li kuştina mirovatiyê digerin !. Dixwazin jiyanê bê mirovatî bikin !!.

———–

Ev wêne li ser riya çiyayê Basûtê ye, ew tê de bi kûranî li Efrîn û deşta Cûmê temaşe dike.