جديد الموقع

Roja cîhanî ya mafên mirov… Bobelat û bêtarên giran

Desteya sernivîser*

Berî 70 salî mîna vê rojê, ango 10ê meha Berçilleya 1948an, ji bo danasîna mafên mirov li ser asta cîhanê û rêzgirtina bend û rêzên wê, Yekîtiya Netewan(UN) «Danezana Cîhanî ya Mafên Mirov» ragihandiye, ew a ku ji dîbaceyekê û 30 bendên cihî pêk hatiye. Wê belgeya dîrokî, rûmeta mirov û nirxên mirovatiyê bilind parastiye, wekhevî, dadmendî û azadiya mirov pesend kiriye.

Eger civaka navnetewî rêzê li bendên vê belgeyê bigre, her kes li ser rûkê vê zemînê dê bigihe mafên xwe, bi azadî, aştî û wekhevî bijî, û rê li pêş sitem, çavsorî,  zêdegavî û şer bête girtin.

Di dîbaceya vê belgeya dîrokî de gelek xalên nirxdar hatine nivîsandin, mîna:

–      Mikurhatin ku bingeha azadî, dadmendî û aştiyê di cîhanê de, rêzgirtin li rûmeta hemû endamên malbata ademîzadiyê ye, û çespandina mafên mirov ên wekhev e.

–      Da ku mirov neçar nebe, li dijî sitem û zorê serî hilnede, pêwiste ku zagon mafên wî biparêze.

–      Pêdivî bi çespandin û geşepêdana têkiliyên dostane di navbera dewletan heye.

Mixabin ku îro rewşa mafên mirov li seranserî cîhanê gelek paşve çûye, rêz û bendên Danezana Mafên Mirov di nava golên xwîna mirovan de li ber bayê diçin, û ji ber ku dewletên mezin ên cîhanê yên  xwedî hêz û biryar pişta xwe dane vê danezanê, û berê xwe dane berjewendiyên xwe, ew belgeya pîroz bê rêz û bê wate maye, nirxên mirovatiyê li ber piyan çûne!, û rêxistina navnetewî lawaz bûye, tu rûmet ji qels û belengazan re nema ye, roj bi roj, ew dikevin bin nîrê bindestî, zor û sitemê, rê li ber pişaftina hûrgel, kêmnetewan û çanda wan dûz dibe, û her kes dizane ku windabûna wan ji bo çand û kultûra cîhanî ziyaneke pir mezin e.

Weke mînak, bi kurtî be jî, em dikarin rewşa welatê xwe Sûriyê di ber çavan re derbas bikin, çawa ku ev e nêzîkî 8 salan e şerekî gemar lê çêbûye, bi sedê hizaran mirovên bê sûc û bê guneh hatine kuştin, nîvê gelê Sûriyê ji cih û warî xwe hatiye hilkirin, penaber bûye, bi sedan bajar û gund ji kokê ve wêran bûne, bi sedê hizaran kes, çarenûsa wan ne diyar e …Û hwd. Li hemberî vê bobelata giran, rêxistina navnetewî nikare avekê li vî agirî bike!.. Ma gelo tê bawerkirin?!..Eger civaka navnetewî saxlem û bê êş ba, wê dikarî di yek mehê de vî şerî vemirîne û destê biratî û alêkariyê dirêjî gelê Sûriyê yê perîşan bikira û bihişta ku li ser lingên xwe raweste û welatê xwe ava bike, lê mixabin ku ew bûye qurbana şerê hêzên cîhanê û lîstik û xapên dwletên herêmê.

Ma gelo bi çi mafî û li gora kîjan zagonê li Avdara sala 2018an artêşa dewleta Turkiyê û pêxwasên ku navê «Artêşa Azad» li xwe kirine sînorên dewleta Sûriyê derbas kirine û herêma EFRÎNÊ ya Kurdî dagir kirine, talankirin, kuştin û revandina mirovan ji xwe re kirine karê sereke!..Bi çi mafî dewleta dagirker û çeteyên wê sembolên gelê Kurd şikandine, rûmeta gel a netewî îro binpê dikin, bi darê zorê gundiyan ji malên wan derdixin, Ereb û Turkemenan li şûna wan cîwar dikin!!..Ma gelo rêz û bendên danezana mfên mirovan li kû derê mane?. Ne tenê wilo, îro ev dewleta ku şerê gelê Kurd ji xwe re kiriye erkê sereke, gefan li hemû herêmên Kurdî dixwe da ku dagir bike, bê ku rêxistina navnetewî, xwediya danezana mafên mirov dengê xwe li berpirsên wê yên har û devbixwîn bike, û gelê Kurd ji kîn û zikreşiya wan biparêze!.

Di vê bîranînê de, ji me Kurdan tê xwestin ku em li xwe vegerin, rewşa xwe bi hûrbînî bixwînin û li ser rawestin, berjewendiyên gelê xwe bidin pêş û li hember neyarên hebûna gelê xwe li ber xwe bidin, bi hişmendî, aqilmendî biryaran werbigrin, û eger em vê yekê nekin, metirsiyeke mezin li ser gelê me heye. Tevî tarîbûna rewşa me, divê em bê hêvî nebin, bi dilsozî, bê dudilî, kar û xebata xwe bidomînin.

* Rojnama Newroz – hejmar /140/ – 23 Rêbendan 2019 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.