جديد الموقع

Desteya sernivîser*…….EFRÎN …BIRÎNA KÛR

EFRÎN …BIRÎNA KÛR!…

Desteya sernivîser*

Li roja Yekşembê 18ê Avdara 2018an, piştî berxwedaneke bê mînak li hember artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê, û pêşkêşkirina sedên qurbanî ji pakrewan û birîndaran, keriyên dagîrkeran derbasî bajarê Efrînê bûn…Bi navê «artêşa azad» û di bin ala wê de, bi saloxên Ellahu Ekber, dest bi diziyê û talankirina mal û mewdanên xelkê kirin. Û çiku dewleta Tirk baş  dizanî ku KAWA yê hesinker ji Kurdan re sembola azadî û serfiraziyê ye, û bi armanca şikandin û herifandina moral û derûna mirovê Kurd û birînkirina rûmeta wî ya netewî, berê wan diz û pêxwasan daye cîgehê peykerê wî.. Li wê derê, wan çeteyên xwefiroş, bi kîn û zikreşiyeke bêhempa, berê guleyên xwe dane peyker û paşê ew rûxandine!.Piştî wî karê gemar û kirêt, wan aşkere diyar kirin û gotin ku :»EFRÎN ne ya Kurmanca ye, EFRÎN, Efrînê me ye!»…

Ji ber kiryarên hovane yên dagîrkeran, bi sedê hizaran keç û lawên gelê me mal, milk, gund, zeviyên zeytûn û hinaran li şûn xwe hiştine û ji neçarî koçber bûne, berê xwe dane çolan, di bin baran, sir û seqemê de, bê xwarin, vexwarin û bê nivîn li dora hev hêwirî ne!… Ji ber wê rewşa dijwar, û di siha kerrbûn û lalbûna civaka navnetewî û rêxistinên wê yê mirovî de, gelek zarokên piçûk û şîrmij, pîr û kal û birîndarên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bûne qurbanên vê êrîşa hovane!.

Wekî em tev dizanin ku di dîroka me ya nûjen de, ev ne cara pêşî ye Kurd têk diçin, têne xapandin û şikandin. Diho li Kerkûkê, berî wê li Mehabadê, rêkeftina Cezayîrê …û hwd, Kurd bûne qurbanê berjewendiyên xelkê û qelenê wê, xwîna sor dane!. Piştî her ketin û likumandinekê, û di bin bandor û akama êşa giran de, tevlîhevî di mejî de çêbûye, li şûna ku em li sedemên têkçûnê bigerin da ku di paşerojê de careke din ew dubare nebin, em bi ser û guhên hev ketine û her aliyekî, aliyên din tewanbar tewanbar kiriye, û wî di ber ketinê de berpirsiyar dîtiye. Di wê xirecirê de, me rastiya rola dewletên herêmê û yên mezin ên cîhanê ku em «firotine» ji bîr kiriye, hêzên me yên siyasî ji hev ketine, xemgînî û bêhêvîtî di civakê de belav bûye. Bi demê re, birîna dil qeşmûşk digre,  careke din Kurd bi ser lingan dikevin, xwîn di laşê wan de digere, dîsa ew berdewamiya daxwazên mafên gelê xwe yên rewa dikin.

Wekî çawa diho parek berpisiyariya partiyên Kurdan di wan têkçûnan wan de hebû ye, bêgomane îro jî berpirsiyariya wan heye, lê giring e lêkolîn, nirxandin,  û lêvegereke giştî bê çêkirin, kêmasî û şaşîtî bêne destnîşankirin û dadgehkirina berpirsên wan ji gel û dîrokê re bimîne.

Aşkere û zelal hatiye diyarkirin ku EFRÎN di bazar û lihevkirina dewletên heremê û yên cîhanî de hatiye firotin, û li Asîtana, di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsyayê de rêkeftinek hatiye pê, ku li gora wê, EFRÎN bûye berdêliya Xûteya Rojhilatê Şamê û hin xalên din ên ne diyar jî hene. Lê…Bi her hawî, berpirsiyariya Tevgera Kurdî her heye, ew bê sûc û guneh namîne.

Tevî ku em bawer in birîna gelê me kûr e, gotin û şîret di van qonax û movikên weha dîrokî de bê sûd in jî, lê, da ku birîna dilê me kûrtir nebe û rê li pêş keysebazan dûz nebe,  hin gotin hene divê bêne gotin. Mixabin ku hin deng ji bal hin rewşenbîrên me bilind dibin ku perçekirin û bêhêvîtiyê di civakê de belav dikin, mîna gotinên «EFRÎN nema Kurdistanî ye»…û hwd, ku ew bang û hilwest cihê dax û xemgîniyê ne, pêwiste xwediyên wan dengan ji bandora gêjbûna bûyera giran hişyar bibin, çavên xwe vekin û bi hişmendî û dûrbînî biramin û tevbigerin, û divê em zanibin ku tevî kêmasiyên birayên me, her dê EFRÎN Kurdistanî bimîne, û her dê Kurdên parçeyên din ji me re bira û palpiştên sereke bimînin û xwîna me li ser yek xakê tê rijandin. Şahiya parçeyekî ji me re şahî ye û şîna wî jî, ji me hemiyan re şîn e. Derdê me yek e û neyarê gelê me jî yek e.

Hêvî û omîda me ew e ku em ji bîr nekin û di guhê me zengil be ku gava pêşîn a çareseriya doza me û bidawîanîna derd û xemên giran, çaksazî û dirustkirina mala me ye!. Me xwestî, ne xwestî, kilîta çareseriyê ew e. Tevî ku ev rê tejî rêl û kelem e û neyarên hebûna me mayîn tê de çandine jî, lê divê em bidin ser û wê bişopînin. Ji ber ku gilî, gazin û girî bê sûde ne, em ê mîna her car, birîna xwe derman bikin û pişta xwe ji neyarên gelê xwe re venekin, tu carî  pê bawer nebin,  bi dilsozî û hişmendî, em ê  xebata xwe bidomînin.

Weşana we ya xemgîn û birîndar «NEWROZ», serî ji pakrewanên berxwedanê re diçimîne û hêviya saxlemiyê ji birîndaran re dike, banga wê ya pêşîn ji hemû keç û lawên gelê me li hundur û derveyî welêt re ew e ku her kes li gora derfet û karîna xwe bi koçberan re alîkar be, çiku ew xwişk, bira, dê û bavên me ne. Ji hêleke din ve, ji bo vegera xelkên me ser xaka pîroz a bav û kalan, tê xwestin ku bi her hawî em bi wan re alîkar bin.

Li dawiyê, tevî teliya vê bûyera trajîdîk û kûrbûna birînê, baweriya me li cih e ku birîn sax dibe, xelkê EFRÎNê jî dê vegerin malên xwe, ser xak û zeviyên xwe, di gund û bajarên xwe de bi rûmet bijîn. Dagîrker, çete û pêxwas jî dê bi rûreşî  ji welêt bêne derxistin û avêtin!.

* Rojnama Newroz – hejmar /137/ – 13.05.2018 an – Ji weşanên

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê