جديد الموقع

Gelê Kurd… Gef û Metirsî … Newafê Bişar *

 

Li cîhana me ya îro, di civakê de, tu rêz û rûmet ji qels û sêfîlan re tune ye, çi wekû tekekes, yan jî wekû gel. Her kes dizane ku xurtiya gelan jî bi yekîtiya kesên wan pêk tê, ango ew gelê endamên wî ne hevgirtî û dilêşên hev bin, ew nikare berevaniya xaka xwe bike, û xwe li ber êrîşên hêzên xurt bigire, bi demê re, ew azadî û rûmeta xwe jî winda dike, nîrê bindestiyê dikeve stoyê wî û jiyana koletiyê dijî.

Mixabin! Îro gelê me yê Kurd li rojhilata navîn yek ji gelên bindest tê jimartin, wî azadiya xwe winda kiriye, û di bin destê desthilata dewletên deverê ji Tirk, Ereb û Firsan de dijî. Ji ber van merc û hoyên dijwar ku gerdûn li serê wî teng kirine, û bi armanca dermankirina birînên wî, bi kurtî be jî,  pêwist e em rewşa wî ya rêzanî di ber çavan re derbas bikin, xem û kulên wî bidêrin û li gora têgihiştina xwe, çareseriyê  ji wan re destnîşan bikin.

Piştî ku gelê Kurd rabûye ser piyan û bi dengekî bilind daxwaza mafên xwe yên netewî dike, dagîrkerên welatê wî jî bi tundî bersiva vê daxwazê didin û bi her hawî tevdigerin da vî dengî bibirin, û dîsa weke her car hewil didin ku bi agirê nakokî û berberiya Kurdan û mijûliya wan bi şerê navxweyî, rê li ber wan winda bikin, vê derfeta zêrîn û lihevhatî ji dest wan birevînin, da ku dîsa weke berê ew di bin nîrê sitemkariya reş de binalin û bikalin.

Mirov bi bi hêvî ye, ku birayên me yên xoşewîst dilên xwe ji şirovekirina me negirin û vê nerîna me mîna nerîna birayekî dilsoz bihejmêrin, ji ber ku bi rastî jî em xêrxwazên wan in, çiku doza me li her çar parçeyên welêt bi hev ve girêdayî ye. Dema birayên me li parçeyekî azad û serbest bijîn, di civaka gelan de xwedî hêz, rûmet û cihekî berz bin, ben li stoyê me jî sist dibe, û hêviyên me berew jiyaneke azad geş dibin.

Mixabin ku ev e demeke li başûrê welêt, Herêma Kurdistana Îraqê, rewşa rêzanî di astengiyê de ye. Kirîza serokatiya herêmê û perlemana Kurdistanê roj bi rojê aloztir û kambaxtir dibe. Hêz û partiyên siyasî yên herêmê bi rêyên hevdîtin û guftûgoyê van pirsan çareser nakin û her diçe, xêrnexwazên doza gelê me, van nakokî û hevrikiyên hûrik mezin dikin û pif dikine vî agirî da ku rivîna wî bilind bibe, û hêvî û xewnên me bişewitîne..!

Di vê dema hestiyar de ku li hawîr me neyar in, ji rêxistina terorist a Daişê de bigre û ta gelek dewletên herêmê, yên ku bi çavên neyartiyê li me temaşe dikin, û dixwazin ezmûna demokratîk û destkeftiyên başûrê Kurdistanê têk bibin û binax bikin, derz û terk dikevine dîwarê lihevkirina Kurdan!..

Di nerîna me de, pirsa herî giring a ku doza gelê me ji metirsiyan diparêze ew e, pêwist e em bi hev re danûstandinê bikin, pirs û gelcên hene bi hişmendî û biratî, di çarçewa berjewendiya gelê xwe de çareser bikin.

Li hêleke din, mixabin ku li rojavayê welêt, rewşa me jî têkilhev e. Li vî beşî jî, tevgera me ne li hev e, û li ber şek û pekên nakokiyên xwexwetiyê ye!.. Gelê me ji ber siyasetên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ya ku xwe bi Îtalfa Istenbolê ve girê daye, xweseriya biryara xwe winda kiriye û şerê PYD ji xwe re kiriye karê sereke, rewşa rêzanî li heremên me aloz kiriye û yekrêziya tevgerê bi şûn de daye.

Ji hêla xwe ve, desthilatdariya rêvebiriya xweser jî, bi girtin û zindankirina hin de endamên partiyên siyasî yên ENKSê, rêyên hevdîtin û diyalogê di navbera biran de dixetimîne. Bi her hawî, girtina kesên siyasî yên bi şêweyên aştiyane têdikoşin cihê nerazîbûna me ye, bê derengî û bê dudilî, divê ew ji zindanan serbest bêne berdan.

Di vê çarçewê de, serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Ardoxan ê ku êşa wî ya giran û derdê wî yê herî mezin pêşketina doza gelê Kurd li rojhilata navîn e, li vê dawiyê, ji neçarî karîbû ta radeyekê, têkiliyên dewleta xwe bi Rûsya û Israyîlê re xweş bike, û hewl dide wan bi Misrê re jî vegerîne. Diyar e ku mebesta wî ya sereke ji vê tevgerê astengkirina doza kurdî li Sûriyê û têkbirina destkeftiyên gelê Kurd li vî parçeyî ye. Pêwist e tevgera rêzanî ya kurdî li Sûriyê van gef û metirsiyan bi berpirsiyarî bibîne, û li hemberî wan, nakokiyên xwe piştguh bike, bê derengî, li xwe vegere, ji bo doza gelê xwe yê bindest rêzên xwe bîninser hev.

Li dawiyê, bi hatina bîranîna 59-emîn salvegera damezrandina yekemîn partiya Kurdî li Sûriyê, em gelê xwe û hemû xebatkarên wî pîroz dikin, hêvî û omîda me ew e, ku di zûtirîn dem de, li seranserî Kurdistanê, rûpeleke nû ji têkiliyên biratî û dostaniyê re vebe, û ji bo lihevkirin û yekrêziyê xebateke îjdil dest pê bibe, êdî kurmê darê ji darê derkeve û nema vegere! Û dawî li jiyana koletî û bindestiyê were!…

* Rojnama Newroz – hejmar / 121/ – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.