جديد الموقع

Di cejna rojnamevaniya Kurdî de… Derdên giran û hêviyên mezin…. Desteya sernivîser*

Roja 22ê Nîsana sala 1898an, li paytexta Misrê, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan rojnameyeke du heftane bi zimanê Kurdî û tîpên Erebî li çapxana El Hîlal çap kiriye û weşandiye. Armanca xwe ji deranîna vê rojnameyê di pêşgotina hejmara pêşîn de bi vî awayî diyar kiriye:

“… Vê cerîdeyê de, ez ê behsa qenciya ‘ilm û me’rifeta bikim, li kû derê mirov di’elime, li kû derê medrese û mektebên qenc hene, ez ê nîşa Kurda bikim, li kû derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawe şer dikin, ticaret çawe dibe, ezê hemiya hikat bikim. Heta niho, kesî cerîdekî holê ne nivîsîye. Ev cerîdeya min a ha, ya ‘ewilî ye. Lewma, wê gelik kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim kêmaya cerîdeyê ji min re binivîsin. Hemî tişt wekî nû çê dibin kêm in, paşê hingî diçe, dikewe(dikeve) rê de. Eve êdî ez ê dest meqsedê bikim…

Ji bo pêkanîna guhertineke kûr di hiş û jiyana gelê xwe yê bindest de, Mîrê gewre, xewa şevan li xwe biriye, zor û cefa kişandiye, pere xerc kirine, bi zanistî û dilsozî pênûsa xwe xebitandiye. Û da ku zana û xweşmêrên Kurdan karibin vê belavoka nûhatî bixwînin û bidin xwendin, her du heftan wî 2000 rojname bê pere şandiye Kurdistanê. Dilê gel bi derçûna wê şa bûye, bi dilgermî ew hembêz kiriye û bi giranî xebata mîrê xwe nirxandiye.

Çendî mîr hewil daye ku rêdana çapkirin û belavkirina vê rojnameyê bi şêweyekî fermî ji dewleta Osmanî wergire, lê mixabin ku her ev xwesteka wî ya rewa ji bal Xinkar û rawêjkarên wê ve hatiye redkirin.

Piştî belavkirina 5 hejmaran ji rojnameyê, mîr Miqdad ji Qahîreyê vedigere li Istanbolê rûdine. Lê birayê wî, mîr Ebdurehman Bedirxan ustubariyeke giran li xwe digre, ji xaka dewleta Osmanî derdikeve, li biyaniyê, ji welatên dûr, weşandina rojnameyê didomîne. Roja 10ê Çiriya Pêşîn a sala 1898an, ji Cinêva paytexta Swîsrayê, hejmara 6an diweşîne.

Di sergotara vê hejmarê de, mîr Ebdurehman weha dibêje:

” …Ev cerîdeya ha, ‘eta(heta) niho, birayê min Miqdad Begê derdanî, lakin, çiku Xinkar nehişt ew li Misrê rûnit, vegera Istanbolê. Cerîdeya xwe nikarî Istambolê derînit, seba wê jî çiku mirovê mezin yê dor xinkar hemî xayin, bê esil neseb in, neyarê ciwanmerda ne, çi xesma ku yek ji wan heye navê wî Ebu El Huda ye. Ew temamî esil û neseb mitirb e. Çiku ew ji hemiya bê esiltir e, ji hemiya zêdetir neyarê mala Bedirxan Begê ye. Ew neyarê hemî Kurda ye, navê(naxwaze) qencî li Kurdan bibe. Ew Xinkar dixapîne. Be rastî, ew ne Ebu El Huda ye, ew Ebu El Delal e, fusq û hesedê de bê heval e. Ew nahêle lawên Bedirxan Begê cerîdeyek holê derêxin da qencî ji Kurda re bibit. Lewma ez ku lawê Bedixan Begê me, ji te’esub û himyeta xwe, ji milkê Xinkar derketim hatim diyarên xerîb da ez vê xidmetê ji weten û ji miletê xwe re bikim. Ji kerema Xwedê hêvî dikim ku Kurd jî pê vê cerîdeyê ji xewa giran a kevnesala şiyar bibin…

Xinkarê Osmanî Ebdulhemîd ê serxweş û şêwirmendên wî yên bê ol û zikreş, bi tundî şerê derçûna vê rojnameyê li derveyî welêt jî berdewam kirine, bi her hawî givaş û fişar dijî wê bikar anîne û astengiyên mezin ji mîr Ebdurehman re çê kirine. Lê, xwediyê rojnameyê, kurê mîrê Botan pêdariyeke bê mînak nîşan daye, û her ew ji welatekî çûye yekî dîtir û bê westan rojnameya xwe parastiye, ji gelê xwe re weşandiye.  Roja Duşembê, 6ê meha Muherem a sala 1320an Koçî, beramberî 15ê Nîsana 1902an hejmara dawî, ya(31)ê ji vê rojnameya pîroz hatiye weşandin. Gelê Kurd roja derçûna vê rojnameyê weke cejna rojnamevaniya Kurdî bi nav kiriye û sal bi sal bi coş û şahî wê rojê pîroz dike.

Di vê cejn û boneyê de, piştî derbasbûna 118 salan di ser weşana yekemîn rojnameya Kurdî de, bi kurtî be jî, pêwist e em rewş û pergala rojnamegerî û tevaya ragihandina Kurdî di ber çavan re derbas bikin.

Di roja me ya îro de, rojnamevanî digel hemû beş û alavên ragihandinê li ser asta cîhanê bi firehî pêş ketine, ew dikarin bi awayekî zindî wêne û hûrdengan ji binê deryan, ji asîmanên dûr… û hwd yekser ji guhdar û temaşevanan re veguhêzin. Ango mirov dikare bibêje ku şoreşeke ragihandinê li cîhanê rû daye û ademîzad ber û meyweyên vê şoreşê dixwe.

Bê goman e ku ragihandina me Kurdan jî di hemû waran de gavine berçav avêtine. Dema îro bi dehan kenalên televizyonê, bi sedan îzgeh, pirtûk û rojname bi zimanê Kurdî li welêt û derve têne weşandin ku ew cihê şanazî û serbilindiya me ye. Lê, em dikarin têbîneke giring bînin zimên ew jî ew e, ku eger pêwistiya gelên cîhanê carekê bi belavkirina çanda nûjen a mirovhezî, hezkirin û gotara hevgirtinê hebe, ya me Kurdan deh caran pê heye, ji ber ku ta roja îro, li cîhanê gelê Kurd bi hejmara xwe ya dor 45 milyonan, li cîhanê, gelê bi tenê ye ku hê ew di bin destlatdariya gelên cîran de bê azadî, di mercên kirêt û dijwar de dijî..!

Îro, çirûskên azadiya gelê me di bin ewrên reş û tarî de ronî didin, lê xêrnexwaz û neyarên azadiya gelê me dixwazin û hewl didin ku dîsa weke her car Kurdan bi kurdan bidin şikandin, da her û her ew di bin nîrên bindestî û sitemê de bê vîn û kole bijîn. Di vî warî de, tê zanîn ku hin dewletên heremê bi milyonan peran xerc dikin, agirê zikreşî û berberiya Kurdan tevdidin, geş dikin û şûrê birakujiya wan disûn û tûj dikin. Pêwist e keç û lawên gelê me yên di ragihandinê de dixebitin, zîrek û şiyar bin, nekevin bend û davên neyarên azadiya gelê xwe û zanibin ku ew kes û cihên çand û gotara tundî û dijminatiyê di civaka me de belav dikin, di bin çi kiras, perde û navnîşanê de be bila bibe, di naveroka xwe de, ew rajeya neyarên doza gelê me diparêzin, divê em li hember rawestin û wê çandê biqurmiçînin, belav nekin, li şûna wê çand û gotara rêzgirtina hev û hevgirtina civakê biweşînin. Herweha, erk û ustubarê me nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, komelên civaka sivîl û hemû bîreweran ew e, ku em li saxlemiya civaka xwe xwedî derkevin, rê nedin wan kesên ku dixwazin nakokiyên piçûk mezin bikin, yên dixwazin em doza xwe ya serke ji bîr bikin û bi ser û guhên hev bikevin. Lê baweriya me li cih e, ku bi saya asta  zanebûn û hişyariya keç û lawên me yên zîrek, birakujiya Kurdan  dubare nabe, û pîlanên neyarên doza gelê me bi ser nakevin.

Belê rast e ku rewşa me zor e, derdên me jî giran in, lê di heman demê de em geşbîn in, hêviyên me germ in û em bawer in ku dema li pêş, dema geşbûna têgeh û nirxên aştî, azadî û wekheviyê ye, dema têkçûna teror, çavsorî, û rijêmên totalîter ên xwînrêj e, dema serketina mafên mirov û azadiya gelan e. 18.05.2016Z-2628K

* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 120/ – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Newroz-120-1