جديد الموقع

Geşteya Çivîkên penaber …. Ronî ELÎ

Min welatekî bê sînor
Bê xewnên ku derlingan şildikin
Li ser rûpela dêmên Yarekê
Bi xameke
Ku ji girêza tîqtîqa mendalekî bê landik
Ji berî zayînê
Hino hino
Wênekêş dikir
Min nedixwest
Ji hinavên Talîzokekê
Bihna jiyanê
Bi ser sînga Dayîkeke bê hinav de
Berdim û bikşînim
Ne jî
Di koziya karwanê têkçûnê de
Li awaza keçeke bê bext
Bi dîloka “dilo hûwe”
Bibim guhdar
Da li ser darbesta koçberiyê
Nebim dergevanê rondikên Çavan
Û teneyên gerdenê mirinê
Di livîna penaberiyê de neveşêrim

Min divê Yareke bê dil
Bê nameyên dilketinê
Li ser daniştoka guvaşên qêrînan
Weke peykerê şeydê
Li ber deriyê Holka koçberiyê
Bilind û berz
Daçikînim
Da li serê her sibehekê
Ji kolanên mirinê
Destmala Dîlbereke lêv şikestî
Rahêjim
Û bi ser peykera dil de
Weke durişmeya wêranê
Berdim
Û her û her
Di bin baskên strana Bayê reş
Bi kevanê Şengal Û Kobaniya xembar
Limêja Evîneke bê ziman
Bi refên Kewên Guzel re
Weke sirûda “Hey welato”
Bixwînim … Ezberkim
Û li darxim

Min divê li ser pişta keserekê
Guliyên te
Ji ahînên dûrketinê
Bihûnim û birêsim
Da ji xewn û sawiran re
Weke Pirekî li dar
Û geşteyeke
Ku di lêvên kendavê de
Çivîkên penaberiyê hembêz dike
Çîrokên Jinebiyan
Qîrîna Dergûşên
Ku di kolanan de lal mane
Û dilopên xwîna cangoran
Di tirsa Şevên dorpêçkirî de
Di bin Darên pel şewitî re
Bi gupgupa dilên şkestî
Weke hilmeke ji welat
Birêkim û di rê kim
Da sîng û berê te
Ji bîranînên wêranê
Mişt bibin
Û bê par nemînin
11\8\2015